Lİ TİRKÎYÊ YASAYÊN
HEMAHENGÎYA BO YEKİTÎYA AWRÛPAYÊ Û KURD
Dortmund
Di nav zincîra konferansên, ku KOMKAR amade kiribû,
roja 25.01.2004an Elmanyayê li bajarê Dortmundê
bi beşdarbûna gelek kesan va konferansek pêkhat.
Konferans ji alîyê parlemenê berê yê Kurd, Mehmud
Kilinç hat dayînê. Zimanê civînê Kurdî bû. Di beşa
duwemîn da hin beşdar bi zimanê Tirkî pirsîyar
jê kirin, rêzdar Kilinç jî bi wî zimanî bersîvên
wan da.
Hîn civîn destpênekiri bû, di oda rûniştinê
da li ser pirsa Kurdistana Başûr û federasyonê
galegalek gur û germ destpêkir. Usa dîyar bu ku
êdî Kurdan bi piranî wek neteweyek difikirin. Dubendîyên
neçê û ji bo parçên xwe fikirînê dûr dikevin. Li
kîjan parçê Kurdistanê dibe bila bibe, xwedî desketîyên
xwe derdikevin û piştgirîyê lê dikin.
Rêzdar Kilinç di destpêkê da behsa rê-rêbazên
pey şerên cîhanê neqeba welatên Awrûpayê heta
îro û ev welat çawa û ji kîjan qonaxan da derbas
bûne û gihîştine vê merhelê kir. Çawa pey ewqas
şer û dehw Yekitîya Awrûpayê damezrandin û
hin jî gelek problemên wan henin. Wî got, ku li
ser wana dan û standin her berdewam e. Bi gotinek
din ew rewşa îro zemanek gelek dûr û dirêj
da pêk hatîye.
Pişt ra sê peymanên girîng beyna wan welatan
da hatîye îmza kirinê. Li ser wana bi kurtî agahdarî
da. Xasima li ser peymana Kopenhagenê sekinî û uha
got:
“Se pîvanên girîng henin.
1- Pivanên sîyasî: Ango demoqrasîyek temam û kamil.
Parastina heq û mafên mirovan her usa kêmneteweyan.
2- Pîvanên aborî, ku li ser bingeha bazarek serbest
divê bê meşandinê.
3- Di neqeba dewletên yekbûyî û yên berendaman
da hemahengîya yasayan.”
Pey ra dor hate rewşa Tirkîyê û Mehmud Kilinç
dewam kir: “Tirkîye ev çendîn sal in ku dixwaze
bikeve nav Yekitîya Awrûpayê. Di van salên dawîn
da wek berendam hate qebûl kirinê. Wek welatên berendam
yên din YA rêyek da pêşîya Tirkîyê. Gel pîvanên
sîyasî, cîvakî, çandî, bazirganî di pirsa Qibrisê
û nasîna hin mafên Kurdan wek wazîfe da pêşîya
Tirkîyê, ku ew di demekî da guhartinên yasayî bike,
pişt ra wan di jîyanê da cî bi cî bike.
Tirkîye bi dil û can diwxaze bikeve nav YA. Bes
naxwaze guherînên gor zagonên Awrûpayê, gor pîvanên
peymanan gavên bingehîn bavêje. Nuha li Tirkîyê
du cephe, grup an jî enî hene.
Di cepha yekemîn da, ji Kemalist, nijadperest,
ji çepên Tirkan kominîstan bigre heta sosyal demoqratan
û artêşa Tirkan cîh digre.
Di cepha duwemîn da jî, yên dixwazin henin. Ewana
ji Partîya İslamî ya ser hukum ku nîyeta wî
jî cuda ye. Nivîskar, rewşenbîr û gel bi xwe
ye. Gor anketên ku hatine kirinê li Tirkîye sedî
heftê û çar(74%) dixwazin Tirkîye pîvanên Awrûpayê
pêkbîne û bikeve nav Yekitîyê.
DEHAP nuha bi partiya Tirkan SHPê va îttifaq kirîye,
wek cepha yekemîn dijî AKPê kar dike û dixwaze wê
ji desthilatîye dûr bixîne.
Ev pêvajoya nû wek Lozanê duwemîn tê binavkirinê.
Di wan deman da Kurdan piştgirîya Tirkan kirin.
Paşê Tirk maf û heqên Kurdan nasnekirin û nedan.
Nuha jî xeterek usa heye. Divê Kurd xwedî heq û
mafên xwe derkevin û rê nedine neyar û nezanan.
