Konferansa
Navneteweyî ya Jinan destpêkir
Konferansa Navneteweyî ya Jinan, ku l i Venezûellayê
bi mebesta 100emîn salvegera 8ê Adarê Roja Jinên Cihanê
hatiye amade kirin, bi beşdariya nêzîkî 1500 jinên
ku ji cihên cuda cuda yên dinyayê hatine cem hev, li 4ê
Adarê destpêkir.
Berîvan Adiguzel
Konferansa Navneteweyî, xebatên xwe bi 12 atolyeyên ku
her yek bi kêmasî ji 50 jinan pêk tên, destpêkir.
Vekirina konferansê ya bi girseyî di roja 2ê de, bi stranên
ku bo vê konferansê hatine hûnandin û bo gelek bo gelek
zimanên cuda hatiye vegerandinê ve destpêkir. Piştî
xwendina sirûda neteweyî a Venezûellayê, bi xêr hatina
delegasyonên beşdarê vê konferansê hate kirin.
Ji aliyê Ana Soto û Monica Gartner Engel axaftinên ku
bi navê Komîteya Organîzasyonê hatiye pêşkêş
kirin têda behsa qonax û dîroka konferansa navneteweyî
a jinan hate kirin, fedakariya ku ji aliyê jinan ve hatiye
nîşandan, di vî warî de bi mînakan nîşan da.
Roja duduyê a konferansê, bi pêşkêşkirina biyografiya,
ku ji bo Clara Zetkînê hatiye amadekirin û bi bernameya
şahiyê ve bi dawî bû.
Di Konferansa Navneteweyî ya Jinan de hinek pirsgirêk
jî hatine pêş. Pirsgirêka serekî terxan nekirina
bi qasî pewîst hol ode ji aliyê rêveberiya zanîngehê bû.
Rêveberiya zanîngehê jî sedema vê pirsgirêkê berdewamiya
perwerde û îmtîhanan nişan dan.
Hin jêderên ne fermî, ev daxuyaniya zanîngehê, ji rastiyê
dûr bi navkirin. Bi gor wan, astengiya mezin, wezaret
nîşan da û di destpêkirina vê konferansê de beşdar
nebûna fermî jî delîlê vê yeke ye.
Jinên Kurd strana “Herne Pêş” ku bi hev re dibêjin,
beşdariya şahî û govenda hevbeş a jinan
dikin.
KOMJİN, digel rêxistina jinên Alman COURAG ku yek
ji amadekarê vê konferansê ye, beşdariyê xebatên
konferansê dike. Standa hevbeş a KOMJİN û COURAG,
ku têde gelek broşur û weşanên li ser jinên
Kurd û KOMJİNê heye, bala jinên welatên dine dikişande
ser xwe.
Ji bilî KOMJİNê rêxistina CENİ-Office of Kurdish
Women for Peace jî beşdariyê di vê konferansê de
dike.
Berevajiya rêxistinên jinên dî yên ji welatên cuda hatî,
jinên Kurd ji ber xwe ji xilas nekirina ji îdolojî, di
xebatên xwe de nikarin bi hev re kar bikin.
Amadekarên vê konferansê aşkere kirin ku gelek jinan
dixwestin beşdariya vê konferansê bikin, lê ji ber
newergirtina vîzeyan neşiyane beşdariyê têde
bikin. Bi gor bir û baweriya organizatoran, helwesta hanê
astengkirina dewletan bo vê konferansê nîşan dide.
Li gor wan her tevgereka jinan ku ne di bin bandora dewletan
de be, ew jî pêşketina wan ne rehet in.
|