Di şûna erîş û tehdîtan
de, hewil bidin ku aşîtiya nav xwe ya Kurdan pêk
bê
Piştî hevdîtina hunermendê hêja yê gelê Kurd Şivan
Perwer bi cîgirê serok wezîrê Tirkiyê Bulent Arinç û daxwaza
çêkirina konserek bi hunermendên Tirk di TRT6ê da, Şivan
Perwer bû hedefa rexnên erîşankar ji derdorên PKKê.
Şivan Perwer, bi deng û awazên xwe, bi hunera xwe
ve 35 sale xizmeta gelê xwe dike. Ji 30 salî zêdetir e
ku di surgûniyê da xebata xwe ya hunermendiyê didomîne.
Ewî bi xebat û hunera xwe ve, di şiyarbûna gelê kurd
da rolekî ber bi çav lîstiye. Di hemû beşên Kurdistanê
da, di dilê hemû Kurdan da, ji 7 saliyan bigre heta 70
saliyan de cîhekî kûr girtiye. Şivan Perwer, xwe
wek hunermendek kurdperwer û welatparêz îspat kiriye.
Bûye hêjayî û mulkê gelê Kurd.
Divê tu rêxistin û hêz, hunermendan wek mulkê xwe nebînin.
Hunermend mulkê gel e û hunera wan jî ji bo gelê wan e.
Derdorên PKK´ê, li Şivan Perwer, li hunermend û
li siyasetmedarên ku ne bi wan ra ye, bi salane erîşên
tehdîkar dikin. Eger car caran tasyonê daxistibin jî,
lê dev ji siyaseta çewt bernedane. Kesên ku wek wan nefikire,
hunermendên ku ne di bin bandora wan da be, wan bi îxanetê
tawanbar dikin.
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu,
Erîş û rexnên tehdîtkar li hember hunermendê hêja
yê gelê Kurd Şivan Perwer, neheq dibîne û mehkum
dike.
KOMKAR.eu, daxwaz dike ku di şûna erîş û tehdîtan
de, bi hunermendên Kurd, bi siyasetmedarên Kurd, bi partî
û rêxistinên Kurd ra aş bin. Hewil bidin ku pirs
û pirsgirêkên nav Kurdan bi riya dîyalog bi şiklekî
demokratîk bê çareserkirin. Hewil bidin ku aşîtiya
nav xwe ya Kurdan pêk bê.
Yê ku xizmeta gelê Kurd bike ev e! Yê ku ji yektiya
Kurdan re xizmet bike ev e,
16.02.2011 Kovan Amedî Serokê giştî yê KOMKAR.eu
|