JI BO ŞERMEZARKİRİNA TERORÎZMÊ
Û PİŞTGİRİYA FEDERALÎZMÊ
KURD LI KOLNÊ BÛN YEKDENG
Ji bona armanca pîroz,
ango pêkanîna yekitî û hevkariya kurdan, piþtî hewldana
çend salan, di dawîyê da li derveyî welat partîyên
ji her çar parçeyên Kurdistanê bi navê HEVKARÎ rêxistinek
avakirine. Ev çend sal in, di bin navê HEVKARÎ da
gelek kar û xebatên kêrhatî yên hevbeþ pêktên. Yek
ji wan jî meþ û xwepêþandana do, ango ya roja 7ê
siabatê ya li Kolnê bû.
Bi
amadekarî û bangewazîya Hevkarîyê li Elmanyayê bajarê
Kolnê meş û xwepêşandanek gewre hate derbaskirinê.
Ji her çar parçên Kurdistanê ji 15.000î pirtir kes
beşdarî çalakiyê bûn. Xên ji endam û hogirên
partîyên Kurdistanê gelek kesên serbixwe, şexsîyetên
kedkar û hin dostên bîyanî jî beşdar bûn.
Li ser çareserkirina
pirsa Kurdan ya bi şiklê federalîyek coxrafî,
sîyasî û netewî Kurdan tu caran ne li welat ne jî
derveyî welat paşda gava neavîtin. Ji bona
piştgirîya daxwaza rewa ya gelê Kurd û pêşîlêgirtina
dek û fenên neyaran Kurd carek din jî daketine meydanan.
Pey qurbanîyên lawên
hêja yên ku yekê roja Cejna Qurbanê li Hewlêrê canê
xwe yê pak ji dest dan, kela kela dilê Kurdên derveyî
welat hin zêdetir bû. Ji ber vê yekê axaftinvanên
meşê giranî dane vê rewşa nû. Tirs û xof
xistine dilê neyaran. Yekitîya xwe, daxwaza gelê
kurd ya sedên salan nîşan dan, dilê me hemû
Kurdan şakirin. Hêz û bawerîya me xurttir kirin.
Bi peyvek din Kurd li Kölnê bûne yekdil, yekdeng
...kurdayetî dane pêşîya hizbayetîyê.
Kurdistan tv bi raste
rast li meydanê weşana xwe kir. Yekbûnab Kurdan
raxiste berçavên alemê.
Di meşê da gelek
şîarên balkêş hebûn ku gor dilê gişk
Kurdan bûn. Bo nimûne:
“Bersîva terorê yekitîya
Gelê Kurd e.”, “Kerkûk dilê Kurdistan e”, “Serxwebûna
Kurdistan”, “Kurdistan yek parçe ye, Hewlêr Helebçe
ye.”, “Hewler 11 septembera Kurdistanê ye.”, “Erê,
erê Federalîyê ra erê.” “ Şehîd namirin!” û
hwd.
Bi pêşkêşkirina
hunermenda dengxweş û dilkovan Newrozê va meydana
xwepêşandanê delerizî, carna bê liv her di
cî da disekinîn, carna jî bi coşeke bêhempa
diqirîyan.
Pir mesaj hatibûne şandinê.
Ji Kurdistana Bakur mesaja sersaxî û piştgirîya
daxwaza Federalizmê HAK-PAR rêkiribû. Mesaja Dilşad
Berzanî hevalekî xwend. Parlementerê Kurd ya Elmanyayê
ji partîya PDS birêz Sayan axivî piştgiriya
xwe û partîya xwe eşkere kir. Gelek mesajên
din ku rêvabirê meşê ra hatibûne şandinê.
Hinek wana binav kirin, hinekan wana jî xwendin.
Îngilterê ji partîya LABOR (Karker) parlementer
û wazîrê kevn Tom Clarke jî terora li ser Hewlerê
şermezar dikir, ji gelê Kurd ra serxweşî
dixwast. Û weha domdikir:
“ .. terorîst dixwazin
Kurdan parçe bikin, zirar û zîyanê bighînine gelê
Kurd. Lê nikarin serbikevin. Beravêjî serokên Kurdan
hin bêtir nêzikê hevdu dibin. Hin bi xurtî pişt
didine hevdu û bi gavên emin û ji xwebawer her berepêş
dimeşin.” , “ Gelê Kurd li Kurdistana Îraqê
da tûşî gelek keresat û êşan bûye. Di
demek usa da ku li ser pêşedema Kurdistanê
da nîqaş hatine kirinê da ev bûyer pêkhat.,
ev gelek balkêş e. Dizê em bala xwe bidine
nîyetên ne baş yên cînarên wana. Serokên Kurdan
dixwazin heremê Kurdistan bi giştî bikeve bin
destê hukma wana. Kurd heq dikin ku em bi hemû heza
xwe va pişta wana bigrin û alîkarîya xwe her
pêş û hêztir bikin, da ku li Îraqê çareserîyek
adil pêkbê.”
Dîsa ji eynî partîyê
da John McDonnel jî bi mesajek germ û dilsoz piştgirîya
xwe bi gelê Kurd ra eşkere kir.
