|
Alozkariyên
Dewleta Tirk û Erkên Me
Mesud Tek
Li İraqê atmosfera sîyasî roj bi roj germtir
û aloztir dibe.
Alîkî va şerê hinek Şî`a ligel leşkerên
Dewleta Yekbûyî a Amerîka (DYA) li Baxdad û hinek navçeyên
pîroz ên Şî`a wekî Kerbela, Necef û hwd, alîkî va
berxwedana alîgîr û bermayîyên rejîma Baas û Seddam, şovenîstên
Ereb li “Sêgoşeyê Sunî” û di van rojên dawî da jî
terorkirina hinek şexsîyetên Kurd û Tirkmen, teqandina
trompelan li Kerkûk û dor-berê wî bajarî...
Herwekî dizanin, meha Adarê, Qanuna Îdarî ya Muwaqetî
(Katî) a İraqê hatibû pejîrandin, ku, têda damezrandina
İraqekekî demokrat û fedaral, wekî bingehekî sereke
hatibû destnîşan kirin.
Lê dijminên demokrasî, pêşveçûn, mafê mirov û federasyonê,
li Rojhilata Navîn gelek in. Diktatorên Ereb, rejîmên
paşverû û kevneperestên vê heremê, bi taybetî dewletên
dagirkerên Kurdistanê, gava bejeyê demokrasî û mafê Kurdan
dibihîsin, veciniqin. Û bona pêşî lê girtina aramîyê
û cî be cî kirina Qanuna İdarî ya Katîyê, çi ji destê
wan tê texsîr nakin. Destê xwe bi eşkere dirêjî kar
û barê vî welatî dikin, bona têkdana aşitî û aramî
li İraqê, alîkarîya ajaveger û terorîstan dikin.
Ji alîyê din ve, ligel vê tevlîhevî û alozîyê, paş
guftogoyeka dûr û dirêj, endamên Hukumeta Miweqat a İraqê
hat dest nîşan kirin. Li gor biryarên, ku hatine
girtin, Hukumeta Miweqet a Îraqê, di serê meha Tîrmeha
îsal de, wê erkê bi rêva birina İraqê bigre destê
xwe.
Bi kurtî, herku pêvajoya demezrandina İraqekek
demokrat û federal ber bi pêş diçe, ajavegerîya neyar
û nehezên demokrasî û federasyon jî pirtir dibin. Û ev
yeka sedema bingehîn a tevlîhevî ye, yên ku min li jorê
behsa wan kir.
Deshilatdarên diktator û paşverû yên dewletên
der û dorê İraqê, ku bi salan e li ser kar in, nijadperest
û kevneperestên navçê ji vê ditirsin, ku pêvajoya damezrandina
demokrasî û federasyon li İraqê bi serkeve û İraq
bibe nimûneka baş bo wan welatan. Û gelek hewl didin,
daku pêşî lê federasyonê bigrin, nehelin gelê Kurd
bigihîje mafên xwe yên reva. Her weha deshilatdarên wan
dewletan nexwazin hêzên demokrat û pêşverûyên İraqê
bi serkevin.
Dewletên Ereb, wekî Misir, Suriyê, Erebistana Suudî,
Kuveyt û hwd, Yekitîya Ereb ji mêj ve xuya kiribûn, ku
dijî federasyonê ne. Dewleta Îran jî ji dewletên Ereb
cuda nafikire. Rast e, li ser gelek babet nakokî di nava
dewleta Îran û dewletên Ereb hene, berjewendîya wan li
ser gelek xalan ne yek e, lê dîsa jî li ser “parastina
yekpareyîya xakê Îraqê” helwesta wan yek e. Herdu alî
jî dijî federasyonê ne!..
Ayetullah Sîstanî jî, bi şandina nameyek bo
Yekîtîya Mîlletan, eşkere kir, ku dijî İraqeka
federal e. Ku, bi bawerîya min tiştekî gelek normal
e, ku Sîstanî û şexsîyetên wekî wî dijî İraqeka
demokrat, federal û plural bin. Ji ber ku: 1- Îran dijî
federasyon e û tesîra sîyaseta dewleta Îranê li ser Sîstanî
û hevalbendên wî, wekî roj eşkere ye. 2- Armanca
Sîstanî û kesên wek wî, ne damezrandina sîstemeka demokrat,
federal û parlamenter e. Daxwaz û armanca wan damezrandina
dewleteka dînî ye.
