Kovara DENG
dîsa hat komkirin
Hejmara 67a ya DENGê ji alîyê Dadgeha Ewlekariyê
ya Dewletê (DGM) ve hat kom kirin. Dozgerê DGM van
nivîsarên han wek sedemê komkirinê nîşan dide: "PSK
4. Yurtdişi Konferansi yapildi", (Konferansa
PSK ya Dervayî welat ya çara çêbû) "Türkiye
AB yolunun neresinde", (Tirkîye di riya Yekitîya
Ewropa de li ku ye?) "Kürt sorunu ulusal bir
sorundur" (Pirsa kurd pirseke netewî ye)
û "Türkiye'yi yönetenler Kürtleri inkar politikasindan
vazgeçmelidirler" (Rêvebirên Tirkîyê divê dev
ji înkarkirina hebûna kurdan berdin). Dozgerê
DGM îddia dike ku di van nivîsan de kovar dapropaganda
nivîskî dike ji bo xirabkirina "Yekitîya Komara
Tirkiye ya ku bi welat û netewa xwe nayê parçekirin".
|