Konferansa
salane ya KOMKAR.eu pêk hat
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu,
di roja 28.05.2011`an de, bi beşdariya Komîteya Giştî,
serokên komeleyên endam û organên din ve konferansa xwe
ya salane pêkanî. Di konferansê de rapora kar û xebatên
KOMKAR.eu û raporên komeleyên endam hatin pêşkeşkirin.
Raporên KOMKAR.eu û yên komeleyan hatin niqaşkirin.
Karên hatine kirin bi erênî hate nirxandin û her usa li
ser kêmasiyan, li ser rewşa komeleyên endam, rewşa
civata Kurd li Ewrûpayê û li gor vî jî xebatên bên kirin
jî niqaşên germ hate kirin.
Nûnerên konferansê li ser rewşa Kurdistanê jî dîtinên
xwe anîn ziman û bi giştî berdewamiya pişgiriya
xwe bo Tevgêra Azadîxwaz a Kurdistanê li ser bingeha berjewendiyên
netewî, xwedî îradeyeke siyasî bûyinê anîn ziman.
Konferans
rewşa Kurdistana Rojava jî nirxand û îşaret
bi vê yekê kir ku di van çend mehên dawî, serhildanên
azadîyê li Afrîka Bakur û Erebîstanê û daxwazên azadiyê
li welatên Ereb bilind bûye. Serhildanên bo azadiyê li
Tunisê, Misirê, Lîbya û Yemenê rû dan nuha jî xwe gihandiye
Sûriyê. Gel ji bo daxwaza azadî û demokrasiyê daketiye
kolanan û bi awayekî demokratîk daxwaza mafên xwe yên
însanî dike. Lê rejîma Baas bi panzer û gullan pêşwazîya
xelkê sivîl dike. Heta nuha bi sadan kuştî hene.
Li herêma Kurdistana Rojava jî livandinek heye. Bi girseyî
nebe jî xelk, ji bo bidestxistina mafên xwe, dadikeve
kolanan. Elbet divê Kurd ji serhildana 12 Adara 2004´an
tercube derxînin, ku bûbû sebeba kuştina gelek xortên
Kurd û wêrankirina bajarên Kurdan.
Loma jî divê, hêzên welatparên Kurd bi gavên lezgîn li
ser esasên berjewendiya netewî yekîtiya xwe ya demokratîk
pêk bînîn. Xwe baş bi rêxistin bikin û her usa
ji bo gorankariyên ku li heremê rû dide, xwe amade bikin.
Divê Kurd ji bo hemû îhtimalan xwe amade bikin.
Di vê çerçewê de KOMKAR.eu kêfxweşiya xwe bo tevxebatiya
partî û rêxistinên Kurd li Rojava Kurdistanê ku bi navê
”Partiyên Tevgera Niştimanî Kurdî li Sûriya” pêkhatiye
dike. Her usa pişgiriya daxwazên wan yên muşterek
ku di roja 11.05.2011`an de bi daxuyaniyek ji bo raja
giştî hate belevkirin, dike.
|