NERÎNEK Jİ BO KONFERANSA KURDÎSTAN
Alaeddin ARAS
Bêşdarên
heja!
Di vê konferansê
da bo Kurd û Kurdistanîya, demokrasî, wekhevî, aşîtî
û netewîye. Welatperwerî, tiştek hêjaye ne xelete,
lê şovenî ne raste.
Bo me yekîtîyek
hevpar lazime. Şer û pevçûn û zordestî ne çareye.
Dibin sîya şer û çekan da pekanîna aşîtîye zore.
Pêwîste dewlet operasyonê xwe bisekinîne û çek bên rawestan.
Sîyasetmedar bi gotinên tal û bi zimanekî tûj hevdû neêşînin.
Berpirsîyarên tirkîye û berpirsîyarê kurda divê baş
zanibin çare aşîtîye. Daxwaza dost û hevalên kurdan
jî eve.
Di nava yekîtîyên
hevkar, sendîkayên ked ê, komelên xwezaî û ekolojîk da
jî xebat lazime.
Ez endamê komîta
birevebir a yekîtîya sazîye endezyar(mihendiz) û mîmarê
tirkim. Jî ber zagonê, komcivîna me nîkare navê xwe biguhere.
Kurd di nava yekîtîya sazîyen endazyar(mihendiz) û mîmarê
tirk da nebes be jî bi hevre xebatê dikin. Hejmara me
kurda nêzî sedhezarîye.
Yekîtîya sazîya
endezyar û mîmara di sala 1998 tan da kûrûltaya demokrasî
pêk anî. Pirsa kurdî di vê kûrûltayêda wek pirsa esasî
a tirkîye hate qebûlkirin. Di we wextêda ez serokê giştî
a sazîya endezyarê kîmya û endamê komîta bîrêvebîr a kûrûltaya
demokrasîye bûm. Serokê yekîtîya me wê demê birêz Yavuz
ÖNEN bû.
Divê ev konferans
û partîyê legal ê kurdan jî pirsa kurdî wek pîrsa sereke
û esasî a tirkîye qebûl bikin.
Endezyar (mihendiz)
û mîmarê kurd amadene ku rapore teknîk bo sîyasetmedara
pêşkêşbikin.
Pêşnîyarêmin ji bo konferansê
1-
Li
gor şert û mercên îrayîn pirsa kurdê li tirkîye wek
kurdîstana başur di sîstemek federal de bê safîkirin
2-
Zimanê
konferansên pêşde ê fermî bi kurdîbe. Pirsa kurdî,
pirsa esasî a tirkîyê bê qebûlkirin.
3-
Bo
kanûna esasî(ya meclîsê vekîlê BDP pêvîste. Û dîtin û
ramanên kurda ben amadekirin.
4-
Bî
bêşdarîya ji her perçên kurdîstanê koferansek bê
amadekirin.
Sipasî bo komita
amedekar.
Silav û rez bo
we teva.
|