Konferansa
Rewşa Wêjeya Kurdî
Li Amedê ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA
ya Amedê ve Konferansa Wêjeya Kurdî hate lidarxistin.
Konferans bi pêşkêşiya nivîskar Latîf Epozdemîr
ve Prof. Dr. Bedirxan Sindî û Doç. Dr. Hemdad Huseyîn
Bekir gotarên xwe yên li ser wêjeya Kurdî, pêşkêş
kirin.
Dengê Azad/Amed
Konferansa ku ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA
ya Amedê ve hatibû lidarxistin, li avahiya konferansê
ya otela Prestîjê pêkhat. Konferans li gel gelek rewşenbîr,
nivîskar û şaîrên wek, Remezan Pertew, Remezan Alan,
Aram Gernas, Edîp Polat, Recep Dildar, Seîd Veroj, Metin
Yalçin, Eyup Kiran, Ehmedê Dirihî û Yusuf Ziya Kaya û
Desteya Serokatiya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PAR, Muhîttin
Batmanli û hejmarek mezin endam û piştgirên komeleyê
beşdar bûn.
Nivîskar
Hesen Hebeş û Kulsîne Osmanpûr jî ji bo konferansê
hatibûn vexwendin, ji ber egerên asteng û teknîkî nehatin
û beşdar nebûn.
Di konferansê de bi pêşkêşiya nivîskar Latîf
Epozdemîr, Prof. Dr. Bedirxan Sindî û Doç. Dr. Hemdad
Huseyîn Bekir gotarên xwe pêşkêş kirin.
Piştî ku ji aliyê pêşkêşkerî konferansê
Latîf Epozdemîr ve agahiyên berfireh ya li ser wêjeya
Kurdî ya klasîk û nûjen hat ronî kirin, Prof. Dr. Bedirxan
Sindî gotara xwe ya li ser wejeya Herêma Behdînan ya beriya
Şoreşa 1961 û piştî şoreşê, pêşkêş
kir.
Prof. Dr. Bedirxan Sindî axaftinê xwe weha domand; “Divê
rewşenbîrî, nivîskarî, ronakbîrî, wêje serbixwe û
azad be afirandin û di binê siya tu alî de nemîne. Divê
em rewşenbîrên Kurd ên hemû dinyayê pêwendiyên me
hebin û em her tim hevkarî û piştgiriya hevûdu bikin.”
Di heman beşê de Doç. Dr. Hemdad Huseyîn Bekir gotarê
xwe pêşkêş kir. Bekir di gotara xwe de behsa
edebîyata klasîk û ber bi ya nûjen qonaxê ku têde derbas
bûne, bir û asteng, bandora dagirkeran ya li ser wêjeya
Kurdî û lawaz hiştina wê kir.
Di beşê duwem ya konferansê de bi pirs û bersîvên
li ser wêjeya Kurdî berdewam bû.
Di encama konferansê de pirtûka bi navê “Dîwana Gûldeste”
ku di nav weşanên Veng ve hatiye çapkirin, diyarî
beşdaran hat kirin û ji aliyê nivîskarê wê Prof.
Dr. Bedirxan Sindî ve hat îmzekirin.
|