KOMJIN bo beşdariya konferansa
Navnetewî ya Jinan amade ye
Yekitiya Jinên Kurdistan-KOMJIN ji bona beşdarê
kirina Konferansa Navnetewî ya Jinan amadekariya xwe temam
kir.
Navenda Nûçeyan
Herwekî tê zanin, ji bona sedsaliya 8’ê Adarê Roja Jinên
Cihanê, li paytexta Venezuella Karakasê, di Zankoya Bolîvyayê
da konferanseke navnetewî tê çêkirinê. Demekî dirêj e,
ku KOMJIN ligel rêxistina jinan a Elmanya bi navê COURAGE
e.v ve, li Elmanya amadekariya çalakiya navnetewiya hanê
dikir.
KOMJIN, cara yeka ye, ku bi heyetek beşdariya konferanseka
navnetewî dibe. Heyeta KOMJIN ji Feryal Haco û Brivan
Adiguzel pektê. Pêşda Sînemxan Bedirxan jî di heyeta
KOMJIN’ê da bû. Lê belê ji ber sedemên tenduristiyê, heyeta
KOMJINê bê Sînemxan Bedirxan wê biçe Venezuellayê.
KOMJIN di çalakiya hanê, ku ji 1’ê Adarê heya 8’ê Adarê
wê berdewam be, rewşa jinên Kurd, pirsgirêk û xebaten
wê, dê pêşkeşê bîrûrayê cihanê bike. KOMJIN
ji bona vê armancê namilke (rîsale, brosur), belavok û
Ala Rengîn amade kiriye.
Çalakiyên sedsaliya 8’ê Adarê li Venezulla, bi rêka televîzyonê
di seranserê dinyayê da wê bê belav kirinê. Her usa seba
sedsaliya 8’ê Adarê li hemu dinyayê çalakiyên cur be cur
wê bêne encam danê. Çalakiyên COURAGE û rêxistinên din
jî rasterast li Ewropa bê weşandinê.
Taybetmendiya serekî ya Konferansa navnetewiya henê ev
e, ku konferans ne di bin çavderîya Yekitiya Milletan
da ne jî di bin çavderiya dewletên dinê da tê amade kirinê.
Konferans bi temami berhema ked û fîdekariya jinên cihanê
ye. Lewma jî hemu pirsgirêkên jinan bê geyd û şert
wê bêne niqaş kirin û biryarên pewîst bêne girtinê.
Bi rêvabirên KOMJIN gotin, ku “me hemu amadekariya xwe
temam kiriye, em amade ne. Pêşda heyeta KOMJIN ji
3 kesan pêkdihat. Sinemxan Bedîrxan jî wê beşdariya
heyeta me biba. Ku ev yeka bi rastî ji bo me serbilindiyekî
mezin bû. Lê pir mixabin Sînemxan ji ber sedemên tendurîstiyê
nikare here Venezuellayê. Em bi gor teqet û karina xwe,
ji pevajoya konferansê, bîrûrayê Kurd agadar bikin.”
|