KOMKAR Eu: „Li hember
bûyera provakatîv,
bê deng nebin”
Kofederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa- KOMKAR.eu li ser êrîşa endamên BDP li
ser xortên HAK-PAR’ê
belavokek derxist û ji hêzên demokrat xwast, ku dijî
vê bûyerê
bê deng nebin.
Belavoka KOMKAR
EU bi vî awayî ye:
Ji bo
raya giştî!
Di wextekî ku
ji her
demê pirtir pêvîstiya
gelê me
bi yekitî hevkariyê
heye, komek ji
30 kesan ku
endamê BDP´ê şaxa Ruhayê ne, di 25´ê meha Çile de erîş birine ser sê ciwanên HAK-PARê û wan birîndar kirine. Tu mantix
erîşên usa
qebûl nake. Erîşê
wiha provakatîf, xizmeta yekitî û hevkarîya gelê Kurd nake û her usa hevgavên
di vî warî
da jî xerab dike, li ber yekitîyê dibe asteng. Ev jî tu
caran xizmeta
berjevendiya gelê Kurd nake.
Li hember vê
bûyera provakatîv,
heta nuha bê dengmayina
BDPê jî
nayê qebûlkirin.
KOMKAR.eu vê erîşê û erîşên bi vî rengî mehkûm dike. Di serî de bang li BDPê û hêzên demokratîk û aşîtîxwaz dike,
bang li hemû
hêzên ku di çareserkirina
pirsan de bi karanîna
şîdetê red dikin dike ku li hember
vê bûyerê
bê deng nemînin
û hestiyariya xwe
nîşan bidin.
25.01.2011
Kofederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu
|