Pêşnîyar û projeya DYA û dewleta Birîtanya di warê
dahatuya İraqê, ku bo Konseya Yekîtîya Milletan hatibû
pêşkeş kirin, di heyama du heftan da 4 caran
hat guhartin. Endamên Konseyê wekî Rusiya, Frense, Çîn
û hwd. gor berjewendîya xwe, zext li ser DYA û Birîtanya
kirin, daku pêşnîyarên xwe bigorin. Dewletên Ereb,
Tirk, bi kurtî dewletên ku, dijî İraqeka federal
in gelek hewl dan, ku zext li Konseya Yekitîya Milletan
bikin.
Yên ku di vî warê da tune ne, em Kurd in. Li ser
çarenûsa beşekê gelê me tê axaftin, lê belê sazîyek,
an jî dostek nîne, ku di Yekitîya Milletan da bibe nûnerê
daxwaz û armanca gelê Kurd.
Usa xuya ye, ku ji îro pêva pirsa Kurdî bibe xalek ji
rojava Yekitîya Milletan. Bi bawerîya min yek ji erkê
me, erkê rêxistinên sîyasî yên hemû perçeyên Kurdistanê,
damezrandina sazîyeka usa ye, ku bikaribe di salon û civînên
Yekitîya Milletan da nûnertîya gelê Kurd bike. Rast e,
damezrandina sazîyeke weha hêsan nîne, kar û xebateka
pir û dijwar divê. Lê bêle divê ji bîr nekin, ku piranîya
rêxistinên Kurd gelek nêzikî hev bûne, peywendîyeka xurt
di nava wan da heye. Çalakîyên dawî li welat û Ewropa
bona parastina federasyonê, nîşana vê yekê ye. Û
ev yeka jî riya damezrandina sazîyeka weha xweş dike.
Yek ji wan dewletan, ku dijî İraqeka federal
e, dewleta Tirkîyê ye.
Em zilm û zordarîyê li ser gelê me, sîyaseta asîmîlekirin
û qirkirina gelê Kurd li Kurdistana Bakûr deynin alîkî.
Babeta vê nivîsarê, bahs kirina wan nîne.
Ji bo hemû kesî eyan e, ku deshilatdarên dewleta
Tirk, ji demezrandina Komara Tirkîyê heya îro, li beşên
dinê welatê me da jî dijminê maf û azadîyên gelê Kurd
bûne. Bona pêşî lê girtina xebata gelê Kurd, nakokîya
xwe ligel wan dewletan danîye alîkî, alîkarîya wan kiriye,
ligel dewletên dagirkerên din hevkarî çêkiriye, peyman
girêdaye.
Karbidestên nijadperest û dagirkerên Tirk, qima xwe bi
vê jî ne anîne, ajan û sîxorên xwe li jêr navên cuda cuda
şandiye wan welatan. Di wan welatan da ji bo xwe
noker û dardest peyda kiriye, çi gavê pêwîst bûye, bona
parastina berjewendîya xwe, wana bi kar anîye.
Bê guman, li pişta çalakîyên terorîstî ên dawî
li Kerkûkê, dewleta Tirk jî heye. Tirkmanên, ku sixor
û dardestê dewleta Tirk û sazîyên wî yên nehînî (sirrî)
ne, trompelan diteqînin, Kurd û Tirkmenan dikujin; Tirkmenên,
ku dostê Kurd in, alîgîrê dostanîya Kurd û Tirkman in,
piştgirîya Kurdistana Federal dikin...
Ji xwe Tirkiyê di sala 1961’ê da jî, li Kerkukê karên
weha kiriye. Belge, maqale û lêkolîn nîşan didin,
ku Turkmenên Turanîst, ku girêdayî bi Tirkiyê bûn, sîxorên
İngîlîz û DYA û endamên BAAS, ku hingê ne li ser
kar bûn, bona têkdana aramî li bajarê Kerkûkê bi hevra
kar dikirin. Turanîstan, bi alîkarîya dijminên rejîma
Abdulkerîm Qasim hewl dan, ku Mela Mustafa Barzanîy bikujin.
Lê belê di nava nexşeya sala 1961 û ya îroyî da
ferqek heye. Di sala 1961’e nexşe û plan dijî hukumeta
Abdulkerîm Qasim bû û bona parastina berjewendîya xwe,
dewleta Îngilîz û DYA jî di nava vê hevkarîyê da bûn.
Lê îro usa nîne. Berjewendîya herdu dewletan jî bûye armanca
wan nexşe û pilanên, ku bona têkdana aramîya navçe
hatîye danîn.
