Pîroz be 8´ê Adarê sembola
azadî û wekhevîya jinan!
Di 8´ê Adarê roja sembola azadî û wekhevîya jinan de,
8´ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet jî li jinên
Kurd, pîroz dikin. Ji wan re jiyanek azad, wekhev û bextewar
daxwaz dikin.
Li welatê me şîdeta li dijî Jinan de li gor berê
kêmbûn xweya be jî, lê hîn jî tund û tûjî li dijî Jinan
di nav civata Kurd de berdewam e, Jin neheqiyek mezin
dibînin. Hîn ji keç bê dilê xwe û bê îrada xwe mêr dikin.
Hîn jî şîdetek mezin li dijî jinan tê bikaranîn,
hîn jî keç bi hinceta ”namûs û şerefê” ji aliyê kesên
nêzî xwe ve tên kuştin û şewitandin. Hîn jî
mafê wan yê tercîhê bo jiyana xwe tune ye. Hîn jî jin
têra xwe di civatê de cîhê negirtiye.
Zulm û tedaya li ser jinên Kurd, bi her awayî ducar
û sêcar e. Jinên Kurd ne tenê ji ber jinbûna xwe, her
wisa ji bo nasnama xwe ya netewî jî zulmê dibînin. Di
şerê ku li dijî gelê Kurd tê kirin de, tedaya herî
mezin jin dibîne. Ev zulma, di jiyana rojane de jî her
berdewam e. Li Îranê di sala 2010´an de bi 10 an Jinên
Kurd hatin îdamkirinê.
Îro di nav jinên Kurd de, dixtor, endazyar, nivîskar,
parêzvan (avukat), hunermend û şaîr hene. Di dem
û dezgehên demokratîk û siyasê de jinên Kurd hene û siyaset
dikin. Endamê parlamentoyê ne. Elbet evana pêşkeftinên
baş in di nav civata Kurd de û cihê dilxweşiyê
ye.
Di despêka meha Adarê de jinên seranserê cîhanê li paytexta
Venezuela, Karakasê hatin ba hev û têkiliya nav xwe xurttir
kirin. Yekîtiya Jinên Kurdistan-KOMJIN jî bi heyetek li
wir hat temsîl kirin û dengê jinên Kurdistanê bilind kir.
KOMJIN bi brosur û belavokên xwe yên çar zimanan (Kurdî,
Îngilizî, Elmanî û Tirkî) li raya giştî ya cîhanê
da zanîn ku jinên Kurd jî ji bo maf û azadiyên xwe têkoşîna
xwe didomînin û daxwaza pişgirî û alîkariyê kir.
Li gor me ev hewldan, ne tenê ji bo têkoşîna rewa
ya jinên Kurd, her weha ji bo lobiyeke xurt ya Kurdî jî
gaveke giring e. Em di vî karê bi rûmet de bi her awayî
li gel KOMJINê ne. Divê ne tenê KOMJIN, hemû sazî û dezgehên
Kurdistanî yên li derveyî welat giranî bidin kar û xebatên
bi vî awayî û her gav di nav têkiliyeke xurttir de bin.
Jin, bi hemû êş û azarên xwe, bi xem û xeyalên
xwe, bi dayikbûn, bi jinbûn, bi keç û xwîşkbûna xwe,
bi bedenên xwe yên nazik û lawaz, lê bi dilên xwe yên
mezin, bi îradeya xwe ya xurt, dixwazin Ji bo jiyanek
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa - KOMKAR.eu,
tund û tûjiya li hember jinan mehkûm dike û ji bo jiyanek
wekhev û jiyanek bê şîdet û azad tekoşînê dide.
KOMKAR.eu, bi munasebeta 8´ê Adarê, ji hemû jinên cîhanê
ra û bi taybetî jî, ji jinên Kurd ra, jiyanek azad û bextewar
dixwaze.
KOMKAR.eu 08.03.2011
|