‘Qonferansa
Ciwanên Kurd a Netewî’ Bi Dawî Bû
‘Qonferansa
Ciwanên Kurd a Netewî’
ku li Amedê
lidarket bi dawî
bû. Ciwanên ku
ji perçeyên
Kurdistanê ya Sûriye,
Tirkiye û ji
axa azad ya Federal û ciwanên Kurd ên ku ji Ewrûpayê
beşdarî qonferansê
bûn li ser ‘Yekîtiya
Netewî’ nîqaş
kirin.
Qonferansa kul i ser banga ciwanên BDP û bi amadekariya
ciwanên BDP û HAK-PAR ê li dar ket li Amedê li Navenda
Çand û Hunerî ya CEGERXWÎN li dar ket. Ji Herêma Federal
a Kurdistan, Tirkiye, Sûriye û ji welatên Ewrûpa nêzî
330 delege beşdarî vê qonferansê bûn. Serokê Giştî
yê HAK-PARê Bayram Bozyel, Hevserokê BDPyê Selahattîn
Demîrtaş, Cîgirên Serokê HAK-PARê Umît Tekteş
û Saît Aydogmûş û endamên DTKyê di beşa yekemîn
a qonferansê de cih girtin. Di destpêka beşa yekem
a konferansê de brêz Bozyel û brêz demîrtaş axaftinek
kirin.
Demîrtaş
bi zaravayên Kurmancî
û Dimilî beşdarvanan slav kir
û axaftina xwe
bi Tirkî domand. Demîrtaş:
“Wateya vê
qonferansê gelek zêde ye. Ji
ber ku di 16ê Adarê
di salvegera tevkuştina Helepçeyê hatiye li dar xistin.
Bi vê qonferansê
ciwanên Kurd bersiva tevkuştinan dan. Divê ciwanên Kurd li dijî tevkuştina
li ser bingeha
yekîtiyê têkoşînê bimeşîne. Em berpirsyarên tevkuştina Helepçe yê şermezar
dikin û bejna
xwe li ber şehîdên
Helebçe yê
ditewînin.”
Li dû
axaftina brêz
Demîrtaş brêz Bozyel dest bi axaftinê kir. Brêz bozyel bi Kurdî axivî.
Bozyel:
“Ev qonferansek grînge. Ji ber ku li ser yekîtiya netewî
hûr dibe. Ez hêvîdar im yekîtiya ku me siyasetmedarên
Kurd heta niha nikaribûn pêk bînin divî qonferansê de
ciwanên Kurd pêk bînin û ev jî ji bom e bibe mînak. Li
Tirkiyeyê Kurd, hîn ji mafên xwe yên xwezayî bêpar in
lê êdî ev pirs bi heman hêza xwe li ber deriyê çareseriyê
ye. Em her çiqas çar perçebin jî pirsgirêkên me yek in
û têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye.
Qonferans ji ber ku di salvegera tevkuştina Helebçe
yê hat li dar xistin wek gavek girîng ya ‘li dijî polîtîqayên
tevkuştinê yekîtiya netewî’ hat nirxandin. Li qonferansê
panqarta "Ciwanên Kurd bi yekîtiya xwe ber bi Kurdistan'a
azad ve dimeşin” hat daliqandin.
Qonferans bi rêzgirtina li ber şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyonek ku rêberên gelê
Kurd ku jiyana
xwe ji dest
dane û peyvên
wan ên dawî,
newroza 1992 ya
Cizîrê, tevkuştinên Helebçe, Enfal, Amûde, Qamişlo û îdamkirina ciwanên kurd ya li îranê
mijar girtibû
hat nîşandan. Li dû sînevîzyonê delege rabûn ser piyan û bi dengeke bilind Marşa Neteweyî ya Kurd “Ey Reqîp”
xwendin.
CIWANÊN KURD EWÊ PÊŞENGIYA AVAKIRINA YEKÎTIYA
NETEWE YA KURD BİKİN
Piştî merşê endamê komîteya amadekariyê Hamît Aydin axaftina vekirinê kir.
Li dû
axaftinê peyamên ku ji
qonferansê hatibûn
şandin hatin xwendin.
Kesên ku peyam
şandin
Serokkomarê Iraqê brêz Celal Talabanî
Serokê Kurdistana Federal brêz Mesût Barzanî
Sekreterê giştî ya PSKê brêz
Mesût tek
Serokê PKKê brêz
Abdullah Ocalan
Piştî xwendina peyaman delegeyên ku axaftina wan
hebûn dor
bi dor rabûn û axaftinên
xwe kirin.
