Li
Komeleya ÇIRA Diyarbekirê gotara li ser zimên
Pedagog û nivîskar Remezan
Pertew û birêvebirê Komeleya ÇIRA Diyarbekirê Zilkîf Mavlay
bi mebesta Roja Zimanê Zikmakî li Komeleya ÇIRAyê gotarek
li dar xistin. Remezan Pertew li ser mijara Ziman û Kesayetî,
Zilkif Mavlay jî li ser Asîmîlasyon û Deformebûnê Zimên
axifî.
Remezan Pertew li ser zimanê
dayîk û pêkhatina kesayetiyê weha axifî; “Prosesa heta
heşt salê pêşî di jiyana zarokan de gelek girîng
û krîtîk e. Çawaniya kesayetiyê, têgihîştina xwebûna
taybet, hesta biqîmetbûniyê û hwd. gelek xisûsiyetên girîng
di vê heyamê de pêk têne.
Pertew
diyar kir ku bingehên kesayetiyê di heft heşt salên
pêşiyê de çê dibe. Kesayetî hem bi xisûsiyetên irsî
û hem jî bi tesîrên derûdorê ve şikil digre. Jibo
ku kesayetî bi awayekî tendurist pêşve biçe divê
merhaleyên pêşveçûnê neyête astengî kirin. Her weha
Remezan Pertew da zanîn ku hînbûna zimanê zikmakî prosesek
e ku ji zikê dê ve destpê dike ta dawiya jiyanê didome.
Pertew got ku zarok cîhana ji bilî xwe bi zimanê xwe î
zikmakî ve dinase û îfade dike. Herçî tiştên ku yekemîn
car rastî wan tête bi taybetî bi zimanê zikmakî navên
wan dinase. Zimanê zikmakî bo nasnameya bingehî ya zarok
unsûreke eslî ye. Pertew weha dom kir; “Lewre di nav zimanê
zikmakî de ne tenê kelîme henin her wiha hin faktorên
cuda jî bixweber zarokî hîn dibe. Zarok digel zimên çanda
xwe jî hîn dibe. Bo jiyana xwe yê li pêşî,
nuqteyên xwe ên referansê di vê demê de pêk tîne û ev
hemî tiştan dibin qalib û bi vî awayî di bîra wî
de dimîne. Dema ku zimanekî dî hîn dibe bivê nevê ew qalib
yekser dîsa cihê xwe digrin û bo hînbûna zimanê biyanî
dibine rêber. Yanî em dikarin visa bêjin ku eger zarok
zimanê xwe î zikmakî baş hîn kiribin dê hem li layê
akademîkî baştir serkevin û hem jî dê zimaneke dî
baştir û zûtir fêr bibin.”
Di
warê perwerdehiya bi zimanê zikmakî de jî Pertew weha
da zanîn; “Perwerdeyiya bi zimanê zikmakî tunebe jî qene
zimanê eqaliyet û neteweyên dî piçûk û bêqîmet nayê dîtin.
Lêbelê li tirkiya dev ji perwerdekirinê berdin heta salên
nodî xwendin û nivîsandin jî qedexe bû û sedema girtin
û lêdanê bû. Hîn jî zimanê kurdî ji aliyê damûdezge û
burokrasî û çapemeniya Tirk ve biçûk û bêqîmet tê dîtin.
Bi taybetî li malbatên ku hesta Kurdayetî lawaz e ev piçûkdîtîn
û qîmetnedan bêtir bi tesîr dibe û dibe sedema terkkirin
û ne axaftina zimanê kurdî. Yanî bi taybetî zarokên kurd
ev yek baş dizanin ku zimanê wan zimanekî qedexe
ye, zimaneke nihên e û nayête taswîb kirinê. Her wiha
zarok li ser vî fehmî hin mekanîzmayên parastinê bi kar
ve tînin. Mekanîzmayê xweparastinê bo rewşên ne tendurust
û bi awayeke ne tendurust têne bi kar ve anîn.” Paşdemayîna
hînbûnê, kêmasiya bixwe bawerbûniyê, lalûteyî û zimangiranî,
ji rastiya xwe dûrketin, bêhêvîbûna bo dahatûyê, mêla
tawankirin û agresîvî jî wek encamên van mekanîzmayan
diyar kir. Remezan Pertew got ku di encamê de zarok ji
realîteya xwe direvin, xwe ji cîhana derve re digrin,
bêhêvî dibin, qabiliyeta xwe î afirandinê dikujin û derheqê
xwe de dibin xwedî hestên bêçareyî û gunehkariyê.
