|
Gotara Nevîn Îl´ê ya ku di "Konferansa
Kurdistanê li Tirkiyê" de pêşkêş kir
Kurd, bi nifûsa xwe ya 20 mîlyonî ve, girseyeke mezin
ya ku hema bibêje ji sisêyan yekê nifûsa Turkiyê pêk tîne
ye. Li hemberî vê rastiyê jî, di warê nasîna nasnameya
Kurdan de tu tiştekî şênber di dest de tune
ye. Ne rewşa ku, saziyên ji bo parastin û bi pêşxistina
çand, ziman û dîroka Kurdan derkbixe holê heye, ne jî
di vê pêvajoya ku hewildanên demokratîk tên niqaşkirin
de, rewşa ku saziyên bi hezaran zehmetiyan ve hatine
avakirin jiyana xwe bidomînin heye. Beravacî vê, di warê
danasîna xwe de, hemû daxwaz û hewildanên kurdan yên bi
heq, bi manîpulasyonên cûr bi cûr ve tên şêlî kirin.
Di vê merheleya ku em lêne de, pirsa Kurd kûrtir bûye
û di rewşeke ku hin dîmenên cihê li xwe zêdekiriye
de ye. Pirsa Kurd, wek esas pirsgirêkeke netewî ye, lê
di heman demê de jî, aliyên aborî, demokrasî, ewlekarî,
çandî, hiqûqî û mirovî di xwe de dihewîne.
Pirsa kurd, pirsa azadiya neteweyekî ye. Bêyî ku mafên
netewî û demokratîk yên gelê kurd bên dayîn, bêyî ku mafê
diyarkirina dahatûya xwe û diyarkirina qedera xwe bi dest
bixe, mirov nikare behsa çareseriya vê pirsgirêkê bike.
Pirsa Kurd, ji bilî der û doreke ku pişta xwe û dahatûya
xwe spartiye hêzên serdest, pirsa hemû tebeqeyên civatê
ye. Ji ber vê jî bandora xwe li hemû kesan dike. Çareseriya
vê jî, yekitî û hevkirineke netewî ya di navbera hemû
tebeqeyên ku netewa Kurd pêk tînin de pêwîst dike. Îro,
merhelaya ku pirsa Kurd hatiyê, berê hemû kesan daye,
hevkarî û yekitiyeke neteweyî. Lewra, çareseriya pirsgirêkê,
tevgereke bi şirîkî ya di navbera Kurdan de teqez
dike. Hêviya hemû tebeqeyên civatê jî, ji me ev e.
Jinên Kurd jî wek hemû hemcinsên xwe yên li dinê, di
şer de herî zêde bandor lê tê kirin û herî zêde zordariyê
dibîne ye. Çerxa mêtingeriya netewî û cinsî, bi tevî zordariyê
tesîra xwe li jiyanê dike. Hilweşîna aborî ya ku
bi encama şer pêk hatiye jî, herî zêde bandora xwe
li ser jinên Kurd dike. Ji ber vê sedemê, diyare ku, di
warê netewî de riya çareseriya pirsa jinên Kurd jî, di
hevkarî û yekitiyeke ber fireh ya hêzên demokratîk yên
netewa Kurd re derbas dibe.
Riya hevkariya hêzên demokratîk û netewî, di navbera
Kurdan de pêkanîna çanda diyalog, aşitî û peyvandinê
re derbas dibe. Ji bo vê jî, divê hêzên siyasî yên Kurd,
zimanekî ku xizmeta hevkariyê bike û tevger û berpirsiyariyeke
erênî pêk bînin û ev jî pir girîng e. Divê neyê ji bîr
kirin ku, em çawa ku li dijî rêbazên dewletê, yên bi yek
dengî û yek rengiya wê derdikevin, divê em di tevger û
têkiliyên navxweyî de tim xweşbîniyê ji xwe re bikin
bingeh. Divê em ji bîr nekin ku, gelê Kurd ji civat û
tebeqeyên cihê pêk tê, di encama vê de jî, gelek fikrên
cihê di xwe de dihewîne û ji van fikran her yek jî pir
bi qîmete. Divê ev konferans, xizmeta vê yekê bike.
