KOMJİN,
8’Adarê li bajarê Karakas pîroz kir
Feryal Haco
Yekitiya Jinên Kurdistan KOMJİN, 100 salîya 8’ê
Adarê Roja Jinan, li paytextê Venezuella Karakaş
tevî jînên cîhanê pîroz kir.
Merasîm sibê zû bi beşdarbûna bêtiri 2 hezar jin,
ku ji her alîyê dinyayê ve hatibûne Karakasê, destpêkir.
Gelek mêr jî ji bona piştgiriya xebata jinan beşdarê
merasîme bibûn.
Di merasîme da dêlgasyonên, ku di Konferansa Navnetewî
da beşdar bûne, bi zimanê xwe 8’ê Adarê pîroz kirin,
peyamên xwe ragihandin.
Bi
navê dêlegasyona KOMJİNê, Feryal Haco, bi Kurdî axaft.
Feryal Haco, di axaftina xwe da behsa xebata jinên Kurdistanê
û rola wan di tekoşina rizgariya Kurdistanê da kir.
Feryal Haco her usa pîrozbayiya jînên Kurd ya 8’ê Adarê,
ragihande hemu jinên cihanê.
Di dawiya merasîme da hemu jinan, ku beşdarê 100
saliya 8’ê Adarê bibûn, ber bi Zaningeha Bolîvario meşiyan
û li vir li hev kom bûn, pîrozbayî hevdu kirin û daxwaz
kirin, ku paş 5 salan disa di konferanseka navnetewî
da, ku wê Asyayê bicive, bêne cem hev.
|