Li
Kolnê: Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, rewşa
nû ya Kurdistan û Tirkiyê nirxandin
Dema Nû / Koln
Di roja 13/11/2010´an de li Kolnê li ser banga 13 siyasetmedar
û rewşenbîrên Kurd (Murat Dağdelen, Hîkmet Serbilind,
Kovan Amedî, Baran Hemze, Suleyman Ateş, Yaşar
Kaya, Yilmaz Çamlibel, Selîm Çurukkaya, Prof.dr. Huseyîn
Bektaş, Bayram Ayaz, Alî Haydar Koç, Mustafa Kisabacak,
Zerdeşt Haco) civînek pêkhat. Rojeva civîn ji du
xalan pêkhatibû. Xala yekem ” bêdengkirina çekan”, ya
duwem jî ” Di avakirina yasaya nû ya Tirkiyê de, statuya
Kurdan çewa be û mafên Kurdan di yasaya nû de çewa bê
çespandin” bû. Di civînê de nêzî 60 kes beşdar bûn.
Di civînê de, piştî hilbijartina referandûmê bi giştî
rewşa siyasî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û bi
taybetî jî du xalên diyarkirî hate nirxandin. Li ser
her du xalên civînê beşdaran dîtinên xwe pêşkeş
kirin. Beşdarên civînê dîtinên xwe yê muşterek
bi daxuyaniyek anîn ziman.
Daxuyaniya Civîna Siyasetmedar û rewşenbîrên
Kurd li Almanya
Li ser banga komek kesayetiyên Kurd li Almanyayê dijîn,
di roja 13.11.2010´an de li bajarê Kolnê civînek çê bû.
Di civînê de nêzî 60 kesayet beşdar bûn. Di civînê
de piştî referandumê rewşa siyasî li bakurê
Kurdistanê û li Tirkiyê hat nirxandin. Her wisa mijara
yasayek nû û li seragirbest û daxwazên Kurdan hat rawestandin.
Beşdarên
civînê, rawestandina şer û dirêjkirina agirbestê
biryarek rast dibînin. Hêvî û daxwaz tê kirin ku şerêçekdarî
bi dan û stendinên maqulbi dawî were. Eger çareseriyek
adilane pêk bê, şer û xwînrijî li berjewendiya her
du gelan jî nine. Gelê Kurd ji şer heznake. Aşîtî
û azadî dixwaze.
Beşdarên civînê, rawestandina şer û dirêjkirina
agirbestê diparêzin. Her wusa divê baweriyê de ne ku dewleta
Tirkiyê ji operasyonan rawestîne û li Kurdisranê xwîn
nerijîne.
Beşdarên civînê, doz û daxwazên di derbarê bi karanîna
zimanê Kurdî û perwerdeya bi Kurdî rast dibînin. Piştgiriya
çalakî û hewildanên bi vî rengî dikin.
Di doza KCK´ê de axaftina bi Kurdî helwestekî rast dibîne
û civîn piştgiriya vê helwestê dike. Doza KCK´ê nabe
ku bibe doza darazandina gelê Kurd. Her usa divê hêzên
Kurd û demokrat rê nedin ku ev darezandin pêşî li
prosesa aşîtî û xebatasivîl bigre.
Beşdarên
civînê bi taybetî li ser peyvendiyên navxweyî yê hêzên
tevgera bakurê Kurdistanê rawestiya. Dazanîn ku pêwîste
hemû hemû hêzên welatparêz li bakurê Kurdistanê bi hevra
têkiliyên dostane deynin. Diyalogek bi rêk û pêk bimeşînin.
Ji bo vê yekê bang li dorberên BDP dike ku ew jî ji bo
pêkanîna dîyalog û hevbendiyekî erkên xwe bi cîh bînin
û gavên pêdivî werin avêtin.
Beşdarên civînê, bang li partiyên Kurda BDP, HAK-PAR,
KADEK û dezgehên siyasî û demokratîk dike ku nûneriyek
muşterek bo tevgêra welatparêz damezrînin.
Di vê çerçewê de beşdarên civînê îşaret kirin
ku ji bo tevgêra bakurê Kurdistanê hewcedariya konferansek
netewî heye. Ji bo xurtkirina yekitî û hevkariya netewî
bang li hemû hêzên Kurdistanê dike.
Tevgêra bakurê Kurdistanê hewceye ji bo hilbijartina
sala 2011´an blokekî Kurdî pêkbînin û bi yekrêzî beşdarî
hilbijartinê bibin.
Ji bo doz û daxwazên hevbeê gelê Kurd ji bo yasaya nû
hewceye xebatek teknîkî û îlmî were meşadin.
Ji bo karên hevbeş, komîteya ku heye, wê di karên
xwe de berdewam be û li gor pêvîstiyan civînan pêk bine.
|