Qonferans 2 roj berdewam kir. Di qonferansê de pirsgirêkên Kurdan û ciwanên Kurdan hat nîqaşkirin û li ser çareseriya wan hat sekinîn. Delegeyan di axaftinên xwe de pêşniyarên xwe anîn ziman.
Li dû
axaftinan biryar hatin stendin
û bi piraniyan dengan
hatin pejirandin. Piştî axaftinê encamname hat weşandin û dûre Cafer axaftina
girtinê kir. Piştî
axaftinê carek din “Ey Reqîp” hat xwendin.
Wextê merş
qediya ciwanan sloganên “Bijî Yekîtiya Kurdan” û “Bijî Azadiya Kurdistan” avêtin.
ENCAMNAMEYA QONFERANSA CIWANÊN
KURD A NETEWÎ
Ji
Bo Raya Giştî û Çapemeniyê
Wek tê zanîn kû gelê Kurd di rojhılata navînde
gelekî kevn ,dîrokî û şunek wêya girîng heye. Mixabin
ji bilî parçeyê Başur, parçeyên din hîn jî di bindestîya
dagirkeranda ye. Ji sed sal zêdetire daxwazên azadî û
serxwebûnê, bitevkuştin zilm, zordarî êşkence
û tunekirinê tên bersevdiyîn. Ji bo vê yekê em hevî dikin
kû ev konferansa hatiye li darxistin, xebat û tekoşînên
me pêş vê biribe. Piştî du roj li konferansa
neteweyî ciwanên kurd kû tevlê bûnên ciwanên her çar
beşên kurdistanê û ên derveyê welat kû rojên 16-17
Adara 2011’de kû di heman demêde salvegera kîmyabarana
halebceyê li bajarê AMED ‘ê hat li darxistin. Piştî
guftûgo û niqaşên du roj berdewam kir, komîsyonên
amadekarîya konferansê ji bo çareserîyê pirsgirêkên ciwanên
kurd gihiştin ev biryarê jêr;
1- Li her çar parçeyên kurdistanê
zor u zext
kîjan welat û netewayên
tê bila bê
divê em yek
dengî li dijî wê
derkevin.
2- Li hemberî dewletên Ku kurdî
qedexedikin têkoşîn
bê dayin û zimanê
xwe xwedî
derkevin
3- Bila yekîtîyekî neteweyî
pêk bê, roj
berî rojekê
konferansa neteweyî pêk bê ji
bo wê jî
bila hemû rêxistin werin
gel hev.
4- Ji bo çareserkirina pisrsgirêka kurd rêbazên demokratîk û aştiyane bê karanîn
5- Ji bo xurtkirina hêzên ciwanên kurd bila koordinasyonek bê avakirin
6- Di serîda rêberekî gelê kurd brz. Abdullah öcalan û hemu girtîyên azadîyê
kîjan welatî
be bila be, serbest bê berdan
7- Salê
carekî konferansa
ciwanên kurd ya neteweyî û salê carekê jî festivalek
ciwanên kurd bê
lidaxistin. Konferansa duyemin Li başurê kurdistanê bê çêkirin
8- Êdî tu awayî divê şerrê bira kujîyê pêk neyê,
kî şerê
bira kujîyê bixwaze û bike divê rêxistinên
kurdan wan
şermezar bikin
9- Kurd wekî neteweyên din divê xwedîyê mafê çarenûsa
xwe be.
10- Divê
em destkeftîyên li kurdistana federal biparêzin û xwedî lê derkevin.
11- Li hemberî qirikirina siyasî, civakî, çandî û hunerî gelê kurd divê xwe biparêze,
li dijî
wan qirkirina
tê bikoşe. Ew qirkirinên ku
berê hatiye
kirin konferansa me şermezar
dike.
12- Li ser zimanê kurdî divê em
xebatên hunerî,
wêjeyî û çandî pêş bixin.
13- Hemû kurdaxev divê zaravayê xwe
wek zimanê
xwe biaxive divê
em hewl
bidin kû
zimanekî standart ava bibe.
14- Li
hemberî qirkirina
jinên ciwan û êrişên
li ser hemû
jinan wekî minak:
li hemberî
recm, darvekirin, fihûş, berdêl,tekoşîn bê dayîn û ji bo azadbûna
jinê tekoşîn
bê dayîn.
Banga me ji bo hemu
hêzên navneteweyi
ye; Em
daxwaz dikin kû
kîmyabaran û Enfalê
wek roja qirkirinê
li cihanê were naskirin
û 16 adarê rojek jenosîd cihanê
bê naskirin.
15- Banga
me ji bo hemu hêzên
navneteweyi ye;
Em daxwaz dikin kû
kîmyabaran û Enfalê
wek roja qirkirinê
li cihanê were naskirin
û 16 adarê rojek jenosîd cihanê
bê naskirin.
|