Konferansa
Enfalê bi serketî dawî lê
hat
Di 13.03.2011an de bi pêşevaniya Federasyona Komeleyên
Kurdistanê Li Swêdê konferansa Enfalê bi axaftina
seroka Federasyonê Şermîn Bozarslanê destpêkir. Konferans
bi awayekî rêk û pêk û bi beşdariya kurdên
li Stockholmê dawî lê hat.
Ji bona vê konferansê ji başûr ango ji welatê me
yê azad wê du kurên ku bavên wan hatibûn enfalkirin û
filmçêker jî hatibûn dawetkirin. Lê mixabin wan vîze wernegirtin
û nikaribûn bihatana Swêd.
Di konferansê de du semîner ji aliyê Bûbê Eser û Eisa
Fili ve hate danîn..
Bûbê Eser li ser enfalê bi awayekî giştî û bi teybetî
li ser enfala Barzaniyan rawestiya. Wî Enfal, bûyer,
kiryar, êş û ezerên wê anî zimên. Ew bi xwe ji bona
lêkolînê li ser rewşa malbatên enfalkirî bike sala
2007an qedere 11 mehan li başûr bû, bi nêzîkî 300
malbatên enfalê re hevdîtin pêk anîbû. Di encama vê lêkolîna
xwe wî şanoya enfalê ya bi navê Dîroka Rûreş
li Swêd û li Stenbolê weşand.
Eisa Filî jî li ser kurdên Feylî ku ji terefê
Seddam ve hatibûn enfalkirin sekînî. Herweha Eîsa jî bi
awayekî zelal li ser wê kiryara xerab rawestiya û agahdariyên
hêja da beşdarvanan. Gelek agahdariyên balkêş
ku heta niha kêm hatibûn bihîstin, Eisa Fili di
vê konferansê de anî zimên. Wî behsa ku kurdên Feylî li
welatê xwe bê hevwelatî ne kir. Heta niha ev pirs çareser
nebûye.
Di dawîya semîneran de filmek balkeş ji Elmanya
ku yek Elmanî li ser Enfal çêkiriye hat nîşandan.
Beşdarên konferansê kêfxweşiya xwe bo vê konferansê
anîn zimên. Ev konferans xebata yekem bo kurdan
ya komîteya nasandina jenosîda kurdan ya FKKS bû. Di 16
adarê de dema nîvro jî li Parlamentoya Swêd bo parlamenteran
bi hevkariya komiteya Kurdistan -Swêd bîranîna şehîdên
Halepçeyê li dar bixe.
Herweha Federasyona Komeleyên Kurdistanê îsal jî li
kyrkaya Adolf Fredrik di 16 adarê saet 17.00 de bo raya
giştî bîranîna şehîdên Halepçeyê li dar bixe.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|