|
Enqere:
Sazûmankarê
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û kevneserokê wê
Kemal Burkay, 31 sal şûnde dev ji jiyana sirgûnê
ya li Swêdê berda û di 30ê tîrmehê de vegeriya Tirkiyeyê.
Burkay li balafirgeha Ataturkê ji aliyê Alîkarê Walî ve
hate pêşwazîkirin. Wezîrê Çandê Ertugrul Gunay û
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş jî bi Burkay
re hevdîtin pêk anîn. Ji ber vê yekê Kurdên alîgirê PKK/BDPê
vegera Burkay bi hikûmeta AKPê ve girê dan.
Lê digel
ku Burkay qebûl dike ku banga hikûmetê ya ji bo vegera
wî tesîrdar bûye jî, ew sedema esasî ya vegera xwe bi
kamilbûna demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girê dide. Burkay
li ser nakokiya digel ku partiya PSKê, ku ew avakarê wê
ye, qedexe ye jî, ew çawa dikare li Tirkiyeyê serbest
bigere, wiha got: “Ez vî ji aliyekî ve jî xwezayî dibînim.
Birêxistinbûna mirovan a îlegal ji mecbûriyetê pêk tê.
Lê dem tê ew nêrîn û polîtîkayên qedexe ku hûn diparêzin,
serbest dibin.”
Burkay diyar kir ku pirsgirêka Kurd encax dikare bi modeleke federatîf çareser
bibe û eşkera kir ku Herêma Kurdistanê (Başûrê
Kurdistanê) û Kibris dikare ji bo Tirkiyeyê bibe model.
Burkay xwest ku Kurd di pêvajoya pêşîvekirinê de
piştgiriyê bidin hikûmetê û têkoşîna demokratîk
dikare ji têkoşîna çekdarî bandortir bibe.
Burkay li Otela Neva Palas a li Enqerê bersiva pirsên Rûdawê da.
Piştî
31 salan hûn vegeriyan Tirkiyê. We Tirkiyeke çawa dît,
çi guherîn çêbûne?
Sedema serekî ya vegera min ezmûnên li Tirkiyê peyda bûyînin
Hûn dizanin ez pêşî hatim
Stenbolê, piştre bi rêya bejayî derbasî Enqereyê
bûm. Tişta min ewil ferq kir, mezinbûna herdu bajaran
bûn. Stenbol bi avahiyên pir bilind xemiliye, bajar jî
pir bi rêk û pêk bûye. Ji ber civîn û hevdîtinan nikaribim
zêde bigerim jî. Ji ber bi rêya bejayî hatim Enqereyê,
min ev cudahiyê di bajarên ku tê re derbas bûm de dît.
Li gorî 31 sal berê, Tirkiye pir modern bûye, otobanan
pir bala min kişand. Bîlhesa min qet Enqereyê nas
nekir. Heta otêla min, tenê hin lewha naskirî hatin. Lê
rojek piştre, çûm Akdereyê, min li wir xwîşka
xwe dît. Min rêya wê derê nas kir. Min Xaçerêya Ziya Gokalp,
fakûlteya tibê û fakûlteya hiqûqê nas kir. Wisa dixuye
ku hin aliyên bajêr nû ne û bi qasî ku mirov nas neke
bi pêş ketiye. Hin cîh jî, digel guherîne jî, mirov
nas dike.
Di
warê demokratîkbûnê de te dîmeneke çawa dît?
Helbet, ew jî aliyê siyasî yên guherînê ne. Ez neçar mabûm ji welatê xwe veqetim,
hatibûm qedexekirin. Di vegerê de baş hatim pêşwazîkirin.
Hikûmeta nû ji bo vegera min bang jî kir. Helbet tesîra
vê yekê jî çêbû lê sedema esasî ya vegera min nermbûna
li Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê min plana hatina xwe kir
û ez vegeriyam. Piştî demeke dirêj boykota medyayê
ya li ser min rabû, min fikr û ramanên xwe di gelek rojname
û televîzyonan de bi serbestî got. Her wiha gel jî û siyasetmedaran
jî banga vegerê li min dikir. Di van şert û mercan
de min biryara hatina xwe da. Jixwe neçar mabûm çûbûm.
Lê ji ber cuntayê vegera min dereng ket. Pêvajoyeke zordariyê
dest pê kir. Ji ber vê yekê gelek kesên weke min nikarîn
vegerin.
Partiya
we PSK, ku hûn yek ji avakarên wê ne, hê jî qedexe ye.
Lê hûn bi serbestî vegeriyan, wezîran bi we re hevdîtin
çêkir. Hûn vê nakokiyê çawa şîrove dikin?
Ez vî tiştekî
xwezayî dibînim. Birêxistinbûna mirovan a bi awayê îlegal
(derqanûnî) ji neçariyê ye. Lê dem tê, ew tişt û
polîtîkayên ku hûn diparêzin, ên qedexe, serbest dibin.
