Kurdên
Swêdê Kekê Kemal bi rê kirin:
Riya te vekiribe
Stokholm-30 Tîrmeh 2011
Heval û dostên Kemal Burkay îro serê sibê pê re heta
balafirxana Stockholmê çûn û ew bi rê kirin. Balafira
ku saet 12.20 de pê çû wê li dor saet 16.30 de li îstenbolê
dakeve.
Li balafirxana Stokholmê Arlandayê gelek dost û hezkiriyên
wî kom bûn û
ew bi rê kirin. Wan bi durûşmên bi zimanê
kurdî, swêdî û tirkî li ser plaketan nivîsandî hest û
daxwazên xwe anîn zimên. Heyecana vegera birêz Kemal Burkay
di çavê heval û dostên wî de dihatin xwendin. Plaketên;
“Riya Te vekirîbe Kekê Kemal” “Oxir be! Hejdå! Güle güle!”
“Em li vir dibêjin oxir be ji Te re! Gelê kurd li wir
dibêje Tu bi xêr hatî!” şahidiya vegera rîspî û rêberekî
kurd yê xuyayî dikir.
Vegera birêz Kemal Burkay ji surgunê, ji aliyê heval
dost û hezkiriyên wî û gelê kurd bi giştî tê piyandin.
Li Îstenbolê gelek welatparêzên kurd, demokratên tirk
û medya wê pêşwaziya birêz Kemal Burkay bikin. |