Gor rêya ku Avrûpa daye peşîya Tirkîyê, divê
31 zagon bên guhurandinê. Di nav wan 31 heban da
jî gelek yasayên din henin ku pêwist e, gor zagonên
bingehîn biaheng bên kirinê. Ango bêne guhurandin
an jî yên nû gor makzagona Awrûpayê bên danînê.
Le belê Dewleta Tirkîyê ji tirsa Kurdan û pirsa
Qibrisê tu gavên bingehîn û rasteqîn navêje. Li
ser kaxizan hin tiştên ne tu tişt, qaşo
giravî diguhurîne. Di demek dûr û dirêj dide pêşîya
xwe de ku Awrûpî ji Kurdan jî aciz bibin, dest jê
bikşînin. Bi gotinek din dewleta Tirk tu caran
pirs û pirsgirikan yekser û nişkêva çareser
nekirîye. Her di wextek dirêj dikin û pişt
ra ji nakin.
Eger Kurd him di nav welat him jî der welat xwedî
heqên xwe dernekevin, ev dewlet tu caran tiştek
nade me. Tirk naxwazin Kurd xwedî heqeki pîçûk jî
bibin. Ewî bo xwe xeterîyek mezin dibînin. Her usa
qiymeta wana jî wê li ba Awrûpayê û Amerîqayê jî
kêm bibe. Ewana ji wan tirsan tu caran mafê me nadin.
Xên ji van herdu meselan, ji daxwazên Awrûpayê kêmtir
dixwazin, bo nimûne:
1- Welatên Awrûpayê her sal gor rewşa xwe
bacê didine butça YA. Pişt ra jî gor pîvanek
ji butçê heyî alîkarî distînin. Tirkiye dibêje,
her çiqas heqê me zêde be jî em naxwazin hûn pir
bidine me, kêm bidin tiştek nabe.
2- Gor nifûsê jî Tirkîye ji yên heyî pirtir e.
Ew jî dibêjin, em razî ne ku hûn gor nifûsa xwe
pivanek hilbijêrin, em ji gor wi werim temsîl kirinê.
3- Ji bo ku di nav welatên yekbûyî da serbest
bigerin, bazirganî û yên mayîn da jî gavên paş
davêjin. Dibêjin heta 15-20 salan em vê heqê xwe
bikar naynin.
A nuha bar dikeve ser partî, rewşenbîr, nivîskar
û welatparêzan ku li der welat çalak bin. Daxwazên
xwe bi riyên demoqratîk bighîjînine raya giştî
û daxwazên federasyonê bi her alî va bînine ser
ziman.”
Di beşa duwemîn da jî rêzdar Mehmud Kilinç
bersîvên pirsan da. Her usa ji guhdar bîr û raya
xwe eşkere kirin. Pirsîyarek balkeş ev
bû:
“Heke Tirkîye bikeve nav YA yê, ev bo Kurdan ne
baş e. Ewana dikarin xirabîyên xwe veşêrin.
Krîterên Kopanhagenê jî ji xwe bo kêmnetewan e,
em jî kemnetewe nînin. Pişt ra ew mafana bînin
daxînine heq û mafên şexsî. We carê dewa Kurd
û Kurdistanê jî wê ji ortê rabe.”
Gotarvanê hêja ha bersîva hevalê da:
“Rast e. Kriter usan in. Lê Kurd dikarin jê istifade
bikin. Dewleta Tirkîyê nikare her tiştên xwe
yên qilêr û bê însanî veşêrin. Divê em jî kar
û xebatê bikin ku mafên xwe bidest bixînin.”
Hevalek din jî pirsî:
“Gelo siyasetek dewletên Awrûpayê ya Kurdan heye
an na? Eger hebe xên ji mafên çandî û mîrovî hene
an na?”
Gotarvanê hêja ha bersîva wî da:
“Sîyasetek wan a bi taybetî nîn e. Lê belê demoqratîkbûna
Tirkîyê dixwazin. Dixwazin Tirkîye ji Qibrise derkeve
û Qibris bi temami bikeve nav YA. Bê guman demoqratîkbûna
Tirkîyê bo me rêyekê vedike. Eger em jî baş
bikarbînin, dikare bibe destpêkek. Ji her tiştî
giringtir, divê partîyên Kurdan bo maf û azadîyên
me li dervayî welat kar û xebatê bikin. Dîplomasîyek
hevbeş bimeşînin. Wî çaxî em dikarin di
vê qonaxê da desketîyên bikêrhati bidest bixînin.”
Bi wî awayî konferans dawî hat.
|