Li
Amedê “konferansa Kurdistanê” hat lidarxistin
Mihemed Eren/Amed
Li Amedê cara yekemîn e konferanseke bi navê “Konferansa
Kurdistanê ya li Tirkiyeyê” hat li darxistin. Konferans
dê du roj dom bike.
Armanc ji vê konferansê ew e ku rê û olaxên li pêşiya
çareserkirina pirsa kurdî ya li Bakurê kurdistanê bê vekirin.
Konferansa ku li Salona Otêla Clasê hat li darxistin,
li gel 183 siyasetmedar, rewşenbîr, akademsyen, nûnerên
dezgehên sivîl, rojnamevan û nivîskarên kurd, herweha
nûnerên kêmnetewên olî û civakî yên bakurên kurdistanê
yên wek Ermen, Suryanî, Asûrî, keldanî û ereb jî beşdar
bûn.
Konferansa ku li ser navê komiteya Amadekar ji aliyê
Nijad Yarûk ve hat destpêkirin, balkişand ser girîngiya
konferanseke weha ku roleke çawa di çareserkirina pirsa
kurdî de bi çîh bîne.
Hevcigirê DTKê û parlementerê Mêrdînê Ehmed Tirk jî di
axaftina xwe de bahsa rewşa heyî ya kurdan kir û
da zanîn ku kurd, li gor berê li qonaxeke hêj baştir
in û divê vê rewşa xwe ya heyî ber bi statoyeke siyasî
veguhêzin
Serokê KADEPê û parlementerê Amedê Şerafedîn Elçî
jî balkişand ser çareserkirina pirsa kurdî û yekitiya
kurdan ku çawa bandorekî erênî di navbera hêzên kurdan
de afirandiye.
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadyan -HAK-PARê
Bayram Bozyel jî di axaftina xwe de girîngiya di navbera
hêzên kurd û kurdistanî de ber bi çav kir û dazanîn divê
kurd, ji bo çareserkirina pirsa kurdî serî li rê û rêbazên
şer û tundiyê nedin, ji bo vê yekê jî divê Dewleta
Tirk, operasyonên leşkerî rawestîne û PKK jî dev
ji şerê çekdarî bedre û tekoşîna siyasî bide…
Konferans, dê piştî çendî rûniştin
û nirxandinên cihê, dê sibê bighêje encam û xilas bibe.
|