Komiteya
Piştgiriya HAK-PARê civîna xwe ya salane çêkir
Komiteya Piştgiriya HAK-PARê civîna xwe ya salane
di roja 13 Sibat 2011 an da li Stockholmê pêkanî.
Ji derveyî endamên komiteyê, hin siyasetvan,ronakbîr
û şexsiyetên kurd jî beşdarî civînê bûn. Wek
seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Şermîn
Bozarslan, Vildan Tanrikulu, Abid Gurses, Keya Îzol,
Osman Aytar, Evdirehmanê Gundikî, Xalid Balîn, Bubê Eser,
Yilmazê Licî, Çeko Aslan, Mihemed Dehsiwar, Evdilqadirê
Mûsîkî, Celal Gül, Kovan Amedî, Selam Cızîrî,
Bawer Eser û Hecî Kardoxî.
Pêşî serokê Komîteyê Paşa Uzun kongre bi rêzgirtina
ji bo şehîdan dest pêkir, dûra li ser kar û barên
Komîteyê agahdarî dan beşdaran. Uzun di axaftina
xwe da li ser pêwîstiya piştgirî û alîkariya HAK-PARê
jî axifî û hêvî kir ku hemû welatparêzên kurd destê piştigiriyê
dirêjî HAK-PARê bikin. Ji ber ku ew xwediyê siyaseteke
kurdewarî ya bi îstikrar e, got. Uzun li ser sazî û dezgehên
partiyê, hin agadarî dan. Jimara bajarên ku HAK-PAR lê
organîzekiriye diyar kir.
Di rûniştina pêşin da, siyasetvan û ronakbîran
bi beşdarî û pêşniyarên xwe yên balkêş
û girîng, dilxwazî û piştgiriya xwe nîşan dan.
Li ser navê Federasyonê, Şermîn Bozarslanê,
di axaftina xwe da hewcedariya hevkarî û tifaqan di navberî
kom û komelên kurdan da anî zimên, û serkeftina HAK-PARÊ
hêvî kir.
Vildan Tanrikulu, Osman Aytar, Abid Gurses, Bawer Eser,
Keya Îzol, Bubê Eser, Selam Cızîrî, li ser tifaq
û hevkariya kurdan sekinîn û dîtin û pêşniyarên xwe
wiha rêz kirin.
-Ji bo agahdarî û piştgiriya rayagiştî ya kurdên
Swêdê, divê berî hilbijartinan, HAK-PAR du nûnerên xwe
bişîne Swêdê.
-Beriya hilbijartinan, lazime ku HAKPAR, ji bo hevkarî
û tifaqan destê xwe dirêjî hemû kom û komelayên kurdan
bikin.
-Ji bo hevkarî û tifaqa hilbijartinan, bi kom û komeleyên
kurdan ra civînekî çêbike
-Ji nuha da, berendamên xwe taîn û îlan bike.
-Eger ji aliyê huqûqî astengiyek tunebe, lazime navenda
HAK-PARê li Diyarbekirê be.
-Xebat û çalakiyên sereke, lazime ku li hemberî zordestiya
dewletê be
-Lazime HAK-PAR li hemberî dijiminatiya nav kurdan, pêşengiya
biratî û dostaniya kurdan bike
-Lazime ku di hilbijartinan da, HAK-PAR bi şîarekî
zelal, fambar, ku dikane her babet hevwelatiyan mobîlîze
bike, derkeva qada sîyasetê. Mafê perwerdeya bi zimanê
zikmakî û zimanê kurdî bibe zimanê fermî, daxwaziyeke
wisa ye.
-Pêwîst e ku HAK-PAR, di karûbarên xwe da zimanê zikmakî
(kurdî) bikarbîne.
-Cardin divê HAK-PAR di malpara xwe a fermî da, zimanê
kurdî (kirmanckî û kurmancî) bikarbîne.
-HAK-PAR, divê hacetên nû yên ku li înternetê heye binirxîne
û bikarbîne. Wekî mînak, HAK-PAR dikane di înternetê da,
di çarçova Facebook`ê da li ser navê HAK-PARê ji heval
û sempatîzanan komekî çêbike.
Ji derveyî van pêşneyarên jorîn, nivîskar Serdar
Roşan jî bi pêşniyariyeke nivîskî, piştgirî
û dilxwaziya xwe nîşan da. Serdar Roşan, mixabin
nikanîbû beşdarî civînê biba, lê pêşniyara xwe
bi maile ve gîhande komîteyê. Ev pêşniyara Roşan
jî wê ji rêvebiriya partiyê re bê şandin.
Di rûniştina duwemîn da hin xalên destûrê hatin
guhartin. Pêşniyara ku navê “komîte” bi navê “komele”
bê guhastin nehat pejirandin. Ew ê her bi vî navî berdewam
bike. Dûra kar û barên li pêş hatin niqaşkirin,
û komîteyeke Karger ya nû hat hilbijartin. Komiteya Karge
ya nû ji van kesên jêrîn pêk tê.
Paşa Uzun (serok), Haluk Öztürk (sekreter)
Xalid Xoce (sekreterê malî) Azad Celik, Xulusî Eken, Mistefa
û Fatma Yilmaz.
|