Pertew derbarê fêrkirina
zimanê zikmakî wezîfeyên dê û bavan weha bi rêz kir; “
Herçend ne çareyên mayînde bin jî mirov wekî ferdî/malbatî
dikare hin rêbaza pêkbîne bo ku zarokên xwe hînî zimanê
zikmakî bike.
Jibo hînkirina zimanê zikmakî
hin qaîdeyên ku pêwîst e ev in:
1-
Heman mirov-heman ziman: Ew kesê ku bi zarok re diaxive
divê hertim bi heman zimanî ve biaxive. Eger zarok bi
zimanê dî biaxive divê guhê ker bidin ber wî. Zarok hêdî
hêdî dê bi wî zimanî hevokan saz bike. Yanî zarok divê
bê îqna kirin. Divê dê û bav ji berê de peyman kiribin
da ku kî dê bi kîjan zimanî ve biaxive.
2-
Heman kes divê li cihê ku zarok gel wî ye heta jê te bi
heman zimanî ve biaxive. Yanî zarok zanibe ku dayîka wî
an bavê wî li gelek deran wisa diaxive. Bi vî awayî di
mejiyê wî de dubendî çênabe.
3-
Divê kesên derdorê jî li gorî vî qaîdeyê ve hereket bikin.
Dapîr, bapîr, xal, mam, met, xalet li gorî peymana dê
û bav hergav bi heman zimanî ve biaxivin.
4-
Divê materyalên dewlemend bête bi karanîn. Yanî bila zarok
hînbûna ziman wekî barekî giran nebîne, jê zewq bigre.
5-
Jiberkirin: Zarok pêşî tênegihe jî stran, çîrok,
çîvanok, tiştonek, helbest û hwd. tiştên kûrt
pê bidin jiberkirinê. Lewre hem bo binyada wî ya gewriyê
û hem jî bo bikêriya guhên wî ev yek pêwîst e.
6-
Divê her roj pê re xebat û temrîn bê kirin. Lewre dubarekirina
temrînan piştî heyamekî şûn ve encamên erênî
pêk tîne. Eger zarok di dema temrînan de aciz bibe hingê
divê neyê dewamkirin û hinek navber bê dayîn û piştî
bêhnvedaneke kurt dîsa xebat berdewam be.”
Di dawiya axaftina xwe de
li ser kêşeya zimên got ku çarenûsî guherîna statuya
miletê kurd e. Pertew weha pê de çû; “Çareseriya mayînde
bi her awayî girêdayî çareseriya siyasî ye. Îroj kêşeya
navendî meseleya statûya miletê Kurd e.”
Piştî
Remezan Pertew, Zilkîf Mavlay dest bi axaftinê kir; Mavlay
di destpêkê de derbarê rewşa zimanên dinê de hin
agahiyan da. Paşê li ser zimên û taybetmendiyên zimên
axifî. Mavlay, zêdetir li ser aliyê zimên yê neteweyî
sekinî û weha got; piştî şoreşa pişesaziyê
împeretorî hilweşiyane û li ser mîrateyên împeretoriyan
netewedewlet avabûne. Neteweyên ku dewlet avakirine xwe
mecbûr hîs kirine ku yekîtiyek di nav xwe de peyda bikin.
Ji bo vê yekê jî ziman wek navgîneke sereke bi kar anîne.
Mavlay weha pê de çû; “Netewedewlet li ser daxwazên
netewebûn û mafên kulturî û çandî avabûn. Neteweyên dewlet
avakirin, pêşî ziman û kulturên neteweyên bindest
qedexe kirin. Li Tirkiyeyê ji bo sazkirina netewedewletê,
zimanê tirkî wek hêmaneke girîng hatiye bikaranîn. Di
destpêka salên 1930yî de bi navê teoriya “Guneş Dil
Teorisi”, “Teoriya Zimanê Rojê” hatiye îdeakirin. Li
gor vê teoriyê zimanê tirkî wek dayîk û çavkaniya zimanên
dinê tê nîşandin. Di sala 1932an de bi navê “Turk
Dil Kurumu” Saziya Zimên ya Tirkan tê avakirin. Armanc
ew bû ku zimanê tirkî ji bin bandora erebî, farisî, fransî
û zimanê din xilas bikin. Bi vê yekê pêvajoya netewebûna
gelê tirk di nav demeke kurt de bigihînin qonaxa pêş.”
Derbarê wezîfeyên zimên de
jî Mavlay got ku bi saya zimên netewe, civat an jî bi
giştî mirovatî çand, berhem, ray û ramanên xwe neqlê
nifşên nû dike. Ne ji zimên be, dê hemû stran, helbest,
çîrok û berhemên bi vî rengî dê neql nebin û ji bo avakirina
wan dê dîsa civat mecbûr bimîne bixebite.
