Bêşîkçi tenê nehêlin!
Li gor agahdariyên di çapemeniyê de belav bûye, Dadgeha
Cezayê a Giran ya Stembolê ya 11., ji ber gotarek wî ya
ku li ser kurdan li nivîskar û sosyolog Îsmaîl Beşîkçî
salek û sê meh cezayê hebsê biriye.
Dadgeh Tirkiyê, pêsîra nivîskar û sosyolog Îsmaîl Beşîkçi
bernade. Beşîkçî bi salan e rastiyê dibêje û dinivîsîne
û ji ber gotin û nivîsên xwe hema hema umrê xwe di zîndanan
de derbas kir.
Li gor me, cezaya ku Dadgeha Cezayên Bilind li nivîskar
û sosyolog Birêz Îsmaîl Beşîkçi biriye, cezayekê
kêfî ye. Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa–KOMKAR.eu,
helwesta dadgehê ya li hember Îsmaîl Beşîkçî mehkûm
dike û pişgiriya xwe bo Beşîkçî nîşan dide.
Her wisa bang li Hukumeta Tirkiyê dike ku rojek berê van
yasayên ne demokratîk biguhurîne û li hember Beçîkçî hestiyar
be.
KOMKAR.eu, pêşî bang li hemû dem û dezgehên demokratîk
yên kurd û tirk dike ku kiryarên dadgehê mehkûm bikin
û ji bo azadkirina Beşîkçî têkevin nav hewildanan.
KOMKAR.eu, bang li Yekîtiya Nîvîskaran ya Navneteweyî,
Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê-EU dike ku li hember
kiryarên Dadgeha Cezayê Bilind ya Tirkiyê bê deng nemînin.
07.03.2011
Kovan Amedî
Serokê KOMKAR.eu
|