Komîsyona
Ciwanan ya Navendî ya Hak-Parê hat damezrandin
Dengê Azad/Amed
Di 8ê Çileyê Paşîn de li Şaxê Hak-Parê yê Amedê
de civîna Komîsyona Ciwanan ya Navendî pêk hat. 12 endamên
komîsyonê başdarê civînê bûn.
Civîn bi axaftina Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya
Maf û Azadiya-Hak-Parê Umît Tektaş hat destpêkirin.
Tektaş, di axaftina xwe de komîsyona ciwanan bi giringî
nirixand û diyar kir ku aliyeke herî xurt yê pêşkeftin
û kemilandina tekoşînê bi xebatên ciwanan dikare
pêk were û ciwan pêşeroja partiyê ne. Tektaş,
di dawiya axaftin xwe de ji bo xebatên komîsyona ciwanan
serkeftin xwest.
Piştre Omer Ekmen axaftinek kir û di axaftina xwe
de girîngî da komîsyona ciwanan û bi xwendina rojevê re
civînê da destpêkirin.
Ew kesên ku beşdarê civînê bûne, bi giştî di
axaftinên xwe de qala xebatên ciwanan yên di nav şaxên
Hak-Parê de kirin. Piştre li ser avakirina komîsyona
ciwanan ya şaxên Hak-Parê tu pisrgirek nedîtin û
komîsyonên ciwanan yê şaxên Hak-Parê dê ava bikin
û bi awayekî çalak xebatên xwe berdewam bikin.
Civîn nêzikê 7 seet berdewan kir û endamên komîsyonê
ji bo xurtkirina çalakî û tekîliyên şaxên Hak-Parê
biryarên giring dan.
Di dawiya civînê de bernameya xebatan hat xwendin û belavkirin
û pişte jî wezîfe hat parvekirin.
Peywir;
Serok: Omer Ekmen (Amed)
Sekreter: Mustafa Durucu (Dêrsim)
Muhasîb: Teyfun Taşkan (Enqere)
Çapemenî: Mirad Cengîz (Agirî)
Xebatên Perwerdehiyê: Rohat Kara (Îstanbul)
Endam
Yakob Turan (Erzirom)
Yunis Ekmen (Riha)
Omer Baylan (Meletî)
Savaş Bayhan (Îzmîr)
Sînemxan Keştan (Edene)
Mirad Ekîncî (Wan)
Zafer Korkmaz (Amed)
Piştê parvekirina wezîfeyan Serokê Giştî yê
Hak-Parê Bayram Bozyel beşdarê civînê bû û axaftinek
kir. Bozyel, di axaftina xwe de qala helbijartina peşerojê
kir û girîngî da komîsyona ciwanan ya nawendî.
Piştre li ser xebatên şaxên Hak-Parê hin sohbet
hat kirin û Serokê Giştî Bayram Bozyel serkeftin
ji bo Komîsyona Ciwanan ya Navendî re xwest.
|