Li
Wanê erdhej: 12 kes mirin 50 kes birîndar in
Li Wanê ku ev mehek e bi erdhejan di rojeva Tirkiye
û cîhanê de ye, erdhejeke din a bi tundiya 5.6 pêk hat.
Li gorî agahiyên destpêkê 12 kes mirin û 50 kes jî birîndar
bûn.
Li gorî daneyên Rasatxaneya Kandilliyê, di 9ê Mijdarê de, saet di 21.23an
(bi dema Tirkiyeyê) de, li Edremîta Wanê bi tundiya 5.6
erdhej pêk hat. Li navçeyê hin avahiyan xisar dît.
Li navenda Wanê jî Otela Bayram a 4 qatî, Otela Aslan û Nexweşxaneya
Welidînê jî tê de bi tevahî 22 avahî hilweşiyan.
Li Otela Bayram xebatên rizgarkirinê xebatên xwe didomînin. Di encama
xebatan de 13 kes ji bin kavilan bi saxî hatin derxistin.
Di binê kavilên otelê de rojnamevan jî hene.
Li gorî daneyên destpêkê di erdhejê de 12 kesî jiyana xwe ji
dest da û 50 kes
jî birîndar bûn.
Hêj di bin kavilan
de nêzî 100 kes hene.
Ji ber erdhejê welatiyan şeva xwe li derve derbas kir. Ji ber erdheja
di 23’ê cotmehê de, dibistanên li Wanê heta 14’ê sermawezê
ketibû bêhnvedanê. Ji ber vê erdheja dawî ev dem hate
dirêjkirin û dema bêhnvedana dibistanan dê heta 5’ê berfanbarê
be.
Li Wanê di 23ê cotmehê de erdhejek bi tundiya 7.2 pêk hatibû û di encamê
de 605 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û nêzî 4 hezar kes
jî birîndar bibûn.
|