Li
Wanê Derheqa HAK-PAR û Federasyonê semînerek hat dayîn
Semîner ji alîyê serokê komîsyona
ciwanan ya navendî a Partiya Maf û Azadiyan Omer Ekmen
ve hat dayîn. Ekmen di axaftina xwe de pirsgirêkên gelê
Kurd a ji 1806 an heta îro
anî ziman. Piştre, pêvajoya damezirandina Partiya
Maf û Azadiyan û armanca partiyê bi giringî nirxand.
Ekmen di dawiya axaftina xwe de qala
federasyonê kir û got: Jixwe federasyon bernama partiye
de heye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û jiyanaeke wekhev
pergaleke herî baş e. Divê ku em bernama HAK-PARê
û mijara federasyonê ji gele xwe re pir baş bidî
naskirin.
Semîner du seet berdewam kir û bi dawî
bû.
|