Beyana wazîrê derva
ya Îngiltereyê birêz Jack Straw ji gihîşte
destê rêvabirên xwepêşandanê. Ew jî ew êrîşa
neînsanî şermezar dikir û sersaxî kek Mesud
û Mam Celal ra dixwast.
Bi navê partîya Keskan
ya Elmanyayê xanim Claudia Roth jî mesajek şandibû.
Ewê jî serxweşiya xwe pêşkêşî gelê
Kurd dikir. Di mesajê da ji bo duweroja Kurd û Kurdistanê
tu daxwaz yan jî pêşniyazeke balkêş tune
bû.
Bi navê Gruba Parlementoya
Federal ya SPD li Elmayayê xanim Uta Zapf mesajek
gelek balkêş şandibû. Li jêre em bi kurtî
wana dinvîsînin:
“ Pêşîn ez piştgirîya
daxwaza Federalîzm, desthilatîya Kurdan dikim. “,
“ Hukma Kurdan li heremê
di karê avadanî û xizmetê da gelek baş xebitîn.
Dawîyê di nav aşitîyê da jîyan, pêwist e ewî
jîyanê em nevêjine nav xeteran..”
“ Rola cînarên İraqê
jî pir girîng e. Ne tenê Kurdên Îraqê her usa Kurdên
li Îran û Sûrîyê
da jî divê di nav emnîyetê
da bijîn. Ew dewletên cîran divê têkilî nav karê
Îraqê nebin.
Biryara pêşedema
Îraqê, ji kîjan guruba gel dibe bila bibe divê ewana
bi xwe bidin..”
“ Di ware demokratîkbûyînê
da li Tirkîyê jî hin gav tên avîtinê. Divê di warê
mafên çandî û
kulturî, heq û mafên
însanên sivîl bên naskirinê. Lê di van gavan da
hin îstiqrar nîne, bi xeteran ra rû bi rû ye. Bê
şik, pêwist e Tirkîye karên xwe bo beşdarbûna
Yekitîya Evrupayê bidomîne. “
“ Çawa tê zanîne ji
sala 1991 dan virda, grûbeke bi Kurdan va xebatê
dike ya partîya me heye.
Çi li welatê xwe da
çi wek penaber li vî welatî, ew Kurdên ku bi riya
aşitîyê û demokratîk
li heq û mafên xwe digerin,
ji wan ra rêz û hurmeta min heye. Û carek din gelek
spasî wan dikim.”
“ SPD wek berê bi hêzên
demokratîk yên Kurdên li Iraqê li ciyên li der va
xebata xwe
wê bidomîne. Partiyên ku li vêderê ne, ji mêj
ve ye pêwendiyên me yên dostî bi wan her heye. Dijayetiyên
fikrî dema hebên jî, bi dan û standinek baş
va me her car çareserkirîye.”
Gotarvanê bi navê Hevkarîyê
balkişande ser rewşa daxwazê gelê Kurd
û weha domand: “Divê
netewa hakim ya İraqê
ji dîrokê ders bistîne. Ji bona avakirina Îraqeke
demokratîk, federal û
yekgirtî bi dilxwazî
karbike.Lê belê mixabin ku ji bilî cîranên der
ku Kurdistan di nav xwe
da parve kirine, raste
rast dijîtîya her mafekî Kurdan û her usa Îraqeke
demokratîk dikin.
Li aliyê din, ereban
qewlên ku dane xwe jê paşda dikşînin.
....Kurd heta mafê xwe yê rewa wê her berxwebide
û bidest bixîne. Em di vê bawerîye da ne ku hingê
Îraq dikare di nav aşitîyê bi gelên din va
hevra bijî.”
Pişt ra serxweşîyên
xwe pêşkeş kirin û bi van karên terorîstî
va neyar nikarin çavên Kurdan bitirsînin, ji rîya
wana vegerînin. Di dawîyê da bangê welatên Hevpeyman,
Yekitîya Evrupayê û Yekitîya Milletan kirin ku li
pêşiya pirsa Kurdan bêdeng nemînin û piştgirîya
Kurdan bikin.
Bi navê Partiya Demokrata
Kurdistan û Yekitîya Niştimanê Kurdistan gotarvanek
gotareke hevbeþ xwend. Ev bûyerê bi tenê serê xwe
dilê beşdaran şakir. Mesajên birati û
yekitîye her baş dîyar bû. Her usa kar û xebatên
bo Îraqeke Federal û yekgirtî jî hate dest nîşan
kirinê.
Dengbêj û hunermendên
hêja ji bi stran û sirûdên niştimanî va kela
dilê beşdaran carek din jî bilind kirin. Şivan,
Fatê, Şirîn, Evin, Dilşad Zaxoyî, Elî
Baran û yên mayîn beşdar bên.
Piranîya Kurdên beşdar
di ve bîr û bawerîyan da bûn ku, bi biratîyek rasteqîn
va em dikarin êş û birînên xwe derman bikin
û her di rîya heq û rewa da bimeşîn . Meş
û xwepênîşandan bi van dawxaz û hêvîyên nû
va bi serfirazî dawî hat.
|