Li bajarê Leer:
Civînek ji bo dostaniya kurd û almanan
çêbû
M. Ahmed
Di roja înê 17ê meha îlone de li bajarê Leerê ji
alîye Komela-Hevaltî ya Komkarê û terefdarên PSK
ve li bajarê Elmanya Leer´ê êvariyek bi xwarin
û vexwarina kurdî hat derbaskirin. Êvariyê di seet
19 an dest bi bernama xwe kir. Vekirina wê Mamoste
Kazim û Mahmut Etdöger kirin. Piþtî silava xêrhatina
mivananan, M. Kazim axaftina pêþî da serokê belediya
bajarê Leer birêz Keller Wolfgang.
Wolfgang di axaftina xwe de spasi û razîbûna xwe
ji bo vexwendina evarîyê diyar kir û li ser giringiya
damazrandin û destûra Komela Hevaltî-Komkar qise
kir. Wî pêwistîya hevaltîya Kurd û Almanan, integrasyona
ciwanan anî ser ziman û got: “Ez fehm dikim ku hûn
birîya welatê xwe Kurdistanê dikin, hisreta cih
û çiyayên we dikiþînin” û dewam kir got: “ Ez carek
daweteke Kurdan ez bawerim ya Kurê Kazim Özdemir
bû vexwandî bûm û ev cara diduya ye ji alîyê Hevaltî
Komkar Leer ve têm vexwandin, û min Kurd ji nêzik
ve naskirin. Ez bi vê yekê þabûm û berdewamiya dostanîya
Kurd û Almanan hêvî dikim.“
Piþtî wê M. Kazim behs kir ku nêzî sih Sali ye
ku Almaniya ye, pêþî bi rêya Konsoloslixê hatiye
vî welatî, tekilîye xwe Komkar Bremen re hatiye
çêkirin pirsa kurdi re eleqader bûye, û ji ber sedemê
tenduristiya xwe ne wek berê ye.
Paþî ji Konsolosê derketiye hatîye Leerê bi çend
malbatên Kurdan re Komala Hevalti- Komkar damazrandin
e, wir de piþtgirî û alîkarî ji PSK ditine.
Berpirsyarên partî û rêxistinên vexwandî xwe dan
naskirin û ji bo wê vexwandina Hevalti-Komkarê spasi
û razibûna xwe dan xuyakirin.
Navên hin rêxistin û kesên vexwendi:
Serokbajêrê Jumme, Voß Wiard (Bürgermeister
der Sondergemeinde Jumme), Serokbajêrê Nordmoor
Gerold Ernst, SPD (Kreistagsmitglied),
Grüne (Kreistagsmitglied), FDP Miletwekî
Reinhold Rooper (Abgeordneter) (Mesaj sandîye),
IMK (Menschenrechte Kurdistan), Mala Ezidîye
Oldenburgê, Mala Ezidîya li Leerê, KV- Christiuskirche,
Interkulturelle Veranstaltung, Asylkreis
Leer Moormerland. Niviskar Eskerê Boyik,
Mamoste Kazim Özdemir Mamoste Ahmed, Sertac,
B. Dr.Tautik Hamdzuh, Mustafa Xoce, amade
bûn. Vexwendiyên þevê bi qasi 60 kesî bûn.
Dûre navber dan, ji bo xwarin û vexwarin Kurdî
li rasti ji ev du rojbûn ku berpirsyarên êvariyê
bi teybetî jinan cûre cûre xwarinên kurdi amade
kiribûn. Ber mêvanan xwarin didan naskirin pirsên
mêvanan dibersivandin, heta dawiya þevê ji mêvanan
re xizmet dikirin.
Wexta ku serokbajêr û mêvanên alman ên din hatin,
di ketina hundir da li milê rastê wenêyên (resim)
Kurdistanê nihertin û pirs dikirin. Li ber wêneyan
belavokên PSK hebûn hinekan bi xwe re dibirin. Ala
Kurdistanê di nivê salonê da hatibû daliqandin.
Her kes bi wê atmosferê his û bala xwe dabû ser
pirsa Kurd-Kurdistanê û di wê navberê de ciwanê
me Azad bi tembûra xwe û bi çend kilam û miqamên
Kurdî lêdixist.
Piþtî xwarinê, Berpirsyarê PSK (Hetaw Kanî) hat.
Sedem ku rêya wan hatibû xitimandin, mixabin dereng
hatin. Hinek kes ji Mêvanan çûbûn.
Kanî ser diroka PSK û avakirina wê, armanca wê
û bernama wê agadarî da mêvanan. Wî got ku pirsa
kurdî dikare bi rêya demokratî aþitî û diplomasî
de çareser bibe, û daxwazên PSK îro ji dewleta Tirk
û ji dewletên Awrupayê çi ye xal bi xal anî ser
zimên. Kanî di vê babetê da bersiva pirsên mêvanan
da.
Piþti dayina pirs û bersivan,Gülê, keça birêz
M. Etdöger helbesta kek Kemal Burkay ya bi navê
“Pêþmerge“ bi almani xwend, herkesî li çepkan xist.
Bi vê bernama xwe êvariyê ji bo nasîna pirsa Kurda
li Leerê karekî baþ pêkanî.
Di êvariyê de sê rojnamevan ji rojnameyên Ostfriest
Zeitung, Der Wecka û Sonntag Report amede bûbûn.
Evana bahsa dostanîya Kurd û Almanan û kultura Kurdî
de pirs dikirin wan di rojnamên xwe de wek xeber
(nûçe) de bahs kirin (19. meha Îlonê).
|