Piştî agahiyên li ser
zimên Mavlay li ser mijara asîmîlasyonê axifî. Got ku
asîmîlasyon di pêvajoyeke sîstematîk de û ji bo armancên
dewletê tên birêvebirin. Di vê pêvajoyê de di nav çanda
serdest û ya bindest de dirûvbihevketine û veguherînek
tê peydakirin. Ji dirûbihevkitinê mebest eynîbûn e; çanda
serdest wek xwe dimîne û ya bindest jî dişibe ya
serdest. Ango ya bindest ji kirasê xwe derdikeve dikeve
kirasê çanda serdest.
Wek sedemên asîmîlasyonê jî
got ku dewlet bi mebesta ji bo avakirina neteweyek an
jî netewedewleteke nû, ji bo pêşîlibergirtina yekîtî
û netewebûna gelên bindest, ji bo kuştina ziman û
jenosîda çandên neteweyên bindest û ji bo entegrasyonê
dikin. Mavlay derbarê rê û rêbazên asîmîlasyonê de jî
da zanîn ku asîmîlasyon bi qedexekirina ziman û çandên
bindest, li derveyê bazarê hîştina zimên, bi darê
zorê standerdîzekirina elîfbayan, serbesthîştina
ziman lê ji perwerdehiyê bêparhîştinê û bi xebatên
entegrasyonê ne.
Li ser polîtîkiyên asîmîlasyonê
yên ku li ser kurdan û neteweyên Anatoliyê hatine kirin
ji serdema Osmaniyan hetanî roja îroyîn kir. Mavlay got
ku di serdema Osmaniyan de Yavuz Sultan Selim bi darê
zorê kurdan koçê Anatoliyê kiriye. Dîsa di dema Abdulhemîd
de bi navê “Dibistanên Eşîretan” dibistan hatine
vekirin û zarokên serokên eşîretan bi zimanê Osmanî
li van deran hatine perwerdekirin. Di makezagona ku di
sala 1876an de ya bi navê Kanûnî Esasî hatin îlankirin
de weha hatiye gotin; “Ji bo di karûbarên dewletê de bên
îstihdamkirin pêwîst e ku hemû tebaayên ku di bin desthilatdariya
Dewleta Osmanî de dijîn bi tirkî ku zimanê fermî yê dewletê
ye bizanibin.
Di sala 1910an de navên gund,
bajar, bajarok û cihên din yên coxrafîk tên guhartin.
Ji bo vê fermîkirina vê yekê di sala 1913an de bi navê
"İskân-ı Muhacirin Nizamnamesi"
namedorek tê derxistin. Ev pêvajo di sala 1957an
de careke din bi belgeyeke fermî tê pesendikirin. Di sala
1957an de bi navê "Ad Değiştirme İhtisas
Komisyonu" Komisyona Navguhertinê tê avakirin. Di
vê komisyonê de nûnerên Serokerkaniyê, Wezarete Karên
Navxweyî, Wezarete Perwerdehiyê, nûnerên Fakulteya Ziman,
Dîrok, Coxrafya ya Zanîngeha Enqereyê û yên Saziya Zimanê
Tirkî jî hebû. Ev komîsyon hetanî sala 1978an dixebite
û 28 hezar navên gund, bajar, bajarok, çiya, çem, deşt
û hwd diguhurînin.
Paşê li ser polîtîkayên
asîmîlasyonên yên Tirkiyeyê jî Mavlay diyar kir ku ji
makezagona 1921an hetanî ya makezagona 1980yî kurdî ne
bûye xwedî statuyek û her weha zimanê tirkî her care wek
zimanê fermî hatiye pesendkirin. Mavlay li ser Plana Paqijkirina
Rojhilatê ( Şark Islahat Planı Kararnamesî)
ya 1925an, li ser Yasaya Mecbûrî ya bicihikirinê ya 1934an
axifî û got ku ev her dû kirinên dewletê ji bo helandina
kurdan hatiye kirin. Mavlay polîtîkayên dewletê yên ji
bo asîmîlasyonê çend mînakan weha bi rêz kir; “Di sala
1933yan de bi navê “Andimiz” bi destê Dr. Reşîd Galîp
tekstek tê amadekirin. Di vê tekstê de gelek hevokên nijadperest
hene. Ev tekst, sondek e; her roj zarok vê sondê dixwin
ku ew; “Tirk in, rasteqîn in, jêhatî ne, hemû hebûna wan
ji hebûna tirkan re diyarî be û ew kesê ji xwe re dibêje
‘ez tirk im’ gelek bextewar e. Di destpêka salên 1960î
de bi navê “Yatili Bolge Okullari” dibistanên leylî tên
vekirin. Armanca van dibistanan ew bû ku; zarokên gundîyan
ji malbatên wan bên girtin, bi mehan ji dê û bavên xwe
dûr, di nav çerxa asîmîlasyonê de bên hêrandin. Di salên
1990î de xwendina mecbûrî ji pênc salan kirin heşt
salan. Mirov dikare bibêje ji yeke armancên sereke vê
helwêstê jî asîmîlekirina zarokên kurd bû. Lewre kurd
ji ber sedemen aborî û civakî gelek caran piştî pênc
salan zarokên xwe, xasima jî zarokên xwe yên qîzîn nedişandin
xwendinê. Dewlet ji bo pêşî li vê rewşê bigre
biryarek weha da. Mirov dikare bibêje ku amadekariyên
vê projeyê di dema Kenan Evrenî de hatin kirin. Yekem
car wê demê dibistanê heşt salî hatin vekirin. Di
salên 1990î de bi navê ÇATOM-“Çok Amaçlı Toplum Merkezî”
( Navêndên Civakî yên Pirarmancî), Toplumsal Kalkınma
Projesi (TOKAP) li bajarên Kurdistanê sazî tên vekirin.
