Girtiyên siyasî yên Îranê
tenê nehêlin!
KOMJIN, piştgiriya „Kempîna Berevanîkar ji Girtiyên
Siyasî ên Netewên Îranê“ ku hejmarek ji çalakvanên sivîl
û mafên mirov ji neteweyên cur bi cur ên Îranê ve hatiye
damezrandin, dike.
KOMJIN zulma rejima Îranê a li ser girtiyên demokrat,
walatparêz û bi giştî a ser oposizyona Îranê mahkum
dike û piştivaniya xwe nisanî wan dide.
Şiklê dest bi serda girtin û proseya dadigehên Komara
Îslamî bi nav û deng e.
Berê idam kirinê, mela û xunxwarên Komara Îslamî dest
davêjine namusa keçên xama, ku bila paş idam kirinê
neçine behiştê.
Li kijan alî dinê da bê ihtiramika wa heye!
Sernivişta hezaran girtiyên siyasî diyar nine.
Komara Îslamî mina Dehaqê zalim xwina mirovan li ser
pîya dimîne.
Ahmedinecad ji bo kirinê wi, hovitiya wi ya dijî oposizyonê
rexne li Qaddafi digre, gazî Gaddafi dike, ku bila diji
mafê mirovan kar û xebatê neke!
Gelo Ahmedinecad hay ji welatê xwe, hovitiya xwe tune?
Kuçe û kolanên Îranê bi xwina keç û kurên Îranî tên şuştin,
çiyayê Kurdistanê bi meytê Kurd û Îrani ve tijê ye.
Rêxistinên jinan,
Hêzên welatparêz, demokrat, aşitîxwaz,
Dezge û saziyên navnetewi yên insandost û mafê
mirov,
Dengê xwe dijî hovan, qatil û diktatora bilind kin, girtiyên
siyasiyên Îranê tenê nehêlin!
6’ê Adar 2011
KOMJIN-Yekitiya Jinên Kurdistan
|