Jİ BO RAYA
GİŞTÎ
Di nav evqas şer, pevçûn û alozîyê da, dîsa,
yekê îlonê hat. Em carek dinê gihîştin, Roja
Aşîtî ya Nevnetewî.
Pir mixabe, dîsa li her hêlên dinyayê da, bêkarî,
birçîtî, neheqî, zordestî, xwinrijandin û şer
berdevam e.
Dewletên milîtarîst, kolanyal û împeryal, ji bo
çek û pûsatan, bi mîlyaran dirav xerç dikin. Ji
bo afrandina çekên nû, bi hezeran zanyar, di bin
emrê wan da, di nav laboratuvaran da, kar û xebat
dikin. Bi destên rejîmên xwînxwar, îlm û teknolojî,
bi qirêjî û cavsorî, tê bikaranîn.
Her wuha dewletên dagirker, li seranserê Kurdistanê
da, karên xwe yê qirêj didomînin. Ew naxwezin li
Îraqê, sazumanek hevdem, dîmoqrat û federal bê sazkirinê.
Divê baş bê zanînê, ger, li seranserê dinyayê
da, bê karî, birçîtî, neheqî, nijastperestî û sazumana
kolonyalî neyê hildanê; di nav çîn, milet, cîns,
ziman, çand, ol û mezheban da, dostî, biratî û wekhevî
nayê sazkirinê, dest xistina aşîtîyê, xîyal
e.
Çi dibe bila bibe, divê em bê hêwî nebin. Bi saya
xebatên dijwar em dikarin aşîtîyê bi destxin.
Em, bi yekitî û komelî dikarin bibin xwedanê jîyanek
azad, dewlemend û bextewar.
Em, Roja Aşîtî ya Navnetewî, pîroz dikin û
dibêjin, bimre koletî, bijî azadî.
KOMKAR
1 Îlon 2004
|