Ji bo bîrûrayê giştî
Em, ciwanên Kurdistan biryara HAK-PARê
xelet dibînîn
Di 12ê Hezîranê da li Tirkîyê û Bakûrê Kurdistanê hilbijartin
pêk bê. Ev hilbijartin, ji bo Kurdan jî girîng e. Her
çiqas di van çend salên dawî da, bi destê AK-Partî ji
bo çareserkirina pirsa Kurd gavên erênî hatibin hole jî,
ev gavana bê guman têrê nakin. Bi gotinek din, çareserkirina
pirsa Kurd bi tevayî di rojevê da cîhê xwe digre. Bi dawîanîna
şîdetê, bi zimanê zikmakî perwerdeyî, û hîn pirsên
din li ber çavan in. Nêzikê sê hezar zarok, bi awayekî
zorê li zîndanan in.
Bê guman, paş hilbijartinê, di rojeva Tirkîyê da
pêkanîna zagoneke nû ya bingehîn cîh digre. Wek tê zanîn,
zagona Bingehîn ya Tirkîyê, 30 sal berê, bi destê leşkerên
faşî, bi zorê hatibû amadekirinê. Tirkîye bi vê zagonê
birêva diçe. Divê ev zagona bingehîn bi tevayî ji holê
bê rakirin û şûna wî jî zagoneka sîvîl, zagoneka
demokratik û berfireh bê amadekirinê.
Da ku gelê Kurd jî ji vê hilbijartinê sûdên xwe verbigre,
partîyê Kurdan jî bi her awayî beşdarê hilbijartinê
dibin. Ji ber astengên benda %10, BDP (Partîya Aşitî
û Demoqrasîyê) bi namzetên serbixwe dikeve hilbijartinê.
HAK-PAR (Partîya Maf û Azadîyê) jî, ku ji bo çareserkirina
pirsa Kurd, mafê federasyonê daxwaz dike, xwe paşve
kişand. HAK-PAR biryar da, ku pişgirîya namzetên
welatparêz yên serbixwe bike. Gor bîr û bawerîya me diwîyabû,
HAK-PAR bi namzetên xwe, bi gotineke din, bi tenê serê
xwe biketa hilbijartinê; da ku bi awayekî zelaltir daxwazên
gelê Kurd banîya zimên, her usa dibû sedem ku sîyaseta
Kurd bi pir rengî, bi pir dengî bimeşe. Lê mixabin
HAK-PAR vê rê hilnebijart. Em, ciwanên Kurdistan biryara
HAK-PARê xelet dibînîn û dixwazin bîr û rayê Kurdistanê
vê yekê bizanibe.
Em, rêxistina Zarok û Cîwanên Kurdistan- KOMCÎWAN, girîngî
didin pirdengîtîyê û ji bo pêşerojê jî hêvî dikin,
ev bibe bingehek ji bo sîyaseta Kurd.
Komîta Rêvabir ya
KOMCÎWAN-ALMANYA
31.05.2011
|