KOMKAR-EU
; “Divê Neteweyên Yekgirtî, 16`ê adarê bike roja dijî
bikaranîna çekên kîmyawî”
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR-EU
bi mebesta 23emîn salvegera karesata Helebceyê daxuyaniyek
belav kir û bang ji Neteweyên Yekgirtî kir ku roja karesata
Helebçeyê wek sûcekî dijî miroviyê nas bike û 16’ê adarê
bike roja dijî bikaranîna çekên kîmyawî.
Daxuyaniya KOMKAR-EU bi vî awayî ye;
Rejîma Sadam di 16´ê adara 1988´an de jehra kîmyawî li
ser bajarê Helebçeyê barand. 5000 kal û pîr, jin û zarok
di nav çend deqîqeyan de mirin. Bi deh hezaran jî birîndar
bûn. Bi sedhezaran kurd ji cîh warên xwe bûn. Ne tenê
însan, hemû jîndar, heywan jî mirin. Zad û zewî jî şewitîn.
Jehr, li axê, li avê û li laşê însanan belev bûye.
Heta nuha jî gelek zarok seqet tên dinyayê.
Piştî Hîroşîma û Negazakiyê, dîroka mirovatiyê
karesata herî komkuj li Kurdistanê qewimiye. Eva ne yekemîm
car bû ku rejîma Sadam çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd
bikaranî bû, lê Helebçe dilopa dawî bû...
Rejîma Baas ya Iraqê hat rûxandin û li Iraqê sîstemek
federalî hat avakirin. Saddam Husên hat îdamkirin, qesasên
karesata Helebçeyê yek bi yek hatin mehkemekirin û biryardarê
bikaranîna çekên kîmyawî Elî Hesen Mecîd ( Elî Kîmyawî)
hate îdamkirin.
Mekema Bilnd ya Iraqa Federal, karesata helebçeyê wek
jenosîd qebûl kiriye.
Îsal li ser karesata Helebçeyê 23 sal derbas bû. Helebçe
birînek kûr û êşek mezin dilê kurdan de vekiriye.
Ev birîn û êşa mezin, tenê dikare bi biryarekî nav
dewletî bêpêçandin. Ew jî divê, Neteweyên Yekgirî bi biryarek
roja karesata Helebçeyê wek sûcekî dijî miroviyê nas bike
û 16`ê adarê bike roja dijî bikaranîna çekên kîmyawî.
KOMKAR.eu
|