Konferans
Li ser Kongreya 9an ya PSK û Rewşa Kurdistana Îro
Aydogan İnal
Di 30.10.2011’an de li bajarê Lozanê de li ser navê “Kongreya
9an ya PSK û Rewşa Kurdistana Îro” konferansek hat
li darxistin. Axaftvanê konferansê Sekreterê Giştiyê
Partiya Sosyalîsta Kurdistan Mesud Tek bû. Konferans ji
aliyê PSK Swisra ve hatibû amade kirin.
Konferans bi rêzgirtin li gişt şehîdên Kurdistan
û bi taybetî jî li qurbanên errdhejîna Wanê destpêkir.
Konferans bi du beşan pêk hat. Di beşa yekem
de Sekreterê Giştiyê Partiya Sosyalîsta Kurdistan
Mesud Tek behsa kongreya 9’an a PSK kir û got: “Ji bo
partiyên siyasî Kongre gelek girîng in. Jiber ku di Kongrê
de mirov dikarin li ser hemû tiştên partiyê biryar
bistinin. Me heya niha 9 kongra çêkir, ku ev yêka ji bona
partiyeka Kurdistanî û ilegal gelek girîng e.”
Mesud
Tek her usa behsa tevgera guhartin li seranserê cihanê
kir û li ser buyerên Afriqa Başur û Rojhilata Navîn
usa got: “Îro Newyorkê heta Libya mirovan di kolanan de
nerazîbûna xwe eşkere dikin. Ew jî nişan dide,
ku gel êdî guhartin dixwazin. Guhartinê, ku ji Tunusê
dest pêkir, bandora xwe li ser Misir, Libya Surî û Yemenê
danî. Tevgerên hanê nîşanê me dan, ku gel êdî rejîmên
dîktatorî naxwazin. Ji bûyeran xuya dibe, ku dawiya rejima
BAAS li Surî ji nêzik e.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Mesud Tek, “gava bixwazin
li Rojhilata Navîn stratejiyek daynin, divê du xal li
ber çavên me bin. Yek ji wan İsrail û parastina İsrail
e, ku ev yêka hanê ji bona Dewleta Amerikayê Yekbûyî (DYA)
û Rojava gelek girîn ge. Ya dudo ji nakokî di navbera
du bereyên da ye, ku îro li Rojhilata Navîn heye. Bereyêk
ji Îran-Surî û Hizbullah pêktê, ku serkêşiya vê bereyê
İran e, ya din jî bereyê Arabistana Suidî, Turkiyê
û welatên kendavê pêk tê, ku DYA û dewletên Rojava piştgiriya
vê bereyê dikin. Berjewendiya me Kurdan di eniya yekan
da nine ji ber ku statuya heyî dipareze û statuya hanê
ji sedema bindestbûna gelê me û perçe perçe bûna Kurdistanê
ye. Ji bona vê yekê stratejiya nu ya PKK, ku piştgiriya
vê bereyê dike û yekitiya Şî û Kurd dixwaze, ne tenê
bi gazanca me nîne, her usa zirar digîhine doza Kurd li
seranserî Kurdistanê.”
Mesud Tek di dawiya axaftina xwe da bal kişande
ser guhartinên navnetewi û usa got: “Bi gor xwendin û
lêkolina proseya guhartinê, me biryar da, ku pirtir girîngi
bidine xebata legal, siyasi û civakên sîvil.”
Di beşa duyemîn a konferansê da de Kek Mesud Tek
bersiva pirsên ku ji aliyê beşdarvanan hatibûn kirinê,
dan.
|