KOMKAR-EU; “Gelê Kurd,
li dijî hev erîş û şîdetê naxwaze, yekitî û hevkariya
hêzên welatparêz dixwaze!”
Konfederasyona
Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR-EU bi daxuyaniyeke
êrîşa duhî ya li hember endamên KOMKAR-Londrayê mehkûm
kir û bang li hemû kurdên welatparêz li Ewrûpayê kir ku
ew xwedî li hêjayiyên xwe derkevin, bi beşdarbûna
li Newrozên KOMKARê ve bersîv û ne rizayetiya xwe li hember
bikaranîna tehdît û şîdetê nîşan bidin.
Daxuyanî bi vî awayî ye;
Di roja 13.03.2011`an de komek 15 kesan erîşê
endamên KOMKAR-Londra kirin. Di vê erîşê de 2 endamên
KOMKAR-Londrayê birîndar bûne. KOMKAR-Londra li taxa Harîngeyê
afîş û îlanên Newrozê belav dikirin. Dema di belavkirina
îlan û afîşên Newrozê de, komek girseyî pêşî
afîşên Newroza KOMKARê daxistine, dû re jî erîş
birine ser endamên KOMKARê.
Ev demek e ku hin der dor, li dijî hin rewşenbîr,
siyasetmedar, nivîskar û hunermendan kampanyayek birêvedibin.
Ango li dijî kesên ku wek wan nafikire, kesên ku siyaseta
wan naecibîne wan bi “ xayintî û îxanetkirinê“ ve tawanbar
dikin.
Ev koma erîşkar, sebaba erîşkariyên
xwe hunermendê netewî Şivan Perwer nîşan didin.
Şivan Perwer, ku bi deng û awazên xwe, bi hunera
xwe ve hemû jiyana xwe daye xizmeta gelê xwe. Ji 30 salî
zêdetir e ku di surgûniyê da xebata xwe ya hunermendiyê
didomîne. Hemû kurd dizanin ku Şivan, bi xebat û
hunera xwe ve, di şiyarbûna gelê kurd da rolekî ber
bi çav lîstiye.
Gelê kurd, di meha Adarê de cejna xwe ya netewî,
sembola azadî û berxwedanê, Newrozê, li her derê bi şahiyên
mezin pîroz dike. Di rewşek usa de erîşkirin
û bikaranîna şîdetê li endamên KOMKAR-Londrayê dikare
tenê bi kêrî dijmin bê. Em vê erîşê û hemû erîşên
ku şîdet tên bi kara nîn mehkûm dikin.
Bang li hemû welatparêzan dikin ku li hember erîşên
usa bê deng nemînin û hestiyar bin. Em, bang li terefê
erîşkar jî dikin ku dev ji kiryarên xwe yên bi vî
rengî berdin, kiryarên usa xizmeta gelê kurd nake, ne
aqilane ye û ne jî di berjevendiyên Kurdan de ye.
Di şûna erîş, tehdît û şîdetê de,
em destê biratiyê dirêjî hevdu bikin, li hev aş bin,
yekîtiya xwe pêk bînin da ku bikaribin êş û azarên
gelê xwe bipêçin, wî ji bin nîrê zulm û zordestiyê rizgar
bikin. Gelê kurd ji me êrîş, tehdît û şîdetê
naxwaze, yekîtî û hevkariya hêzên welatparêzan dixwaze.
KOMKAR ji 30 salan zêdetir e li derveyê welat,
mil dide xebata azadiya kurd û Kurdistanê. Ji bo pêşvebirin
û parastina ziman, çand û hunera kurdî bê westan kar dike.
Her sal cejna Newrozê li gelek bajarên Ewrûpayê bi coşek
mezin pîroz dike. Îsal jî li Nurnberg, Wuppertal, Hamburg,
Londra û li gelek bajar û welatên din şahiyên cejna
Newrozê amade dike.
KOMKAR.eu bang li hemû kurdên welatparêz li Ewrûpayê
dike: Werin em xwedî li hêjayiyên xwe derkevin, bi beşdarbûna
li Newrozên KOMKARê ve bersîv û ne rizayetiya xwe li hember
bikaranîna tehdît û şîdetê nîşan bidin.
14.03.2011
Kovan Amedî
Serokê Giştî yê
KOMKAR.eu
|