Şandeya
Komeleya ÇIRA serdana Baydemîr kir
Dengê Azad-Amed
Şandeya Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Diyarbekirê
ya di bin serokatiya Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçi de
serdana Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê kir. Şande
ji aliyê Şaredar Osman Baydemir ve bi kêfxweşî
hat pêşwazîkirin.
Birêvebiriya Komeleya ÇIRA ya Diyarbekirê di çarçoveya
serdanên xwe ya li saziyên li Amedê de serdana Serokê
Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Osman Baydemir kir.
Şandeya koemelyê ku ji Serokê Komeleyê Nevzat Karakeçi,
Sekreterê Komeleyê Diyar Arcan, Birevbirên Komeleyê Zozan
Ekmen û Bora Balîn û Sekretera Komîsyona Jinan ya Komeleyê
Evîn Bahar Dundar pêk hatibû, ji aliyê Serokê Şaredariya
Bajarê Mezin ya Amedê Osman Baydemir ve li meqamê xwe
hat pêşwazîkirin.
Serokê
Komeleyê Nevzat Karakeçi, berî ku behsa kar û xebatên
komeleyê bike, diyariyek ku ji rêzepirtûkên M. Emin Bozarslan
yên “pêkenok”, “çîrokên gelêrî” û Mem û Zîn û Baxçê Zimên
pêk hatibû ku di nav weşanên DENGê de hatine weşandin,
pêşkêşê Baydemir kir. Piştre bi kurtî behsa
xebat, proje û çalekiyên komeleyê kir û da zanîn ku ji
roja damezrandinê û heta nuha bi hemû hêz û derfetên xwe
ji bo pêşvebirin û kemilandina çand, ziman, edebiyat
û folklora kurdî xebat kirine û ji nuha û pêve jî, dê
van xebatên xwe bidomînin.
Karakeçi, di berdewamiya axaftina xwe de ked û hesasiyeta
Baydemir ya ji bo zimanê kurdî bi giringî nirixand û diyar
kir ku ew wek Komeleya Çand û Hunerê rûmetek mezin didin
vê hesasiyeta cenabê wî û wek saziyeke neteweyî jê re
spas dikin. Karakeçî, herweha bal kişand li ser
xeteriya pêşberê zimanê kurdî ya li bakurê Kurdistanê
û diyar kir ku divê fikare û siya siyasetê li ser ziman
bê rakirin û hemû sazî, dezge û herkesê berpirsyar wek
meseleyeke hebûn û nebûnê li ziman binêrin û di vê çarçoveyê
de li ziman xwedî derkevin.
Serokê
Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Osman Baydemir,
bi germî xêrhatin li şandeyê kir, wan pirtûkan diyariyeke
gelek giranbuha nirixand û spasiyên xwe pêşkêşê
şandeyê kir. Baydemir jî, di berdewamiya axaftina
xwe de bal kişand ku herçendî di warê rojname, kovar,
weşangerî, televîzyon û wd. de pêşkeftin û destkeftinên
cidî hene û di warê nivîsandin û bikaranîn zimanê kurdî
de azadiyek berbiçav hebe jî, lê di warê zanîn û bikaranîna
ziman de bi taybet jî di nav nivşên nû de paşkeftin
û qelsiyek gelek mezin tê dîtin û weh got; “Ev yek jî
ji bo pêşeroja gelê Kurd xeteriyek gelek mezin e
ku divê ji nuha ve pêşî lê bê girtin û ji bo vê yekê
jî divê herkes û her sazî bi reflekseke neteweyî tevbigere.
Baydemir, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku
divê her yek ji me ji nuha pêve sedî sed bi kurdî bifikire,
bi kurdî bipeyve û bi kurdî bijî û weha got; “Ya herî
giring jî, divê em zarokên xwe bi kurdî bidin nasandin
û jiyandin. Ji bo vê yekê em wek şaredarî çi wezîfe
bikeve ser milê me, em amade ne ji çand û zimanê xwe re
xizmet bikin.”
|