Kongra 10emîn ya Kurd-Kavê Çêbû
KURD-KAV, 10emîn kongra xwe ya asayî pêk anî. Kongre
roja 16ê Nîsanê, seet dudoyan de li avahiya Weqfê bi axaftina
Serokê KURD-KAVê Kasim ERGUN destpêkir. ERGUN di axaftina
xwe de bal kişand giringîya KURD-KAVê û wiha dewamkir;
"Li gor vî wextê me ê kurt, teqrîben di 13 meha de,
xebata şanogerî, di dû beşada qursen zimanên
kurdî, semînerên edebî kqonferansa tenduristîya jinan,
tadîlatên weqfê û ya herî giring jî bi revgêra Reformê
a Tirkîyê re çêkirina Konferansek du rojî ya bi navê 'Wateya
Bîratîya Tirk û Kurda: Pirsgirêk-Çareserî', hin kar û
barên ya vê dema kurt in." Ergun di axaftina
xwe de bal kişand ser buyerên paşî yên Afrîka
û Rojhilata navîn û xebatên sîvîl ên bêîtiatî, tesîra
wan a li ser doza Kurdistanê. Pîştî axaftina ERGUN,
hin endam û kesên beşdarî kongrê bibûn bîr û
rayên xwe anîn zmên.
Kongre bi hilbijartina rêvebiriyek nu bi dawî bu. Rêvebirên
nu yên Weqfê ev in: Kasim ERGUN, Mazhar KARA, Fîsun KILIÇKAP
PARLAK, Abdurrahîm ESER, Bahattîn AYAZ, Alî ÎNCESU, Ozgûr
BASUT, M .Emîn EREN, M.Behlul YAVUZ, Abdurrahîm DELÎ,
Zeynel Abîdîn ZINAR.
|