Ji bo herkesî eyan e, Kurdistana Başûr, bi taybetî
navçeyên, ku di bin qontrola Kurdan da ye, aramtirîn navçe
ye li İraqê. Li Kurdistana Başûr teqandina trompelan,
kuştin û birindar kirin gelek kêm e, meriv dikare
bêje hema hema nîne.
Armanca serekî a dewleta Tirk têkdana vê aramîyê
ye. Girtina zabitên Tirk bi teqemenîyeka pir ji alîyê
leşkerên DYA, girtina çek û teqemenî di trompelên
resmî yên dewleta Tirk da, hêj ji bîra me neçûye.
Nexşeyê dewleta Tirk ev e: Ku bi alîkarîya karên
terorîstê ve dixwaze nîşan bide, li Kurdîstana Başûr
jî alozî heye, Tirkmen di bin xeterê da ne, tevlihevîya
navçê, li ser aramî û asayişa Tirkiyê xetereka mezin
e û hwd...
Ger meriv axaftina Cigîrê Fermanderê Erkani Harbê
Tirkiyê jî, bîne berçavê xwe, naxşe û pilanên dewleta
Tirk, bi temamî eşkere dibe. Cigîrê Fermanderê Erkani
Harbê Tirk, di axaftina xwe da gotibû, ku “heya alozîya
navçe berdewam be, heya ‘terorîstan’ (Çekdarên Kongra
Gel) li Kurdistana Başûr bin, em leşkerê xwe
ji vê navçeyê nakêşin, leşkerên me dê her li
vê navçeyê da bimînin.” Ango bo ku leşkerên Tirk
li navçeyê bimînin, divê rewşa navçê aloztir be,
kuştin, birin û teqandina trompelan her berdewam
bin!...
Elhaq dewleta Tirk, sazîyên wî yên nêhînî di vî warê
da jêhatî ne, xweyî tecrube ne...
Di hel û mercekê weha da erkên me Kurdan, rêxistinên
sîyasî ji beşên din ên Kurdistanê jî eşkere
ye. Berê her tiştî piştgirî li ezmûna Kurdistana
Başûr e, ango parastina azadî, federasyon û parlemana
Kurdistanê ye; piştgirî li daxwaza Kurdên Başûr
e, ku di nameya hevbeş a Kak Mesud Barzanî û Kak
Celal Telabanî bo Bûş da cî girtine.
Lê ji hemû giringtir, bi hêz kirina xebata netewî
û demokratik e, li hemû beşên Kurdistanê. Eger li
her parçeyên Kurdistanê da, xebateka bi hez hebe û dewleta
dagirker bi xwe ve mijûl bike, hingê ew dewlet nikare
destê xwe dirêjî kar û barê Kurdistana Başûr bike.
Û xulqandina tekoşîneka netewî û bi hez jî, bi kar
û xebatê, bi hevkarî û yekitiyê dibe.
Yek ji erkên rêxistinên Kurd yên beşên din ev
e, ku bahane nedine destê dagirkeran. Mixabin daxuyanîya
dawî a Kongra Gel û axaftin û fermanên Abdullah Ocalan
bahane dide destê dewleta dagirkera Tirk. Ocalan gotibu,
ku “Bila HPG (Hêzê Parastina Gel) heya serê meha Hezîranê
bisekine, gel hukumet bersiva nama min nede, hinge HPG
dikare were Kurdistana Bakûr û li Kurdistana Başûr
jî sengerê xwe qehim bike”. Wekî xuya ye ev yeka behane
dide destê dewletên dagirkerên Tirk, daku leşkerên
xwe ji Kurdistana Başûr nekêşe, bi bahaneyê
“parastina tixubên xwe, aramî û asayişê” destê xwe
dirêjî kar û barên Kurdistana Başûr bike.
Kongra Gel divê biryara xwe li ser Kurdistana Başûr,
ku di kongra xwe dawî girtiye, bi cî bîne, piştgirî
li ezmûna Kurdistanê bike. Bala xwe bide rewşa nazik
a Kurdistana Başûr û karên usa neke, ku şer
di nava hêzên Kurdistanê da dest pê bike.
Xebata netewî li Kurdistana Başûr, paş
biryara Konseya Yekitîya Milletan gihiştiye qonaxeka
gelek nazik. Her hêz û rêxistin divê pırtır
piştgîr û alîkarê rêxistinên Kurdistana Başûr
bin. Ger nikarin bibin alîkar û piştgîr, qe nebe
nebine asteng û pêşîgir.
Yên ku nexwazin li ber dîrokê rûreş bin, divê
vê rewşa nazik her tim li ber çavê xwe bigrin û gor
vê kar û xebat bikin.
|
|