Rê
û rêsma pîrozkirina salvegera damezrandina Komara Kurdistanê
25ê Rêbendana 2011/18:58
Îro, li Hewlêrê, bi mebesta pîrozkirina 65emîn salvegera
damezrandina Komara Kurdistanê, piştî kombûna serok
û nunerên partî û hêzên siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê,
rê û resmekî berfireh li salona Saad Abdullah hate pêkanîn.
Dengê Azad/Hewlêr
Rê û rêsma pîrozkirina salvegera damezrandina Komara
Kurdistanê, bi beşdariya serok û nunerên partî û
hêzên siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê, Serokê Parlamentoya
Kurdistanê, Nunerên Serokê Herêm û Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê, balyoz û konsolên welatên biyanî, mevanên
derve û navxweyî hate pêkanîn.
Merasîma pîrozkirinê bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîp
û rêzgirtin bo şehîdên Kurdistanê ve destpêkir. Piştî
sirûda netewî, xwendina çend ayêtên ji Qur-an’a pîroz,
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî gotarek pêşkêş
kir.
Serokê
Parlamentoyê di gotara xwe de girîngî û pîroziya damezrandina
Komara Kurdistanê anî ziman û damezrandina Komara Kurdistanê
bingehê diyarkirina mafê çarenûsî ya gelê Kurd bi nav
kir û diyar kir ku paş rûxandina Komara Kurdistanê
evro ew rihê neteweyî û armanca pîroz li Başûrê Kurdistanê
carekî dî ketiye jiyanê. Kerkûkî di berdewamiya gotara
xwe de weha got; “Parastina vê ezmûna Herêma Kurdistanê
bi kamilkirina asayîş, berfirehkirina demokrasî û
azadiyê û xebata bexteweriya bo jiyana gelê Kurd û pûçkirina
pîlan û astengiyên li ber yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd
ve ye. Li vê derê tiştê ku me behs jê nekirî, tenê
rûxandina Komara Kurdistan e. Ji ber ku em pîrozkirina
salvegera damezrandinê dikin. Lê belê hewce dibînim ku
du xalên girîng destnîşan bikim. Yek, helwest û îradeya
Pêşawa Qazî Mihemed e ku ji bo parastina gelê xwe
jiyana xwe feda kiriye ya duwem jî rola nemir Mela Mistefa
Barzanî ye erkê parastina Komara Kurdistanê bi stuyê xwe
ve girtî û bûye Fermandarê Hêza Parastinê Pêşmerge
û emanetê Komara Kurdistanê Ala Kurdistanê parastiye.”
Piştî Serokê Parlamentoyê, ji aliyê Nunerê Serokwezîrê
Hikumeta Herêma Kurdistanê Asos Necîb ve peyama Serokwezîr
Dr. Berhem Ehmed Salih hate pêşkêşkirin. Di
peyama serokwezîrê herêma Kurdistanê de hate diyar kirin
ku hikumeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe
ve di xizmeta xebata bidest ve anîna mafê rewa yên gelê
Kurd û diyarkirina mafê çarenûsî daye.
Di
merasîmê de herweha li ser navê partiyên siyasî yên hemû
parçeyên Kurdistanê gotarek hevbeş ji aliyê Endamê
Komîteya Navendî a Partiya Şûî (Komunîst) Dîlman
Amedî ve hate pêşkêşkirin. Di gotara hevbeş
de girîngî û naveroka damezrandina Komara Kurdistanê hat
destnîşankirin û balkişandin ser hin xalên girîng;
“Evro di bin banê Parlamentoya Herêma Kurdistanê û bi
saya azadî û demokrasiyê û di encama xebat û tekoşîn
û qûrbanî dana gelê me de, em 65emîn salvegera damezrandina
yekemîn Komara Kurdistanê pîroz dikin. Girîngiya serweriya
serbixweyiya Kurdistanê di sedsala borî de dikin. Herçende
ev serweriyek bi demekî kurt be jî, ji sedema şert
û zirûfên navneteweyî û paşvekişiyana li ser
doza rewa ya gelan ji aliyê wan dewletên desthilatdar,
hate rûxandin. Lê belê bedela ku di vê rêyê de hatiye
dayîn ji wan hemûyan giranbûhatir bû. Rast e, dibêjin
dîrok wekî xwe dubarê nabît, lê belê evro em dibînin Komara
Kurdistan bi şêweyekî dî û bi ceribandinekî nû hikûmranî
li Başûrê Kurdistan da ji dayîk bûye.
Ew alaya Kurdistanê ku pêşkêşî Komara Kurdistanê
hatiye kirin, piştî pîlanên navnetewî
dijî Komarê, ev alaye, ji aliyê Qazî Pêşawa ve pêşkêşî
Barzaniyê nemir hate kirin. Evro jî, heman ew alaya pîroz
li Xaneqînê heta Zaxo pêşkêşî xelkê Kurdistanê
hatiye kirin û hatiye hildan.
Serkeftina gelê me li Herêma Kurdistanê, serkeftina hemû
parçeyên Kurdistanê ye. Parastina vê destkeftê jî wek
ronahiya çavê me ferz e.
Evro em hemû partiyên siyasî yên her parçeyên Kurdistanê
dubare dikin ku mafê diyarkirina çarenûsî, mafekî sirûştî
yê gelê me ye, wek mafê her gelekî dî yê cihanê. Yasa
û pêymanên navneteweyî ev çende diyar kiriye ku ev çende
jî mafê me wek hêz û aliyên siyasî yên tekoşer e,
li her parçeyekî Kurdistanê de bi şêwazekî gûncaw
û liberçav girtina hal û mercên siyasî û doza rewa ya
gelê me, em vî mafî biparêz in.
Girîng e hemahengî û hevkariyekî gûncaw û liberçav girtina
taybetmendiyan bingehê pêwendiyên me bin.”
Merasîm, piştî pêşkêşkirina gotaran, çend
stran û sirûd ji aliyê hunermendan ve hate gotin û fîlmekî
dîkomenterî ya li ser Komara Kurdistanê hate nîşandan
û pêşkêşkirina grûba folklorê ya Rojhilatê jî
çend leyîstikên folklorê bi dawî hat.
|