Komciwan-Swêdê
dest bi xebatên payizê kir
Komeleya ciwanên kurd li Swêdê (KOMCIWAN-Swêd) dest bi
xebatên demsala payizê kir. Di bernameya xebata îsal de,
wek berê kûrsên govendê, kursa tembûrê, tekwando û kursa
ziman heye. Komeleyê li bernameya xwe ya îsal ”alikariya
dersan” jî daniye. KOMCIWANê roja 28-ê tebaxê de, di civînekê
de ev bername raberî zarokan û dê û bavan kir.
Kûrs wê wek hersal li xaniyê Alviks Kommunalhus (li ser
KOMKAR-ê) bên derbaskirin. Tenê kûrsa ziman û ”alîkariya
dersan” wê di eynî xanî de li Kitêbxana kurdê bên dayîn.
Ji
bo dê û bavên ku dixwazin zarokên wan beşdarî van
çalakıyan bibin dikarin rojên yekşeman di navbera
saet 12.00-15.00 de bên Alvikê yan jî ji malpera komciwan.com,
daxwaza xwe bigihînin rêvebirên kûrsan.
TELEFON (Rojê yekşeman) hûn dikarin herwisa têlefonî
08-253857 (KOMKAR) bikin eger derbarî kûrsan de pirseke
we hebe.
Çalakiya KOMCIWANê ya pêşin
Komeke govendê ya komelê di roja 3-ê îlonê de beşdarî
festîvala Tensta bû, li ber dahol û zurnê govendên kurdî
nîşan dan. Zarokan bi vê çalakiya xwe careke din
ala Kurdistanê û çanda kurdan anîna meydaneke kulturên
cuda yên biyanî li Stockholmê.
|