Perwerdahiya
Şêwirdariyê ya Komciwanê li Duderstadtê
Seyran Çamlibel
Di 26.11-28.11.2010´an da, ji aliyê KOMCIWAN va, semînerek
li ser babetên cur bi cur li bajarê Duderstadta Elmanyayê
çê bû.
Babetên semînerê ev bûn:
1- Retorîk (Birêvebir Susanne Koch)
2- Web 2.0 (Birêvebir Martîn Bayer)
3- Kovara Komciwanê-Kî Ne Em (Birêvebir Rûken Çakmak)
4- Folklor (Birevebir Sedat Karakaş)
5- Perwerdahiya Profîlê (Birêvebir Ercan Arslan)
Heta êvarê ciwanen Komciwanê li ser van babeta xebitîn
û encamên kar û xebatên xwe pêşkêş kirin. Di
semînera retorîkê de ciwan fêrî axaftina li ber civatan
bûn.
Martîn Bayer jî li ser bernama înternetê ya bi navê
"web 2.0" agahdarî da ciwanan.
Rûken Çakmak di koma kovara Komciwanê "Kî Ne Em?"
da rêberî kir û birêvebiriya Komciwanê biryar da, ku kovarê
"Kî Ne Emê" di meha Adara sala pêşiya me
da careke din bide çap kirine.
Sedat Karakaş semînerek li ser folklorê da, lê
ne tenê li ser reqs kirinê. Karakaş xwest hîn bike,
çima arşîv kirina folklora Kurdan girîng e. Sedat
Karakaş her weha da zanîn, ku govenda nûjen ji bo
nifşên nû giring e û ji bo ku ciwan bi nêzîk ve bi
folklora Kurdî va mijûl bibin, divê Komciwan hewl bide.
Ercan Arslan, li ser kar û xebatên Komciwanê û têkiliya
wê ya bi sazî û dezgehên din yên ciwanan, armancên Komciwanê
zêdetir agahdari da beşdarên semînerê.
Êvarê ciwan encamên kar û xebatên xwe pêşkêşî
komên din kirin û gelek gengeşî li ser babetan hat
kirin. Ciwan heta derengê şevê stranan gotin û şevekê
xweş derbas kirin.
Roja dawîye kom dîsa hatin ba hev û semîneran heta nîvro
domandin; xatir ji hev xwestin û ber bi bajarên xwe bi
rê ketin.
|