Banga KOMJINê di 8´ê Adarê Roja Jinên
Cîhanê de li Venezuelayê
wê deng vede!
Di 8´ê Adara 1857´an de bi hezaran jinên karker yên
tekstilê ên berxwedêr li bajarê New Yorkê, ji bo ku mercên
kar yên xedar baştir bibin daketin qad û meydanan.
Bedela vê berxwedanê ji bo wan jinan giran bû. Karxaneya
ku ew tê de girtî mabûn şewitî û 129 jin mirin. Ji
bo piraniya mafên ku me îro bi dest xistiye, jin bedelên
giran dan; hîn jî li welatê me û li seranserê cîhanê bedel
didin.
Li cîhanê bi mîlyonan jin di bin sînora birçîbûnê de
dijîn. Hîn ji me banek nîn e ku li bin bisitirin; hîn
ji me birçî, xizan û bê kar in. Yên ku kar dibînin jî,
an di bin şert û mercên pir giran, an jî ji ewlehiyên
yasayî bê par wek karkerên îhtiyat dixebitin.
Hîn ji me, hewcedariyên rojane wê da deyne, ji qurtek
av, bîhnek hewa paqij bê par in.
Dev ji di qada perwerdehiyê de wekheviyê berde, ji bo
hîn ji me mafê perwerdehiya zimanê zikmakî nîne; hîn ji
me bê nav û nasname ne.
Bê cudahiya di navbera herêm, çand û kultur, nasnama
netewî, çînî û olî, li seranserê cîhanê şîdeta li
ser jinan her berdewam e û mixabin ev keraset li seranserê
cîhanê piranî wek sûcek nayê qebûl û ceza kirin.
Hîn ji me bi zorê tên zewicandin û ger dij derkevin
dibin qurbanên cînayetên „namûs“ê.
Kapîtalîzm, bi firotina bedenên me yên ku “kifş
kiriye”, di salê de nêzikî 12 mîlyon dolarî qezenc dike.
Ji ber vê yekê ye ku hîn ji me, hîn di zaroktiya xwe de
bi zorê dikevin tora fuhuşê.
Hîn ji me ji ber sedemên olî, kulturî û kevneşopî
û hwd. tên sunet kirin û seqet dimînin.
Bedela şer ya giran dîsa wek her dem dibe para
me jinan, wek jinên Kurd, ku welatê wan ji aliyê hêzên
kedxwar ve hatiye parçe û dorpêç kirin. Bedenên me ji
aliyê mêrên „aliyê hember“ wek xenîmet tên bikar anîn.
Hatiye wê radeyê ku kedxwarê çavsor, bi giştî hêjahî
û nirxên olî û exlaqî binpê dike û tecawuzî bedenên me
yên mirî dike.
Lê belê ev jiyana ku bi zorê li me tê spartin ne QEDER
e.
Ji bo ku em hemû bi hev re li dijî van kerasetan derkevin,
têkoşîna xwe hîn bi hêztir bikin û piştevaniya
jinan di qada navnetewî de bilindtir bikin, 8ê Adarê Roja
Jinên Cîhanê ya îsalîn xwedî giringiyeke dîrokî ye.
Ji ber ku îsal 100 saliya Roja Jinên Cîhanê ye, ku li
ser pêşniyara Clara Zetkîn ve tê pîroz kirin û îsal
bi beşdariya jinên herêmên cuda yên li serenserê
cîhanê ve li Venezuelayê bi hev re wê bê pîroz kirin.
Ji bo ku vê rojê bi hemû jinên cîhanê ve bi coş
pîroz bikin û dengê jinên Kurd bidin bihîstin, wek KOMJIN
emê jî li Venezuelayê bibin.
Bijî pişgirî û piştevaniya hemû jinên cîhanê!
Bijî têkoşîna jinên Kurdistanê yên rexistinî!
Bijî 8´ê Adarê!
Yekîtiya Jinên Kurdistan-KOMJIN Adar
2011
|