KOMCIWAN-Almanya
kongreya xwe pêkanî
Kongreya Komciwan-Almanya di 23.04.2011 an de li bajarê
Duderstadtê bi civîna delegasyonên komelên Almanyayê dest
pê kir. Di gotina xwe de serokê Komciwanê bi bîr anî,
ku roja 23. Avrêlê roja cejna zarokên Tirkiyeyê ye. Wî
gotin, ku hikumeta Tirkiyeyê hata niha mafên zarokên kurd
qebûl nake. Zêdeyi 2000 zarok bê bingeh û sûc di girtîxaneyan
de ne. Divê, vê rojê ji bîr nekin!
Di
roja duyêmîn de kongre bi hemû endamên Komciwanê berdewam
kir. Di destpêka civînê de deqeyekê ji bo şehidên
Kurdistanê rêz hat girtin. Piştî hilbijartina dîwana
kongreyê, rêveberên Komciwan li ser karên xwe axivîn.
Ji aliyê endaman ve firset hebû, ku pirs di derbarê karên
rêvebiran de werin kirin. Piştî gotûbêja kongreyê,
serokê Komciwan.eu, Kovan Amedî, gotarek pêşkêş
kir. Di gotara xwe de qala ciwanan kir, ku hêza wan heye,
civakan biguherînin. Ew erkekî gering di civakan dilîzin.
Ji aliyê din ve giring e, ku ciwanên kurd xwe tev li jiyana
Ewropayê bikin. Lê pêwist e destûr nedin asîmîlasyonê.
Her gel ziman, çand û jîna wê heye. Divê ku ziman û çanda
xwe ji bîr nekin. Ji ber van sedeman karê Komciwanê gelek
giring e. Her wiha rêzdar Amedî got, ku Komciwan û Komkar
rêxistinek in. Ji ber vê yekê tekiliya di nav herduyan
de pir giring e. Ji ber vê Komkar.eu dixwaze cîhekî di
kongreya Komkarê de bide Komciwanê. Rêzdar Kovan Amedî
di dawiya axaftina xwe de ji bo berdewamiya karê Komciwanê
bextewarî û serkeftin xwest.
Roja
dawiyê hilbijartinên kongreyê çêbûn. Di kongreya nû de
pêwendî hatin guhartin. Çend ciwanên komîteya rêveberiyê
derketin û çend nû ketin nav rêveberiyê. Ji bo ciwanên
derketine, ji bo kar û xebatê wan em spasiya wan dikin.
Di komîteya nû de serokên Komciwanê Berîvan Adiguzel
û Evîn Kofli ne. Cîgirên wan Medya Kofli û Rohat Dogan
in. Weke din, ji bo çavdêrên darayî Rûken Dogan û Serdar
Altay hatin hilbijartin. Endamên din ên rêveberiyê Narîn
Dogan, Sîdar Alabay, Serhat Etdoger, Laser Etdoger û Azad
Dişçi ne.
Ji bo karê paşerojê Evîn Koflî dixwaze, ku ew hêzên
xwe zêde bidin ser nûnerî û stratejiya Komciwanê.
|