Ji bo ku bîranînên bi êş yê li ser axa me ji mêjiyê
civatê bên derxistin, bi tenê riyek heye û ev rê jî; di
pêkanîna yekitiya qedereke ku, hemû kes xwe di nav ewlehiyê
de hîs bikin; pêk anîna yekitiya navbera Kurdan re derbas
dibe. Di hêla Kurdan de, ev hewildanên dîtina riya aşitî
û armanca dahatûya Kurdan, bê şik hêza xwe ji îradeya
gelê kurd ya daxwaza jiyaneke azad distîne. Ji ber hurmeta
vê îradeyê, divê em tevgerên ku şirikatiya me xûrttir
bikin û xwedî bikin ji xwe re bikin bingeh;
Em dizanin ku ev ne hêsan e. Dîroka mirovatiyê, di heman
demê de dîroka ciyawaziyan e. Sedemê bingehîn, hevnasîna
însanan û leca ku di karên baş de bi hev re dikin
e. Ev ciyawazî, sedema pêşketina dîroka mirovatiyê
û pêşveçûna wê pêk tîne. Lewra, ciyawazî di fikir
û çalekiyan de tê wateya dewlemendiyê.
Bi vê nêrînê ve, em di wê baweriyê de ne ku, Kurd jî
êdî hatine merheleya ku bi hemû fikrên cûda ve vê yekê
pêk bînin. Ji bo daxwazên gelê kurd yên demî û pêşerojê,
li hember derketina hewildanên dijî gelê me, pêwîstiya
yekitiya kar û hêzê li holê ye.
Divê ev konferans, ji bo kurdên di herçar parçeyan de
têkoşîna azadiyê didin û gelên din yên li herêmî
dijîn, di nav xwe de hevkarîyê, şirîkiya ceribandin
û zanînan, bi kurtasî, xizmeta hevkarî û diyalogê bike.
Ev konferans di heman demê de, dikare ji bo gelên Mezopotamyayê
yên li herêmê dijîn, pêlên hêviyê pêk bîne. Bê şik,
diyalog û hevkariyeke bi vî rengî, wê di hemû parçeyan
de encamên erênî derxe holê. Wê ev koferans di warê, di
nav Kurdan de hevkarî û piştgirî, xurtkirina hişê
neteweyî, mezinkirina têkoşînê û serkeftinên netewî
de roleke girîn bilîze. Pêkanîna mekanîzmayeke hevkariyê
ya di navbera kurdan de, ji bo çareseriya pirsa Kurd,
bê şik wê li ser welatên herêmê tesîreke mezin bike.
Bê şik, diyalog û hevkarî, wê bi giştî tesîreke
erênî li siyaseta netewî bike û ev jî wê yek bi yek rêxistinan
û bi giştî jî tevgera netewî, li dinyaya kar û bi
gelemperî li têkoşînê tesîrekî bike û bike nav tevgerekî.
Divê ev diyalog û hevkarî di parçeyên din de jî, bi awayekî
şênber di warê kar û çalakiyan de bê bi pêşxistin
û di dahatuyê de jî, li ser vê xîmê, bi yekitiyeke netewî
ve bê encam kirin.
Beşdarên konferansê yên ku wê di warê çareseriya
pirsa Kurd de xizmetê bikin, divê ji bo çareseriya pirsa
netewî ya gelê Kurd, di hemû parçeyan de guherîn, bi hêzên
demokratîk û alîgirên azadiyê re, xebatên bi hevre di
bernameyên xwe de bi cîh bikin. Ji bilî vê, divê ev konferans,
di herêma me ya ku bi hewildanên hêzên hindûrîn û der
ve ji nû ve tê dîzayn kirin de, li ser destkeftinên tevgera
netewî, çi yek bi yek, çi bi giştî, niqaşê bike,
bigihîje hin encaman û li gorî wan encaman jî gavan bavêje.
Tu sazî û der û dor, bi tena serê xwe nikare pirsa Kurd
bide ser milên xwe û çareser bike. Lêbelê, bi tenê yekitiya
hêzan dikare gihîştina armancê hêsantir bike. Û em
hemû jî baş dizanin, encama ku li vir derkeve, wê
di warê bêdengiya çekan, vebûna riya diyalog û aşitiyê
û ji hev vebûna girêkê de bibe xelekeke girîng. Bi daxwaza
bersivdayina daxwaza azadî û wekheviyê ya gelê Kurd li
vir bê dayîn. 17.09.2011
Nevîn ÎL
|