Li
Wuppertalê dersa zimanê Kurdî
Li Elmanya, bajarê Wuppertalê di dibistanan de dersa
zmanê Kurdî despê dike. Konfederasyona Komeleyên Kurdistan
li Ewrupa-KOMKAR.eu bi şaredariya Wuppertalê re ket
têkiliyek û bo zarokên Kurd daxwaza perwerda bi zimanê
Kurdî kir.
Serokê KOMKAR.eu Kovan Amedî da zanîn ku wan bi berpirsiyarên
şaredariya Wuppertalê re hevdîtinek pêk anîne û weha
lê zêde kir: „Wek tê zanîn li eyaleta Westfalya Ren ya
Bakûr-NRW perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî yasayî ye.
Lê belê, ji bo ku ev maf bê bikar anîn, daxwaza dê û bavan
giringtir e. Li gor agahiyên ku me girtine, li bajarê
Wuppertalê zarokên Kurd ji perwerda bi zimanê Kurdî bêpar
in. Li ser vê yekê KOMKAR.eu, bi şaredariya Wuppertalê
re kete têkiliyan û ji bo zarokên Kurd, daxwaza perwerdeya
bi zimanê Kurdî kir. Ev daxwaza me ji aliyê şaredariyê
ve hat pejirandin. Ji bo ku ev daxwaza têkeve rojeva eyaleta
NRW pêwîst e em îmzeyên dê û bavan kom bikin. Em hêvîdar
in ku Kurdên nişteciyên bajarê Wuppertalê di vî warî
de hestiyar bin û bi me ra bikevin têkiliyê.“
Ji bo têkilî û zêdetir agahdariyan:
KOMKAR.eu
Wirmhof 3, D-42103 Wuppertal
E-Mail: komkar-merkez@web.de
Tel: 0202 / 897 59 26
Fax: 0202 / 897 59 27
|