Komeleya
ÇIRA Diyarbekir Roja Zimanê Zikmakî Pîroz kir
Komeleya ÇIRA Diyarbekirê bi mebesta pîrozkirina Roja
Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî meşeke girseyî li dar
xist û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê perwerdehiya bi kurdî
hat xwestin.
Endam û alîgirên Komeleya ÇIRA Diyarbekirê ji bo pîrozkirina
Roja Zimanê Zikmakî 20ê Sibatê roja yekşemê ji avahiya
komeleyê hetanî AZC Plazayê bi awayeke girseyî meşiyan.
Di meşê de alîgir û endamên ÇIRAyê bi sloganên “Zimanê
me rûmeta me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Her tişt
ji bo azadiya ziman” avêtin û strana Aramê Tîgran ya bi
navê “Zimanê Kurdî” gotin. Dema girseya ÇIRAyê gihîşt
ber AZC Plazayê pêşî çû serdana standa îmzeyê ya
HAKPARê ku ji bo zimanê zikmakî hatibû danîn. Li wir piştî
îmzekirina daxwaznameyan, serokê komeleyê Nevzat Karakeçî
daxuyaniyê xwend. Karakeçî got ku; Sibê roja zimanê zikmakî
ye. Gelê kurd, di sedsala 21an de dîsa nikare zimanê xwe
bi awayeke azad bikar bîne. Gelê kurd ji pîrozkirina vê
roja wek cejn dîsa bêpar e.
Karakeçî
diyar kir ku di sala 1999an de Rêxistina Perwerde, Zanist
û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo pêşî
li ber mirin û wendabûna zimanên li dinê bigre, ji bo
zextên li ser zimanên zikmakî yên hindikahî û gelên bindest
bên rakirin û ji bo xurtkirina zimanên li ber mirinê,
li dinê 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî îlan kiriye.
Karakeçî got ku li gor îstatîstîkên UNESCOyê li dinê ji
6 hezarî zêdetir ziman hene. Nêzikî 2500 ziman li ber
windabûnê ne. Her weha li Tirkiyeyê jî nêzikî 20 ziman
di bin çerxa asîmîlasyonê ya rejîma unîter de doza hebûn
û nebûnê dikin. Mixabin jibo pêşîlibergirtina asîmîlasyon
û mirina zimanan, UNESCO li Tirkiyeyê ne xwedî program
û proje ye.
Nevzat
Karakeçî da zanîn ku bi ser avabûna Komara Tirkiyeyê re
88 sal derbas bûye û 88 sal e li Tirkiyeyê bi dehan ziman
ji aliyê dewletê ve hatine qedexekirin. Xasima jî zext
û zordestiyên li ser zimanê kurdî wext wext gihîşt
asteke faşîzan. Zimanê kurdî ji binî hatiye înkarkirin,
kesên ku bi kurdî re mijûl bûne hatine girtin, weşanên
bi kurdî hatine berhevkirin, cezayên giran li xebatkarên
wan hatine birîn. Herçiqas bi vekirina TRT 6ê û li hin
zanîngehan vekirina beşên kurdî polîtîkayên înkarê
îflas kiribe jî, zimanê kurdî hê jî bi awayeke azad nahê
bikaranîn. Lewra, perwerdehiya bi zimanê tirkî ji aliyê
rayederên dewletê ve wek xeteke sor a dewletê tê diyarkirin.
Ziman di qada perwerdehiyê de hê jî qedexe ye. Karakeçî
balê kişand ser rewşa girtiyên kurd. Diyar kir
ku girtiyên kurd, li dadgehan nikarin xwe biparêzin. Dewlet
dev ji înkarê bernade. Parastinên ku bi kurdî tên kirin,
“wek zimaneke ku jê nayê fêmkirin” di belgeyên fermî de
tê qeydkirin.
Nevzat Karakeçî weha dom kir; “Tirkiye, pêwîstiyên Peymana
Lozanê ku di 24ê Tîrmeha 1923an de mor kiribû jî bi cih
nayne. Di xalên 39 û 40î yên Peymana Lozanê de, di hemû
qadên jiyanê de bikaranîna zimanên neteweyên li Anatoliyayê
dijîn bi awayeke resmî hatibû qebûlkirin. Lê mixabin 88
sal e ev bi cih nahê.
Herweha, li gor Peymana Mafên Zarokan ya ku ji aliyê
Tirkeyê ve jî hatibû morkirin, perwerdehiya bi zimanê
zikmakî wek mafeke zarokan yê xwezayî hatiye pejirandin.
Lê careke din mixabin, Tirkiyeyê xala 30î ya vê peymanê
nepejirandiye.
Li
gel gelê kurd, gelek gel û kêmneteweyên ku li Tirkiyeyê
hene jî, nikarin zimanê xwe yê zikmakî di hemû qadên jiyanê
de bikar bînin. Çerxa asîmîlasyonê ji bo wan jî digere,
mixabin ku ger dewlet dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê
bernede, dê di demeke nêzîk de gelek ziman bimrin û wenda
bibin.
Em careke din dixwazin bidin zanîn ku ziman rûmet û
nasnameya gelan e. Asîmîlasyon jî sûceke mirovahiyê ye.
Divê dewlet di warê ziman de dev ji polîtîkayên înkar
û asîmîlasyonê berde û hewcedariyên peymanên navneteweyî
yên ku mor kiriye, bi cih bîne. Destûra bingehîn bê guherandin
û astengiyên li pêş azadiya ziman bên rakirin. Li
gel zimanê tirkî, zimanê kurdî jî wek zimanê fermî bê
pejirandin. Ji bo bi zimanên din jî perwerdehî bê kirin,
derfet bên avakirin. Zimanê kurdî di hemû saziyên dewletê
de bê serbestkirin. Navên cihên coxrafîk bên îadekirin.
Elîfbaya kurdî bê naskirin. Xebat, lêkolîn û lêgerînên
ji bo xurtkirin û pêşdebirina kurdî bên destekirin
û ji kesên ku dixwazin di vî warî de bixebitin re derfet
bên avakirin.
Herweha, ji bo pûçkirina polîtîkayên red, înkar, qedexekirin
û asîmîlasyonê, bang û daxwaza me ji gelê me jî ev e ku
bi kurdî bipeyîvin, bi kurdî binivîsîn, bi kurdî bixwînin,
bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn.
Roja Zimanê Zikmakî pîroz be.”
|