Komîta
Piştgiriya HAK-PAR`ê bi partiyên swêdî re civîya
Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê, bi du partiyên swêdî
re civîn pêk anîn. Partiya Sosysal Demokratan(s) li baregehê
partiyê û bi Partiya Gel ya Liberalan (fp) jî li Parlamenta
Swêdê pêşwazî li heyeta Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê
kirin. Li ser navê Sosyal Demokratan, serokê pêwendiyên
bi kurdan re (kurd-nätverk) Cleas Nordmark bi heyeta Komîtê
Paşa Uzun, Haluk Öztürk û Fatma Yenerê re hevdîtin
pêk anî. Nordmark behsa pêwendiyê partiya xwe digel partî
û saziyên kurdan yên her çar parçên Kurdistanê kir. Wï
diyar kir, ku ew pirsa kurdên bakûrê Kurdistanê ji nêzîk
ve dişopînin û herweha siyaseta HAK-PAR`ê jî. Nordmark
got ku herçend HAK-PAR partiyeke xurt nebe jî di rewşa
îro de, ew xwediyê dîtinên maqûl û zelal e. Wî got ku
ew bi xwe û partiya wî jî bi sempatî li HAK-PARê dinhêrin.
Serokê Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê Pa şa Uzun
li ser rewşa heyî agahdarî da û bernameya HAK-PARê
bi zimanê îngilizî pêşkêşî Nordmark kir. Herdu
aliyan jî daxwaza berdewamiya hevdîtinên weha kirin û
kêfxweşiya xwe ji bo vê hevdîtinê anîn zimên
Di
hevdîtina bi Partiya Gel re, parlamenter û berdevkê pêwendiyên
derva Fredrik Malm û sekretera siyasî xanim Sofia Karlsson
pêşwazî li Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê kirin.
Fredrîk Malm ku wek dostekî kurdan yê berbiçav tê naskirin,
bi seredana heyeta Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê kêfxweşiya
xwe anî zimên û derbarî kar û xebata Komela Piştgiriya
Kurdan ya ku ji parlementeran pêk tê agahdarî da. Malm
got ku ev komela ku di salên nodî de çalak bû, nuha bi
navê Sverige-Kurdistan Nätverk (Pêwendiyên Swêd –Kurdistan)
ji nûva dest bi xebata xwe kiriye. Di vê komeleya resmî
ya Parlementoyê de, bilî partiya nijadperest ``Sveriges
Demokrater``, ji hemû partiyan parlamenter endamên wê
ne. Malm bi xwe serokê komelê ye
Di Yekitiya Ewropayê
de dengê kurdan tune
Serokê Komela Piştgiriya Kurdan (Pêwendiyên Swêd
–Kurdistan) Fredrik Malm, li ser kêmasî û neheqiyeke
dîrokî rawestiya û weha got: “Ev serê çend sala ye ku
di danûstandinên navbera Yekitiya Ewropa (YE) û Tirkiyê
de apareteke mezin hatiye avakirin, li ser pirsên endametiyê
hevdu kaş û vekaş dikin, lê li vir dengê kurdan
tune. Kurd wek teref nayên raberkirin, dîtina wan, nûnertiya
wan tune. Bê guman biryarên wan li ser pêşeroja gelê
kurd biryarên dîrokî ne. Divê dengê kurdan jî hebe, li
wan jî bê guhdarîkirin. “
Di vê hevdïtinê de jî Paşa Uzun, Haluk Öztürk û
Arife Güven li ser navê Komîta Piştgiriya HAK-PAR`ê
beşdar bûn. Herdu aliyan biryar kirin ku civînên
xwe di rojên pêşda jî bidomînin
|