Di Yekê Gulanê de,
ji bo mafê perwerda zimanê Kurdî hewl bidin!
1ê Gulanê di sala 1889´an
de, di civîna Enternasyonala Duwem de wek Roja Hevkarî,
Yekîtî û Tekoşîna Karkeran hatiye îlan kirin û 121
sal e li gelek welatên dinyayê wek cejna karkeran tê pîrozkirin.
Karkerên dinyayê ji wê rojê heta îro di xebat û tekoşîna
li dijî kedxwaran de gelek mafên demokratîk bi dest xistin.
Wek numûne rojê 8 saet kar bi yasayê ve girêdan.
Di roja Yekê Gulanê de karker û xebatkar, ji bo kar, ked û mafên xwe yên
demokratîk civîn û meşên girseyî pêktînin. 1ê Gulanê,
îro li gelek welatan ji aliyê sendikayên karkeran û partî
û rêxistinên kedparêz ve tê pîrozkirin. Di gelek welatên
zordar û faşîst de, meş û mitîngên 1ê Gulanê
bi xwîn derbas dibe. Yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.
Îro jî li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê rêxistinên karkeran
ji bo pîrozkirina 1´ê Gulanê, rastî gelek astengiyan tên.
Lê belê tekoşîna karkerên Kurd û Tirk ya bi salan
encam da. Par 1ê Gulanê, di meydana Taksîmê de, ku bûye
sembola 1ê Gulanê, hat pîroz kirin û îsal jî wê bê pîroz
kirin.
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di civînek de li pêşberî
ekranên televîzyonan, ji bo Tirkên li Elmanyayê daxwaza
perwerda zimanê Tirkî kir û di axaftina xwe da wusa got:
” Asîmîlasyon sucek li dijî mirovatiyê ye, mafê perwerda
bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn ya mirovî ye.”
Erdogan rast dibêje siyaseta asîmîlasyonê sûcek mezin
e, gunehek mezin e... Lê Erdogan vî mafê tenê ji bo
çend milyon Tirkên Almanyayê dixwaze. Ji avabûna Komara
Tirkiyê heta îro li ser Kurdan siyasetek bê hempa ya
asîmîlasyonê tê ajotin. Heta doh jî bi Kurdî axaftin qedexebû...
Eger Serokwezîrê Tirkiyê Birêz Recep Tayip Erdogan, di
gotinên xwe de samimî be divê rêz li daxwazên Kurdan bigre,
divê daxwaza mafê perwerda bi zimanê Kurdî bi cîh bîne
û di zûtirîn wext da gavên lezgîn bên avêtin û guhertinên
yasayî bên pêk anîn. Divê nasnameya Kurd, bi fermî bê
qebûl kirin û di makzagona Tirkiyê de bê pejirandin û
parastin. Ji bo ku pêvajoya demokratîk bi serkeve, divê
hukumet efuyek giştî derxe. Divê hukumet hestiyariyek
mezin nîşan bide û bo daxwazên demokratîk yên Kurdan
gavên konkuret bavêje. Heta Kurd azad nebin û di nav
huzurê da nejîn, wê li Tirkiyê jî huzur nebe...
Her weha, mafê zimanê Kurdî li hin eylaletên Elmanyayê
fermî hatiye qebûl kirin. NRW jî yek ji wan eyaletan e.
Lê mixabin em Kurdên vê eyaletê têra xwe xwedî li vî mafê
xwe dernakevin. Divê,dê û bav bi hestiyarî tevbigerin,
vî mafê xwe bi kar bînin. Bi kîjan zaravayî dibe bila
bibe, zarokên xwe ji bo dersa Kurdî teşwîq bikin.
Em wek KOMKAR.eu amade ne pêşengiya vî karê pîroz
bikin. Me li bajarê Wuppertalê gavek evêt û navên zarokan
berhev dikin. Ji kîjan parçeyên Kurdistanê dibin bila
bibin û nêrîn û ramanên wan çi dibe bila bibe, divê Kurdên
Wuppertalê hewl bidin û bi hestên neteweyî xwedî li vî
karê pîroz derkevin û pişgirî bidin me. Da ku em
jî bidin zanîn ku li ku dibe bila bibe Kurd li zimanê
xwe xwedî derdikevin, ji ber ku zimanê me hebûna me ye.
Ji aliyê din, encama krîza aborî û tesîra wê ya taybet
li ser karker û xebatkarên koçber û penaberan her diçe
girantir dibe. Kurdên li welatên Ewrûpayê jî, ji karkerên
Ewrupî zêdetir ji vê krîzê para xwe digrin. Ji bilî pirsa
entegrasyonê, pirsên jiyana rojane, debara malê, jiyana
koçber û penaberên Kurdên Ewrûpayê hîn diçe xirabtir dike.
Karker û xebatkarên Kurd li Ewrûpayê, di sîvana rêxistinên
xwe yên demokratîk de 1ê Gulanê pîroz dikin. Yek ji wan
rêxistinan jî KOMKAR.eu ye. KOMKAR.eu, îsal jî ji bo mafên
kar û baştirkirina rewşa kar û karkeran, ji
bo mafên demokratîk û civakî, ji bo jiyanek bi huzûr,
bi karkerên Ewrûpî re mil bi mil dimeşe.
KOMKAR.eu, bi boneya 1ê Gulanê, li hember bêkariyê,
ji bo mafên demokratîk û civakî û her wisa jî ji bo pişgiriya
daxwazên netewî ya Kurdan û ji bo çareseriyek demokratîk
bo pirsa Kurd, bang li endam, alîgirên KOMKARê û hemû
Kurdistaniyan dike, ku beşdarî meş û çalakiyên
seranserê Ewrûpayê bibin.
Bijî Yekîtiya Karkerên Cîhanê!
Bijî 1ê Gulanê!
01.05.2011
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrupa-KOMKAR.eu
|