Li dijî ziluma Îranê
bêdeng nemînin
Komara Îslamî ya Îranê, zilum û terora xwe li ser gelên
Îranê bi taybetî li ser gelê Kurd, her ku diçe zêdetir dike.
Rejîma Îranê, bi zilum û zordariya xwe pê li hemû mafên
mirovî dike. Daxwaza azadî, demokrasî û aşîtiyê bi
hemû rengên xwe li Îranê qedexeye. Bi hezaran azadixwazên
Kurd, Belûç, Faris û Azerî di zîndanan da ne. Bi dehan girtiyên
siyasî hatin îdamkirinê û gelek ji wan jî li ber îdamkirinê
ne.
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li
Ewrûpa – KOMKAR.eu, teror û ziluma Komara Îsalmî ya Îranê
, li ser gelên Îranê mehkum dike.
Bangê Neteweyên Yekgirtî û Yekitiya Ewrûpayê
EU´ê dike ku li hember hovîtiya rejîma Îranê bê deng nemînin,
bo azadkirina girtiyên siyasî û bo dabînkirina demokrasiyê
li Îranê, pişgiriya hêzên muxalefeta rejîma Îranê
bikin.
Îro li Îranê, li dijî siyaseta zordar ya
rejîmê tevgêrek bi navê Berevanîkirin li Girtiyên Siyasî
yên Neteweyên Îranê hatiye damezrandin.
KOMKAR.eu, wek erkek dibîne ku pişgiriya
tevgêra Berevanîkirin li Girtiyên Siyasî yên Neteweyên
Îranê bike. Her wisa pişgiriya xwe bo tevgêra
azadixwaz û demokrat ya Kurd nîşan dide.
KOMKAR.eu
|