Kurdên
Munîhê beşdarî hilbijartina Encumena Biyaniyan dibin
Kurdên bajarê Munîhê yê Elmanya, bi navê Azadî-Civata
Kurdan li Munîh beşdarî hilbijartina Encumena Biyaniyan
li Munîhê dibin. Hilbijartin di 28.11.2010´an de tê li
dar xistin.
Kurd ji bo agahdariyan malpereke înternetê ya bi du zimanî
(Elmanî û Kurdî) û sê zaravayan (Kurmancî, Zazakî û Soranî)
û bi du elfabeyan (Latînî û Erebî) amade kirine. Di malperê
de agahdariyên berfireh li ser armanca lîsta Kurdistanî,
li ser berendaman û li ser hilbijartin û giringiya hilbijartinê
hatiye dayîn.
Navnîşana malpera Lîsta Kurdistanî weha ye: http://muenchener-kurden.de/?lang=de
|