KOMCIWAN-Swêd
kongreya xwe pêkanî
Kongreya Komciwan-Swêd
di 30.10.2011 an de li bajarê Stockholm, li avahîya Alvik Medborgarhusetê pek hat. Serokê
Komciwan-Swêd, Ferhat Sönmez di nav peyvên xwe yê
xêrhatinê bi bîr anî, ku kar û xebatên Komciwan Swêd cîyek xwe
yê taybet heye bo zarok û ciwanên kurd li der û dora Stockholmê. Di komeleyek kurdî ku di dîaspora kar û xebatên xwe dimeşîne,
ne hesanê ku ewqas hejmarek
mezin ji zarok û ciwanên kurd kom bibe û her hefte
perwerdeya folklor, musîk û ziman bê
dayîn. Ji encamên Komciwan yê hêja, Sönmez
bextewerîya xwe da nîşandan. Pişti xwêrhatina xwe, Sönmez axaftina kongrê da dest Sukrî Demir ku di kongrê wek
serokê diwanê hat hilbijartin.
Evîn Şik wek
sekretera dîwanê û Deysem Suleyman û Belma Pişkin wek cavderên kongrê
hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwana kongrê, rêveberên Komciwan li ser karên xwe
axivîn. Ji aliyê endaman ve firset hebû, ku
pirs di derbarê karên rêvebiran de werin kirin. Pêşnîyarek, ew bû ku
Komciwan di nav xebatên xwe yê sala pêş,
bêhtir cî biden kombûnên sîyasî da ku endam
kom biben û li ser babetên aktuel li gel hev minakeşe
biken. Ew pêşnîyar ji alîyê kongre hat peşirandin.
Di dema hilbijartina rêvebirîya nû, encam ev bû:
Bo
Komîta rêvebir: Belma Pişkin, Derya Özturk, Deysem
Suleyman, Evîn Sik, Ferhat Sönmez, Jînda Îsî, Kasrî Aldûr,
Kawa Avcî, Mardîn Hêja Baban, Narîn Celik, Rodî Gumuş
û Shaho Ruhanî hatin hilbijartin.
Helîn Sönmez, Hevrê
Yildiz û Seyran Yildiz wek cîgirê komîta rêvebir
hatin hilbijartin.
Bo organên
komelê yê din, Sukrî Demir wek
berpirsê Komîta rawêj û Halûk Özturk
û Lokman Demir wek çavdêrên darayî (Revisor) hatin hilbijartin.
Herwisa serokê Komkar.eu,
Kovan Amedî,
wek mêvan amade bû. Birêz
Amedî li ser babetên întegrasîyonê û nasnameya kurdî û herwisa giringîya aleqedarîya û nêzîkbûna civata Swêdî sekinî.
Rêzdar Amedî di dewama gotara xwe
da dîyarkir k wî di nêzîk de karên Komciwan-Swêd tespît kirîye û pê serbilinde,
bo berdewamîya karê Komciwanê bextewarî û serkeftin xwest.
Serokê
dîwanê Sukrî Demir bo axaftina rêzdar Amedî û herwisa
bo beşdarbûna endaman di kongreyê de, spas kir û
da dîyar kir ku ji ana û pêve erkek hêja li ser milê komîta
rêvebir ya nû heye.
Komîta rêvebir ya nû dîsa di 5.11.2011 li hev kom bûn
da ku karên bilez û aktuel li hev par bikin
û herwisa rolên komîtê li hevûdû
beş bikin: Ferhat Sönmez, ev derba dudaye
wek serokê Komciwan Swêd hat hilbijartin. Wek cîgira serok, dîsa
Derya Özturk hat hilbijartin. Evîn şik wek sekreter, Deysem Suleyman wek berpirsê aborî û Narîn Celik wek berpirsê endaman
hatin hilbijartin.
Komciwan-Swêd, 8/11-2011, Stockholm
|