Mesela xalê min û Birko
Lezgîn Şêxo
Xalê
min, Nehtorekî wî bi navê Birko hebû. Birko Zevî û bexçê
xalê min dajot, diçand û dawî hatina ji bexçe û zevî dihat
li hev parve dikirin.
Rojekê
xalê min bang li Birko kir û jê re got: ”Birko ev çend
sal e ku tu nehtorya me dike, keda te di ber me de heye. Ez dixwazim
îsal zevyê xwe yî navî bidim te ji xwe re biçîne û hatina
wî bila tenê ji te re be.”
Birko
got: ”xalo, ma tu dizane dewarê min tune ne, ezê çawa
cot bikim?”
Xalê
min got: ”Ezê cot bidim te.”
Birko got: ”Bizrê min jî tune.”
Xalê
min got: ”Bizir jî bidim te.”
Birko
hineki fikirî û ji xalê min re got: ”De baş e xalo,
ezê herim malê bi jina xwe bişêwirim û ezê dûre biryarê
bidim.”
Xalê
min lê nerî û jê re got: ”Na Birko, hewce nake tu here
malê, jina min ji min berdayî be, min zevî neda te û te
neçand… Ma lawo ez zevî didim te, ez cot didim te, ez
bizir didim te û hîna tê here malê bi jina xwe bişêwire!”
Gelî xwendevana, kurdino, welatparêzno! Çima min ev mesele
ji we re nivîsand?
Îro rewşa hinek kurdên me yî qaşo mixalîf û
derdora PSK weke mesela Birko û xalê min e.
PSK bi ked û defletê xwe sazya ava dike û bang li van
kesan dike û wana dike şirîkê xwe; lê ew ne qayil
in…
Çalakî çêdibin, ji rûn heta bi xwê yê PSK’ê ye û wana
dike şirîk, dîsa ne qayil in…
Dîsa PSK ji bona yekîtîyê, partîya xwe yî ku heye fesih
dike û hebûna partîya xwe dewrî wana dike, ne qayil in…
Di sazî û partiyê ku bi hev re kardikin PSK’yî ji bona
rêvebiriyek hevbeş ji wan mirovan dixwazin nikarin
pênc mirovan bînin. Îcar ku PSK’yî wê berpirsiyariyê hildidin
ser milên xwe û dikevin rêvebiriyê, vêcarê jî dibên PSK’yî
dargrubcitiyê dikin.
Dema PSK’yî dikevin pêşiyê ne qayil in, dema li paşiyê
dimînin dîsa ne qayil in…
PSK’yî hildikışin jor nikarin wan razî bikin,
dadikevin jêr nikarin wan razi bikin…
Di malpera Rizgarî de Yaşar Karadogan di bin navê
"KÜRT-KAV a bazi uyarilar" nivîsek nivîsandîye,
di vê nivîsê de, daxwaziya camêr ku çend çakuca li serê
PSK’yiyan xe, lê bi nezanî rastîya xwe û a vê derdora
em qal dikin dide xuyakirin û çakuç li kaboka xwe dixe.
Ji ber dirêjîya nivîsê ez naxwazim tiştên ku vî camêri
nivîsandîye ez dubare bikim, hûn dikarin di malperê de
bixwînin.
Vî camêrî berê jî çend nivîsê weke xwe tewşo,mewşo
nivîsandi bûn.
Ez tenê dixwazim tiştekî ji wî camêrî re bêjim: Birako
li qusura min menêre, lê bawer be ger ne PSK’yî bin, ne
tu û ne derdora te, dev ji partîyekê, sazîyekê an komelakê
berde, hûn nikarin dikanek zebeş û petêxa vekin.
Ger navê yê weke te carcaran li ser kaxiza tê nivîsandin
ew jî bi xêra PSK’ê ye.
Sîh salê derbasbûyî şahidê min û we ne.
Bi suuda xwe sund bixwin ku internet heye, heger tuneba
ez nizanim we nê li ku siyaset bikira, an di ku derê de
nivîs binivisanda.
PSK’lîno, çend gotinê min ji we re jî hene!
Ger hûn ji xwe bawer bin û siyaseta xwe rast dibînin,
wextê xwe bi wan kesan re derbas nekin û hêvya xwe bi
wan girênedin.
Wextê ku hûn didin wana, bidin xebatên xwe, xebatê xwe
xurttir bikin; kurd hemû ne kor û ne kerr in, her wê rojekê
we bibînin û piştgiriya we bikin.
Gotina min bikin guhar û têxin guhên xwe: Mirî careka
din sax nabin, bi dû mirya nekevin.
|