Semîner
li ser rewşa kurdên Sûriyê li Swêdê û Elmanya
Şemiya çûyî li ser rewşa kurdên Sûriyê
li Stokholmê û Kolnê du civîn çêbûn. Ya Stokholmê
bi navê ”Rojek piştgiriyê ji bo kurdên Sûriyê”
bû û bi aliyê Federasyona Kurd (FKKS); ya Kolnê
bi aliyê KOMKAR eu û GfbW (Reîxistina Gelên di Xeterê
da) hatibûn çêkirin.
Li stockolmê paytexta Swêdê, roja şemiyê 13/11,
rojeke piştgiriyê ji bo kurdên Sûriyê ji hêla Federasyona
komelên kurdistanê li Swêd (FKKS) û Encumena kurdên Sûriyê
li Swêd (EKSS) ve hat lidarxistin.
Di salona civînê de zêdî dused kes, ji kurdên Sûriyê
û kurdên hersê parçên din yên Kurdistanê û mêvanên swêdî,
beşdar bûn. Bi taybetî perlemanterên Swêdê yên nijad
kurd Cebar Emîn ji partiya keskan (Miljöpartiet) û Ismail
Kamil ji partiya Gel (Folkpartiet) û perlamenterên swêdî
Margaretahe Söderfelt ji partiya Muhafezekaran(Moderat),
Fredrik Malm ji partiya Gel (Folkpartiet), Jakob ji partiya
çep (Vänsterpartiet), Ann Margarethe Liv berdevka partiya
çep ya swêd ya foruma navnetewî û gelek mêvanên rêzdar
yên din.
Programa civînê du xalên bingehîn yên siyaseta nijadperest
ya rejîma sûrî li ser kurdan girtin ber çav, pirsa bê
hemwelatiya nêzî sêsed hezar kurdên sûrî û pirsa Qanûnana
49 an. Di Civînê de av rezadar axaftin:
Seroka FKKS Şermîn
Bozarslan
Serokê Encumena kurdên
Sûriyê li Swêd Dr. A. Seyda
Serokê hevkariya partiyên
kurdistanê, birêz Şefîq Kaya
Dr. Emîn Silêman agahdariyek
dîrokî û siyasî li ser rewşa kurdan li Sûriyê pêşkêşî
beşdaran kir
Perlementera partiya Muhafezekaran,
Margarethe Cederfelt
Seroka komîta Foruma Navnetewî
ya partiya çep ya swêd, Ann-Margarethe Livh
Fredrik Malm, perlementerê
partiya Gel
Cebar Emin, pelementerê
partiya keskan
Rewşenbîrê sûrî,
Rîmon Macûn
Di vê civînê de Amûdê hat bîranin û kurte -fîlmek li
ser agirê sînema Amûdê û bîranîna wê hat pêşkêş
kirin.
Roja piştgiriyê Kurdê Sûriyê bi serkeftin amada
bû, û bi axaftina dawî ya rêzdar Şermîn Bozarslanê
ya ko têda spasiya hemû mêvan û beşdaran bi dawî
bû.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û Encumena
Kurdên Sûriyê li Swêdê
____________________________________________________
Rådet för Syriska Kurder i Sverige (EKSS) är en rikstäckande
demokratisk vald representation av Syriska exilkurder
i Sverige grundades 2004 i staden Uppsala. Vi är en förening
som via information och opinionsbildande insatser vill
främja integration och harmoni i svenska samhället samt
öka förståelse och medvetenhet om kurdfrågan i Syrien.
Plusgiro: 1440865-2 . E-mail: styrelse@kurdo.org Hemsidan:www.kurdo.org
-----------------------------------------------
Konferansa Kolnê
Li Elmanya bajarê Köln ê li ser kurdên rojava û Surîyê
Konferansek ji alîyê Komkar.eu û GfbV(Rêxistina gelên
dibin gefê de)hat li darxistin
Axaftvanê
Konferansê Raporderê rojhilata navîn yê GfbV Dr.Kemal
Sîdo bû.
Dr.Sîdo rewşa Suryê û bi taybetî ya kurdan, tehde
û binpêkirina mafên mirovan, bi awayek kongret bi çend
xalan ji beşdarvanan re da xuyakirin.
Bi gelenperî rewşa Suryê:
Di zindanan da îşkencê giran yên fîzîkî û piskolojîk
heye.Bi işkencê gelek kes hatine kuştin. Navên
kesên kuştî di dest me de hene.
Li Surîyê qewimên kuştinên qatilên wan nedîyar tên
kirin.
Rejîma Surîyê destên xwe dike nav karê hundir yê Lübnanê
û li wira alozîyê derdixe û tevlihevîyê dike.
Li ser tevkujîya Hema yê hîna tu tişt ne hatiye dîyarîkirin.
Ji bona li Iraqê û bi taybetî li Kurdistana Başur
aloziyê derxe piştgîrî û alîkarîya terorîstên Sunî
dike û sînorên xwe ji wan re vedike.
Li Surî nêzîk 1.200.000 Xaçperêz û 30.000 cihu hene, ew
jî di bin dehtayek sîstematîk de ne.
Rewşa Kurdan li Suryê:
Kêmanî 2 milyon kurd li Suryê hene. Di nava wan de
ji 5.000 heta deh 10.000 êzdî ne. Kurdên êzdî du caran
tehdê dibînin; carek ji bo ola xwe û carekê jibo netewaya
xwe.
2 gundên Kurdên Elewî hene, hejmaran wan nêzîk 1000 kesî
ye.
Rewşa kurda berê hinek baştir bû, hin komelên
wanî çandî û civakî hebûn, lê di demên dawî de ew jî rakirin.
Di zagonên dewletê de ne di warên zimên û ne di warê çandî
de tiştekî fermî ji bo kurdan tune ye.
Di sala 1960 de pênasên 120.000 kurdan ji wan hate sitandin
û bîyanî hatin nivîsandin, naha hejmara wan nêzîk 300.000’î
ye.Dema Bişar Esed hate ser hukum soz da ku wan kesan
dîsa bike hemwelatî, lê heta niha soza xwe ne anîye cî.
Ev kesan rewşa wan xirab e, nikarin di karê dewletê
de kar bikin û ji tu tiştekî dewletê fêdê nagrin.
Navên gund, bajar, deşt û çîya yên kurdan guhertine
navên erebî li wan kirine.
Di zîndanên Surî de bi hezaran girtîyên sîyasî yên kurd
hene. Ji vana navên 1000 kesî di dest me de heye.
Di vê dema dawî de nêzîkî 40 kurd li leşkeryê hatine
kuştin. Li ser laşê wan derbê îşkencê hatine
dîtin, lê heta niha dewletê tu lêkolîn li ser kuştina
wan nekirî ye.
Dr. Sîdo di dawîya axaftina xwe de bang li dewleta Elman
kir u got:Alîkarî û dan û standinê we bi Surî re, divê
bi mafên mirovan û ya kêmnetewên li Surî re girêdayîbin.
Banga hevkarî yê li rêxistin û sazîyên kurdan kir u got
hevkarîya we, wê barê me siviktir û wê azadya me
nêzîktir bike.
Konferans bi pirs, bersiv, bi hinek gazin û rexnan û sipasîya
li herdu rêxistinan bi awayek serkeftî bi dawî hat.
Lezgîn Şêxo
|