Bi ya min, li Tirkiyeyê jî ev tişt çêbû. Jixwe em
ti caran neketin nava têkoşîna çekdarî. Têkoşîna
me ji serî heta niha bi awayekî aştiyane dom kir.
Di demên dawî de êdî di warê birêxistinbûnê de azadiyek
heye. Gelek partiyên kurdan hatibûn girtin, di demên dawî
de êdî nayên girtin. Mînak, digel ku di bernameya HAK-PARê
de çareseriya federatîf heye jî, ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê
ve nehate girtin. BDP xweseriya demokratîk dixwaze. Her
çiqas sîstem niha ne amade ye van daxwazan bibersivîne
jî, çavên xwe ji van nîqaşan re digre. Ev jî tê vê
wateyê ku guherîneke erênî heye. Her wiha di parlementoyê
de grûbeke girîng a kurd a BDPê heye, şaredariyên
wan hene. Ev hemû tişt nîşaneyên girîng ên guherînê
ne. Lê ev hemû tişt têr nakin. Ez vegera xwe bi serê
xwe tenê weke pîvanek nabînim. Hêj gelek kesên ku nikarin
vegerin hene, di girtîgehan de gelek mirov hene. Ji bo
demokratîkbûna Tirkiyeyê û ji bo ku Kurd bigihijin mafên
xwe yên bingehîn, hêj gelek gavên ku divê bên avêtin hene.
Ev karê pêvajoyekê ye. Ev pêvajo geh pêş de diçe
geh paşde. Mixabin hê jî pevçûn didomin. Em dixwazin
çek bêdeng bibin û hawirdora diyalogê çêbibe. Em dixwazin
çareserî di atmosfereke aştiyane de pêk bê lê kesên
vê yekê naxwazin jî hene.
Yên
naxwazin kî ne?
Li aliyê dewlet û Kurdan jî hinek aliyên dijî çareseriya
aştiyane hene
Ji herdu aliyan jî yên ku naxwazin hene lê bi awayeke esasî aliyên di nava dewletê
de ku tim dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya tundiyê çareser
bikin, hene. Ev yek weke rêbaz ji xwe re hilbijartine.
Ev alî ji çareseriya aştiyane, ji pêşîvekirina
kurd, heta ji peyva kurd jî aciz dibin. Mîlîtarîzm li
vî welatî pir hêzdar e. Bi pêşveçûnên dawî re vê
hêza xwe wenda kir lê hê jî li ber xwe dide. Ne tenê leşker,
di aliyê sivîl de jî hêz û partiyên siyasî yên ku li dijî
her cure gavên demokratîkbûnê derdikevin, hene. Partiya
sereke ya muxalefetê di vî warî de roleke erênî nelîst.
Tabî her çiqas rola hikûmetê di nermbûna pêvajoya de hebe
jî, gavên ku bavêjin bi sînor e. Ji ber vê yekê ji bo
çareseriyê, ji bo ku gavên wêrektir bên avêtin, divê hikûmet
hem wêrektir û hem jî bi biryartir be. Hem jî divê muxalefet
dev ji nêrîna xwe ya statûkoparêz berde û piştgirî
bide pêvajoya demokratîkbûnê. Her wiha divê tevgera kurd
jî polîtîkayeke baş bimeşîne. Polîtîkayên bi
rik, bi hêrs û bi nerazîbûn, xizmeta çareseriyê nake.
Di tevgera kurd de, bar û peywireke mezin dikeve ser saziyên
legal û bi taybetî jî BDP. Em li bendê ne ku BDP vê rola
xwe bi cih bîne.
Divê
BDP çi bike?
Mînak di şûna ku parlementoyê boykot dike, bila tevli parlementoyê bibe
û ji bo çêkirina makeqanûneke demokratîk û rakirina asteng
û qanûnên dijdemokratîk hewl bide. Lê piştî hilbijartinê
BDPê boykot kir, CHPê boykot kir, piştre jî pevçûnên
çekdarî qewimîn. Vê atmosferê pêvajo xiste nava krîzê
û jehrî kir. Lê ger hatibana parlementoyê, helbet pirsgirêk
di rojek de çareser nedibûn lê ji bo çareserkirina pirsgirêkan,
ji bo zemîna diyalogê bi hêz bibe, dikaribûn rolek baş
bilîstana. Hêvî dikim payîzê vê yekê bikin. Baweriya min
ev e; helwesta gelê kurd a bi awayeke demokratîk, ji çekan
girîngtir e. Em di serê destpêka sedsala 21ê de ne. Hem
şert û mercên navxweyî û hem jî yên navneteweyî ji
bo vê yekê pir guncaw in. Gelê kurd daxwazên xwe dikare
bi rêyên demokratîk û aştiyane lê bi girseyî bîne
zimên.
Hûn
asta ku pirsgirêka kurd hatiyê û pêşîvekirina kurd
a hikûmetê çawa dinirxînin? Hikûmet di rojên pêş
de wê bikaribe gavên wêrektir bavêje?