Li van saziyan ji bo jinên kurdan qursên xwendin û nivîsandina
tirkî tên vekirin. Radyoyên ku bi tenê kanalên FM dikşînin
wek diyarî li jinan tê belavkirin. (Li vir armanc guhdarkirina
muzîk û bernameyên tirkî ye.) Her weha dîsa ji bo jin
û keçên kurdan saziyên wek AÇEVê (Weqfa Dayîk û Zarokan)
tên vekirin.
Di destpêka salên 2000î de
derbarê berfirehkirina dayîngehan de (anasinifi) hewldanên
fermî hene. Di bin konên reş de û bi mamosteyên nîvxwende
bin jî dewlet vê projeyê bi salan e birê ve dibe. Di vê
qonaxê de êdî asîmîlasyon gihîştiyeke asteke xeter.
Zarokên kurd yên ku hê nû bi axaftinê vebûne, ji malbatên
xwe tên veqetandin û rojê 5-6 siet bi zimanê tirkî tên
perwerdekirin. Li vir mudexele yek ser ji mêjûyê pêşerojo
kurdan tê kirin.
Mavlay derbarê du zimaniyê
de jî got ku duzimanî ji bo civakekê beriya her
tiştî dewlemendi ye. Lê bi şertê civatekek li
ser civateke din deshilatdariyê neke û zimanê xwe nespêre
wê. Ger hemû ziman bi awayeke wekhev bên temsîlkirin,
pirçandîtî û jiyaneke demokratîk ava dike. Lê li dewletên
totalîter dibe sedemê asîmîlasyon û kuştina civata
pirçandî.
Mavlay li ser helwêsta malbatên
kurd di derbarê zimanê zikmakî de weha axifî; Hêzên serdest,
ziman û çanda neteweyên bindest qedexe dikin. Paşê
diçewsînin. Weke li kurdan kirin. Ji kurdan re gotin ku
“kurd ên biqemçik in”, “zimanê we ne zimanê perwerdehiyê
ye”, “zimanê we têrî wêje, pazar û siyasetê nake”. Dixwazin
ku neteweyên bindest ji zimanê xwe fedî bikin. Di encama
van polîtîkayan de dê û bav pirî caran wusa difikirin
ku zimanê wan ê zikmakî pere nake, bêqîmet e û dê pêşerojê
de bi kêrî zarokên wan nehê. Ji ber vê yekê zimanê xwe
yê zikmakî êdî di nav malê de jî bikar naynin; dest bikaranîna
zimanê hêzên serdest dikin. Di vê qonaxê de otoasîmîlasyon
ango xweasîmîlasyon dest pê dike. Ji xwe li der ve jî
zimanê ji ber karûbarên fermî zimanê serdest tê bikaranîn.
Helandin û dejenerasyona zimanê zikmakî di vê merheleyê
de digihîje qonaxa herî xeter.
Mavlay di dawiya axaftina
xwe de li ser deformebûna zimên weha got; “Daxwaz ji deformasyonê
kuştina mêjûyê kurdan, dejenerekirina rihê kurdayetiyê
ye. Pirî caran em bêyî li berhemên klasîk yên kurdî binhêrin
em bi tirkî difikirin û bi kurdî dinivsînin an jî diaxifin.
Bi vî awayî jî di diyalog û nivîsên me de rihê kurdî lawaz
dibe.” Mavlay derbarê gotin û îdyomên ku deformebûne de
çend mînak da û got ku ji bo çareseriya pirsên zimên jî
avakirina dezgeheke neteweyî pêwîst e. Ev yek jî bi statuya
kurdan ve girêdayî ye.
|