Kurdên
Swêdê li dijî êrişên Turkiyê û Îranê dengê xwe bilind
kirin
Stockholm-05/09/011- Kurdên Swêdê roja yekşemê
di xwepêşanekê de li dijî êrişên Turkiye, Îran
û Surîyê dengê xwe bilind kirin.
Li
Stockholmê Federasyona Komeleyên Kurdistanê digel Komîteya
HEVKARÎ û Însiyatîfa Kurd li Swêdê, bi piştgiriya
Encumana Kurdên Suriyêli Swêdê û Yekitiya Jinên Kurd li
Swêdê li dijî êrişên Turkiyê û Îranê li ser Kurdistana
Başûr xwepêşandanek li darxistin. Di kombûna
xwepêşandinê de li ser navê rêxistinên amadekar Şermîn
Bozarslan`ê, Serokê Komîteya HEVKARî Şefîq Kaya,
li ser navê ciwanên kurdên Suriyê Hîm Omar û nûnerên partiyên
siyasî yên Swêdî gotar xwendin.
Di
hemû gotaran de êrişên Tirkiyê û Îranê yên li ser
Herêma Kurdistana Federe hat mehkûmkirin. Siyasetmedarê
swêdî yê Partiya Gel Fredrik Malm bi tundî ev êriş
şermezar kirin û got ku pirsa çil mîlyon kurd pirsa
cîhanê ye. Ev herdu dewlet bi bahana êrişên PKK destdirêjiyê
li ser Herêma Kurdistana Federe dikin. Ew ji azadîxwaziya
kurdên parçeyên bin destê xwe de ditirsin. Lê bila bizanibin
ku dawî li zordestiya rejimên totalîter tê. Dawiya zulma
wan jî wê bê. Hukumata Tirkiyê goya dixwaze bibe endamê
YE, belê em dizanin li gor 15-20 sal berê, di warê demokratiyê
de hin gav avêtine, rewş li gor berê piçekî baştir
bûye, lê pirsa kurd acîlen li benda çareserkirinê ye.
Malm her wisa bangî hukumeta Suriyê jî kir û got ku tukes
bi zulmê û neheqiyê nikare bigihê merema xwe. Ew bivên
nevên gelê kurd wê azadiya xwe bi dest bixe”
Di Kombûnê de hunermendan stran gotin û di dawiya kombûnê
de sirûda “Ey reqîb” xwendin û bi vî awayî kombûna protestoyê
gihîşte dawiyê.
|