Gavên ku hikûmetê berê avêtin, dewam nekirin, pêvajo xitimî
Gavên ku hikûmetê berê avêtin, dewam nekirin, pêvajo xitimî. Lê hem di warê
hikûmetê de û hem jî di warê Kurdan de, divê em xwe bêhêvî
nekin. Em dixwazin hikûmet di dema nû de jî pêvajoya pêşîvekirinê
zindî bike. Divê Kurd piştgiriya vê pêvajoyê bikin,
polîtîkayeke pozîtîf bimeşînin. Ji bo ku pêvajoya
pêşîvekirinê careke din dest pê bike û gavên jidiltir
bên avêtin, divê piştgirî bide pêvajoyê.
Hûn
hevdîtina dewletê ya bi Ocalan re çawa dinirxînin? Ocalan
dikare di pêvajoya çareserkirinê de roleke çawa bi cîh
bîne?
Ji bo çareseriyê divê li gel Ocalan bê axaftin, lê guftûgoyên
li gel BDPê giring in
Ez nizanim hevdîtinên li Îmraliyê ka ji aliyê hikûmetê ve yan dewletê ve tên
kirin. Piranî tê gotin dewlet van hevdîtinan pêk tîne
lê em van hevdîtinan erênî dibînin. Lê ev bi tena serê
xwe, têr nake. Erê, Ocalan rêberê derdorekê ye, helbet
divê pê re bê axaftin. Lê BDP jî girîng e, çimkî partiyeke
siyasî ye. BDP weke partiyeke legal dikare di çareseriyê
de roleke girîng bilîze. Çimkî grûba wê ya hilbijartî
di parlementoyê de heye, şaredariyên wê hene û piştgiriya
girseyeke girîng li piştê ye.
Hûn
ji bo çareseriya pirsgirêka kurd federasyonê pêşniyar
dikin. Projeya “xweseriya demokratîk” a BDPê dikare çareseriyê
bîne?
Sinorê otonomiyê heye, lê biraderên me yên BDPê dibêjin,
sinor nîne
Min berê
jî nivîsandibû, di termonolojiya siyasî de tiştekî
bi navê xweseriya demokratîk tune ye. Tenê têgeheke bi
navê xweserî heye, ew jî tirkiya otonomiyê ye. Ji ber
vê yekê divê mirov an bêje xweserî yan jî bêje otonomî.
Diyar e otonomî tiştekî çawa ye. Her çiqas li gorî
welatan hin cudahiyên wê hebe jî, aliyên wê yên hevpar
hene. Yan herêmî ye, navê wê xweseriya herêmî ye. Yan
jî kulturî ye, navê wê xweseriya kulturî ye. Ger herêmî
be, wê sînorên wê jî hebin. Hevalên me yên BDPyî dibêjin
sînorên wê tune ne lê di xweseriyê de sînor hene. Almanyaya
federal bifikirin, 17 eyaletên wê hene, ev di nava xwe
de weke otonom tên hesibandin. Parlementoyên wan hene,
hikûmetên wan ên herêmî hene, alên wan ên herêmî hene
lê di nava tevahiya Almanyayê de ne. Hem hikûmeta eyaletê
û hem jî hikûmeta federal heye. Di têkiliyên derve de,
Wezîrê Karê Derve van temsîl dike.Li Almanyayê wisa ye,
li welatên din jî bi awayeke cuda dimeşe. Naveroka
xweseriya ku BDP pêşniyar kiriye, hêj ne zelal e,
şîlo ye. Dibe ku di rojên pêş de ew bibêjin
û em jî fêm bikin.
Kurd
li Îraqê bûn xwedî statûyeke federal. Modela Başûr ji bo Bakur jî dikare bibe model?
Ger biryare Tirk û Kurd bi hev re jiyan bikin, divê em çareseriyek federal bibînin
Çima nebe? Hem ne dûr e, nêzike jî. Îraq bi vê perçe nebû. Kurd li herêma xwe
xweser in lê di heman demê de rêveberiyeke federal heye,
wekhevî heye. Piştgiriya Kurdan ji bo yekparebûna
Îraqê mîsogerî ye. Ew dibe, mînaka Kibrisê ku ji bo çareserkirina
pirsgirêka tirk pêşniyaran dikin, dikare bibe model.
Li wir 200 hezar Tirk hene, li vir 10 milyon Kurd hene.
Çareseriya li Başûr dikare ji bo Bakur bibe model.Hem
bi vî awayî Tirkiye jî perçe nabe. Lê ji bo vê yekê divê
pêşdarazî ji holê rabin. Ji ber ku li Tirkiyeyê Kurd
tim tune tên hesibandin, pêşniyarên wiha ji aliyê
raya giştî ve zêde nayên fêmkirin. Ev pêşniyar
rastê nerazîbûnê tên. Lê di nava demê de, wê raya giştî
jî hîn bibe, rastî çi be, wê ew çêbe. Ger
|
|